Duşem, 13 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Keleş: Divê siyaseta Kurdî dîplomasiyeke xurt bimeşîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zeynep Cansiz jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 13’Ê NÎSANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li DEM Partiyê pêvajoya civînê ya 5 rojî bi dawî bû.

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komîteya Dîplomasiyê ya Hevbeş bi rojeva yekîtiya neteweyî li hev civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rûsya û Ûkranya hevdu sûcdar dikin: Agirbest bi hezaran car hatine binpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    HPG-NRÇ: Hevrêyê me Mazlum Serêçiya şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê Nizar Amêdî pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana Ramazan Kiran ê ku piştî 33 salan hat berdan, kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanên Şengalê pirtûkxaneyeke nû li Şengalê vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kolektîfa Saza Êzî xwe ji Çarşema Serê Nîsanê re amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ûweyş Ocalan li ser gora xwe ya li Amarayê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Îranê aqûbeta 3 jinên hatine binçavkirin, ne diyar e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Evrîm Alataş hate bîranîn: Em ê mîrateya wê ji bîr nekin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bernê ji bo Yenar Mihemed bîranîn hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Enqere û Stenbolê 3 jin bi çekê hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê li dijî darvekirinên li Îranê banga lezgîn kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di meha Adarê de 29 jin û 2 zarok hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Xizma girtî: Ji bo pêkhatina aştiyê divê dewlet jî gavê biavêje
Rojane

Xizma girtî: Ji bo pêkhatina aştiyê divê dewlet jî gavê biavêje

Turkan Ildiz ku du kurên wê girtî, kurekî wê jî winda ye, anî ziman ku ew aştiyê dixwaze, lê belê ji bo vê divê dewlet jî gavê biavêje.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 25. Tebax 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Di vê pêvajoyê de ku bi banga Rêber Apo destpê kir, Tevgera Azadiyê ya Kurd bi berpirsyariya xwe rabû û li gel ku gavên destpêkê avêt, dewlet hîn jî xwe nade ber avêtina gavan. Dewleta Tirk ku heta niha gavên ku dilê gel xweş bike neavêtiye, dibe hedefa nerazîbûnan.

Turkan Ildiz ku du kurên wê girtî ne, anî ziman ku ew aştiyê dixwazin, lê belê aştî bi gavên du aliyan dibe. Turkan Ildiz ji ANF’ê re axivî û destnîşan kir ku ew li dijî ferzkirina poşmaniyê ye.

‘WEKE GELÊ DIN EM DIXWAZIN LI XAKA XWE AZAD BIN’

Turkan Ildiz ku ji Mêrdînê ye, diyar kir ku ji ber zext û zordairyê ew neçar man gundê xwe biterikînin û li Stenbolê jiyana xwe dewam bikin. Turkan Ildiz got, “Em ji navçeya Şemrex a Mêrdînê ne. 14 sal in em li Stenbolê dimînin. Jiyana li vê derê ji bo dayikên Kurd gelekî zehmet e. Ji ber ku em bi Tirkî nizanin gelekî zor û zehmetiyê dikişînin. Em dixwazin li xaka xwe, gundê xwe, ava xwe vegerin. Em dixwazin li warê dayik û bavê xwe vegerin û bi rengekî azad lê bijîn. Weke gelên din ên li cîhanê em dixwazin li xaka xwe azad bin. Em li vir azad nînin, rehet jî nînin.

Me bar kir vê derê. Kurê min ê mezin li Amedê, li Zanîngeha Dîcleyê dixwend. Di şerê Xwerêveberiyê de çû Nisêbînê. Li wir birîndar bû. Piştî ku birîndar bû hate binçavkirin û niha girtî ye. Wî timî sirgûnî girtîgehên cuda dikin. Ez jî li pey wî diçim. Ez çûm Erzînganê, çûm Erzîromê. Çûm Tokat, Bodrûm, Amed, Mêrdîn, Girtîgeha Sîlîvrî ya Stenbolê. Bêguman ez ê biçim, ji ber ku zarokên me rûmeta me ne.

Girtiyên li girtîgehan rûmeta me ne, paşeroja me ne, hêviya me ne. Em dixwazin di rojên azad de zarokên me ji girtîgehan derkevin, ji çiyê bên.

Kurê min Haydar du sal in bi kansera kezebê ye. Kurê min ê din Îbrahîm Halîl jî li Girtîgeha Tekîrdagê ye. Du caran cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî lê hatiye birîn. Pênc meh in li hucreya yek kesî tê hiştin. Şert û mercên jiyanê ji bo wî gelekî nebaş e.”

‘KUREKÎ MIN WINDA YE, JI ALIYÊ POLÎSAN VE DIHATE ŞOPANDIN’

Turkan Ildiz her wiha ragihand ku kurekî wê jî winda ye û diyar kir ku piştî dadgehê 25 sal cezayê girtîgehê lê birî her roj rastî zexta polîsan dihat, ji aliyê polîsan ve dihate şopandin, lewma çar sal in ew nikare agahiyê ji kurê xwe werbigire. Turkan Ildiz got, “Navê kurê min ê winda Mehmet Zekî ye. Salekê li girtîgehê hate hiştin. Piştre şeş mehan bi kontrola edlî îmze da. Piştî şeş salan 25 sal ceza lê hate birîn. Her roj dihate şopandin. Polîsan diavêtin ser malê û lê dipirsîn. Me carna digot çûye welatê xwe, carna jî li kar e. Her carê me tiştek digot. Ew timî dişopandin. Li dora malê timî wesayitên reş û girtî digeriyan.

Çar sal in em nikarin agahiyekê ji wî werbigirin. Em nizanin bê sax e yan na. Çûye cihekî yan jî  ji aliyê dewletê ve hatiye revandin, em bi wê jî nizanin. Em li benda agahiyekê ne. Em dixwazin zanibin bê hatiye kuştin, an sax e. Em dixwazin ev pêvajo bi ser bikeve; belkî bi saya vê yekê em ê aqûbeta kurê min hîn bibin.”

‘EM POŞMANIYÊ QEBÛL NAKIN’

Turkan Ildiz li hemberî zexta dewletê ku poşmaniyê li girtiyan ferz dike nerazîbûn nîşan da û anî ziman ku ew vê nêzîkatiyê qebûl nakin. Turkan Ildiz got, “Ji kesekî ku 30 salan girtî maye hêviya poşmanbûnê dûrî ji aqil e. Ji ber ku mafên xwe xwestiye tu 30 salan wî digire. Te sih salên emrê wî jê stendiye. Piştre jî li bendê ye ku poşman bibe. Aliyekî vê yekê ku bê qebûlkirin nîne. Ez jî bim ez ê vê qebûl nekim. Zarokên min jî qebûl nakin.”

‘DAYIK AŞTIYÊ DIXWAZIN’

Turkan Ildiz destnîşan kir ku di pêvajoya aştiyê de divê gav bêne avêtin, lê belê dewletê gavek neavêtiye û got, “Pêvajoya aştiyê destpê kir. Divê zarokên me êdî azad bibin. Em dayik aştiyê dxiwazin. Bêguman divê gav bêne avêtin. Heta niha gavek nehatiye avêtin. Em ji pêvajoya aştiyê bi hêvî bûn, lê belê ji ber ku heta niha gavek nehatiye avêtin hêviyên me diqedin.

Çek hatin şewitandin, lê belê dewletê gavek neavêtiye. Dubare dikim: Em dayik aştiyê dixwazin. Dibêjin, ‘Em xwişk û bira ne’, em jî xwişk û biratiyê dixwazin. Daxwazeke me ya ewqasî mezin nîne, em xwişk, biratî, aştî û wekheviyê dixwazin.

Du kurên min li girtîgehê ne, yek jî çar sal in winda ye. Weke dayikekê ez dixwazim bigihêjim zarokên xwe. Eger aştiyek wê pêk were, divê zarokên xwe hembêz bikim. Em dixwazin gav bi lezgînî bêne avêtin. Divê gav bêne avêtin ku zarokên me azad bibin, em wan hembêz bikin.”

Turkan Ildiz herî dawî got, “Eger wê aştî bibe, divê çek bêdeng bibe. Eger wê aştî bibe divê dawî li pêkanînên qeyûman bê anîn. Eger wê aştî bibe divê azadî zêde bibe, zextên li ser gelê Kurd bi dawî bibin. Ez dixwazim ji pêvajoya aştiyê bawer bikim; lê belê samîmiyetekê nabînim.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Komîsyon divê li aktorên meseleyê hemûyan guhdarî bike’
Nûçeya Pişt re Karayilan: Hevala Gulistan wê her tim di têkoşîna me de pêşenga nemir be
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Ûkraynayê di êrîşa Rûsyayê de 51 kes mirin

Li bajarê Poltava yê Ûkraynayê, di êrîşa fuzeyî ya Rûsyayê de ku li dijî enstîtuyeke…

Ji aliyê Stêrk TV

Di nav xwarina girtiyên jin de gule derket

Di nav xwarina girtiyên ku li Girtîgeha Jinan a Amedê dîl tên ragirtin de gule…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Îranê di du salên dawîn de derheqê nêzî 300 derhêneran de doz hate vekirin

Berdevkê Mala Sînemayê ya li Îranê diyar kir ku piştî şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ derheqê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Keleş: Divê siyaseta Kurdî dîplomasiyeke xurt bimeşîne

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Zeynep Cansiz jiyana xwe ji dest da

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 13’Ê NÎSANA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li DEM Partiyê pêvajoya civînê ya 5 rojî bi dawî bû.

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?