Çarşem, 3 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Yavûz: Sererastkirinên hiqûqî divê êdî bêne kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 2’Ê KANÛNA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulîstan Kiliç Koçyîgît: Yên ku baweriya wan bi aştiyê nîn e, bila li hincetan negerin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Erdogan: Ev pêvajo dê deriyê serdemeke nû veke

    Ji aliyê Stêrk TV

    Welat Esen piştî 31 salan hat berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ser Mehmet Saît Yildirim cezayê darvekirinê tê pêkanîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Xelkê Lacanê piştî zexta leşkerî vegeriyan malên xwe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mûsil û Duhokê li dijî PDK’ê çalakî hatin lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bûyera gundê Lacanê çawa dest pê kir û sedem çi ye?

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şêniyên taxa Xebat li dijî zilma PDK’ê ya li ser Lacanê rabûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li Raperînê herî kêm 2 hezar ciwan koçî dervey welêt kirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Aştiyê Aliye Tîmûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Komunên jinên Kurd li Elmanyayê kampa sê rojan li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Suryan: Jin wê mîrateya me ya çandî bigihînin paşerojê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara meha Kanûnê ya rojnameya Newaya Jin hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevrêya timî ava dike, diafirîne: Şîlan Kobanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bexdayê meşa li dijî tundiya li ser jinan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zextên Îranê yên li ser jinên girtî didome

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Kolektîfa Saza Êzî stranên Zembilfiroş û Lavij ê Pîrê diyarî Rêber Apo kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Aix-en-Provenceyê ji bo konsera ‘Hebûn û Azadî’ eleqeyek mezin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Fîlmên Kurd a Hambûrgê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Schuch: Li pêşberî karên li Rojava matmayî mam

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahiya ‘Jiyana azad û civaka demokratîk’ dest pê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di roja 5ˊan a Mîhrîcana Fîlman fîlmê ‘Yol’ hat pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Xeyala wî ew bû ku ji bo zarokên Kurdistanê siberojeke azad bihêle
Kurdistan

Xeyala wî ew bû ku ji bo zarokên Kurdistanê siberojeke azad bihêle

Mezintirîn xeyala Fermandar Reşîd Serdar ew bû ku ji bo zarokên Kurdistanê siberojeke azad bihêle. Lewma ew ne şoreşgerekî jirêzê; ew lehengekî dilsoz ê doza gelê xwe bû.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 29. Çile 2025 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Şopdarê heqîqetê Fermandar Reşîd Serdar (Mustafa Ertaş), da ku xeyala zarokên ku dixwazin li welatekî azad bijîn pêk bîne, bû gerîlayê Kurdistanê û bavekî şoreşger. Ew ne şoreşgerekî jirêzê; ew dilsozê doza welatê xwe û lehengê zarokên Kurdistanê bû. 

Mustafa Ertaş, di salên 1990’î de dema gelê Kurd rabû ser piyan û serhildanên mezin rû dan, li herêma Nordizê ya navçeya Gurpinara Wanê di malbateke ji eşîra Giravî de hat dinyayê. Mustafa Ertaş, li derdoreke welatparêz û girêdayî çanda Kurdî mezin dibe û hêj di emrekî biçûk de dibe şahidê zilma dewletê ya li ser gelê Kurd. Dewleta dagirker, polîtîkayên qirkirinê li ser gelê Kurd dimeşand û bi her cure zext û êrîşan aboriya gel têk dibir û neçarî koçberiyê dikir. Malbata Mustafa Ertaş jî ji ber vê zextê gundê xwe diterikîne û li Wanê bi cih dibe. Mustafa ji zarokatiya xwe ya li gund bêpar hatibû hiştin, ew lîstikên xwe nîvco dihêle hewla hînbûna jiyana bajarî dide. Lê belê ew zarok dê tu carî xeyalên xwe, zarokatiya xwe û hevalên xwe ji bîr neke. Ev êş di dilê wî de dibe birîneke kûr û heta çaxê hesabpirsînê jî dê nekewe.

Zarokatiya Mustafa di nav şert û mercên dijwar de derbas dibe. Loma da ku piştgiriya malbata xwe bike di emrekî biçûk de li metropolên Tirkiyeyê di karên cuda de dixebite. Wek mezintirîn zarokê malbatê, berpirsyariyeke mezin digire ser milên xwe. Mustafa Ertaş piştî ku berê xwe dide metropolan, heqîqeta dijmin hîn kûrtir dibîne. Wê demê dest bi lêgerînên nû dike. Cudahiya jiyana li metropolan û jiyana li Kurdistanê dide ber hev û vedigere Kurdistanê. Wateya vê vegerê, vegera li xwebûna xwe û li civaka xwe bû. Herçiqas bizewice jî dev ji lêgerîna xwe bernade. Mustafa di sala 2012’an de beşdarî çalakiyên qada civakî dibe û bi vê biryara xwe nîşan dide ku di şerê li dijî dijmin de tu tişt nikare jê re bibe asteng. Lê belê bi demê re dibîne ku ev xebat têrê nakin û biryara tevlîbûna nav refên gerîla dide.

Reşîd, di vê pêvajoyê de Rêber Apo ji nêz ve nas dike û li ser felsefeya Rêber Apo hûr dibe. Sekna şehîdan li ser wî bandoreke mezin çêdike û biryar dide ku êdî li ser rêça wan bimeşe. Heval Mustafa, da ku fikrên xwe di jiyanê de bi cih bike gavan diavêje. Da ku li serê çiyayan wek gerîlayekî têbikoşe û bigihêje armancên xwe dibe rêwiyê heqîqetê. Ew mirovekî zana, zîrek û xwedî wijdan e. Mezintirîn armanca wî ew e ku ji bo keça xwe Semîra û zarokên Kurdistanê siberojeke azad bihêle. Hevrê Mustafa rêya xwe hildibijêre û piştî ku tevlî refên gerîla dibe navê fermandarê destanî yê PKK’ê Reşîd Serdar digire û da ku bibe xwedî sekn, cesaret û wijdana wî, wek şervanekî pêşeng li ber xwe dide. Ew êdî li serê çiyayan Fermandar Reşîdê efsanewî yê hemdema xwe ye.

BERXWEDANA XWERÊVEBIRINÊ WEK BANGAWAZIYEKÊ QEBÛL KIR

Fermandar Reşîd Serdar, ji bo keça Semîrayê li ser rojnivîska xwe wiha dinivîse: “Min nedikarî ez barê heqîqeta Kurdistana ku dê û bavên min jê koç kirine ji Semîrayê re bihêlim. Dema ku rojek hat û Semîrayê pirsa bûyerên li Cizîr, Nisêbîn, Gever û Silopiyê kir an jî dema pirsa Taybet Ana, Remziye Ana, Asya Yuksel û Mehmet Tunç kir, divê ez bersivekê bidim wê. Vaye ji ber vê sedemê ez bi têkoşîneke birûmet rêya xwe dimeşînim. Bawer dikim ku hûn ê jî vê fam bikin û bi rûmeteke mezin hûn ê vê têkoşînê temsîl bikin.”

Fermandarê çiyayan Reşîd, rêya xwe aşkere kiriye û ji wê rêyê veger tune ye. Gerîla Reşad Serdar çalakiya xwe ya ewil li herêma Wanê dike û di demeke kurt de dibe fermandar. Sala 2015’an, li Bakurê Kurdistanê têkoşîna rêveberiya xweser geş bûye û berxwedaneke mezin tê dayîn. Gelê Kurd, li dijî êrîşên hovane li Cizîr, Şirnex, Silopî, Sûr û Nisêbînê, bi pêşengiya berxwedêrên wek Zeryan, Çiyager û Mehmet Tûnç têkoşîneke dîrokî dida. Fermandan Reşîd vê berxwedanê wekî bangawazî qebûl dike û da ku pêşengiya berxwedanê bike berê xwe dide bajêr. Da ku ji bo hevrê û gelê xwe bibe bersiv, li Wanê dest bi xebatan dike. Ji rêxsitinbûnê heta çalakiyan, ji amadehiyan heta operasyonan li her qadê berpirsiyariyeke mezin digire ser milên xwe. Bi têkoşîn û beşdariya xwe mohra xwe li serkeftinên mexin dixe û berxwedanê bihêztir didomîne.

Wek şervanekî dilsozê felsefeya Rêber Apo, nedikarî li hember qetlîamên li dijî gel û zarokên Kurd bêdeng bimîne. Fermandar Reşîd, da ku tola Haci Lokman Bîrlîk, Taybet Ana, Cemîle, Mehmet Tûnç û kesên din ên ku dewleta Tirk ew qetil kirine bistîne, li dijî dijmin gelek çalakiyan pêk tîne. Heval Reşîd di vê qadê de bi qasî du salan têkoşîna xwe didomîne û serkeftinên biqîmet bi dest dixe û dîsa vedigere Herêmên Parastina Medyayê. Li vi pêşengiya xebatên giring dike.Heval Reşîd, her tim amade bû ku di wezîfeyên mezintir de cih bigire û di wezîfeya xwe ya ewil de ango di têkoşîna xwe ya li Wanê de berpirsiyariyeke mezin digire ser milên xwe û xwe di warê fermandariyê de zêdetir pêş dixe. Tevî hemû zehmetiyan, dibe xwedî wê biryardariyê ku her tim li her qadê dikarî xebatan bimeşîne.

ZEXT WÎ HÊ BÊHTIR XURT DIKIRIN

Hevrê Reşîd ne fermandarekî jirêzê bû. Fermandarekî pêşeng bû ku mohra xwe li demê xistibû. Li hemberî zehmetiyan pes nedikir û zext wî hê bêhtir xurt dikirin. Bê tirs şer kir û li pêşberî dijmin bi xurtî sekinî. Her tim ji hevrêyên xwe re pêşengî dikir. Fermandar Reşîd ê ku di îdeolojiya rizgariya jinê de kûrbûyîn kiribû armanc, li ser bingeha felsefeya Rêber Apo nêzî rastiyên civakî ya ku jin dijiyan dibû û lêpirsîn dikir. Şahidî ji bêadeletiya ku di encama sîstema baviksalarî de dertê holê kir û ji bo guhertina vê rastiyê biryara têkoşînê daye. Ji fikrên Rêber Apo yên der barê azadiya jinê de bandor dibe û di vî alî de kûr dibe. 

Hevrê Reşîd weke fermandarê herêmê careke din berê xwe dide Bakur û têkoşîna xwe li herêma Nordiz ku lê ji dayik bû û mezin bû, dewam kir. Dema ku derbasî Nordizê bû, berpirsyariyên wî hîn bêhtir zêde bûn. Li vir pêşengiyê ji gelek karên girîng re dike û ji rêxistinbûnê heta operasyonan li gelek qadan serketinê bi dest dixe. Hevrê Reşîd ku fermandarekî kedkar, fedakar û bi cesarete, bi çalakiyên ku tevî hevrêyên xwe pêk anîne re derbên giran li dijmin dide. Sala 2020’an pêvajoyeke ku têkoşîn dijwar bû û fedekariyên mezin hebûn. Hevrê Reşîd di 27’ê Gulana 2020’an de dema li herêma Nordiz li ser erka xwe bû, di pevçûnên bi artêşa Tirk a dagirker re heta nefesa xwe ya dawî bi awayekî fedaî şer kir û şehîd bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Şert û mercên kar, tenduristî, ewlekarî û jiyana azad ên Rêber Apo divê bêne afirandin’
Nûçeya Pişt re Ji gerîla çalakiyên hewayî: Radarek, konteynirek û 2 kon hatin îmhakirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

ROJEVA 19’Ê MIJDARA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Ciwanên govend gerandin hatin girtin

9 ciwanên ku li Mêrsînê hatibûn binçavkirin, bi îdiaya "propagandaya rêxistina terorê kirine" ji hêla…

Ji aliyê Stêrk TV

Tulay Hatîmogûllari bang li desthilatdariyê kir ku pêngavan biavêje

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari peyamên Rêber Apo silav kirin û got ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Xelkê Lacanê piştî zexta leşkerî vegeriyan malên xwe

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Mûsil û Duhokê li dijî PDK’ê çalakî hatin lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Bûyera gundê Lacanê çawa dest pê kir û sedem çi ye?

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Şêniyên taxa Xebat li dijî zilma PDK’ê ya li ser Lacanê rabûn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?