Duşem, 30 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Banga rêxistinên rojnamegeran: Bila rojnamegerên girtî serbest werin berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk: Yekîtiya Neteweyî ji bo Kurdan gelekî girîng e

    Ji aliyê Stêrk TV

    PÎK’ê êrişa li ser mala Nêçirvan Barzanî şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Çîna karker êdî bi propagandayên mîlîtarîst ên desthilatdariyê yên li dijî Kurdan naxape’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji malbata wî sê kes li benda ‘mafê hêviyê’ ye: Bila biryarên DMME’yê bi cih bêne anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 29’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    CPT-Amerîka: Li Kurdistanê di mehekî de 474 êrîş pêk hatin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dihokê nûnertiya YE’yê bû armanc, li Xurmatu baregeheke Haşdî Şabî hate bombekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji hevserokê Meclîsa Gel a Şengalê peyama entegrasyonê

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK’ê êrişên li ser Başûr şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê êrişa li ser mala Nêçirvan Barzanî şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Trîbunala Jinê ya 2026 li Brukselê destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî dîlgirtina li Dêrazorê jinûve li nava refên têkoşînê ye: Serbilind û xurt im

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê 3 jinên din jî hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Girtiyên jin ên li Evînê rû bi rûyê xeteriya jiyanî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd ji bo Newrozê peyam da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YPJ’ê peyama ji bo Cejna Remezanê û Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji Komîna Şano ya Çiya û Akademiya Şehîd Sefkan xebatek taybet

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND û Hunera Mizgînê ‘’Roja Şanoyê ya Cîhanî’’ pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bergeke din a parêznameyên Rêber Apo bi Fransî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ehmed Huseynî helbestvanek ku li ser şopa Cegerxwîn bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên Rojava li Çemçemalê hêjayî xelatên rûmetê hatin dîtin 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Vejîna Kurd de vê hefteyê: Qada Rêbertî û Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Silêmanî û Koye bi mûşek û dronan hat hedefgirtin
Li Mûsil û Kerkûkê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Xizmên windayan li 5 bajaran daxwaza edaletê kirin
Rojane

Xizmên windayan li 5 bajaran daxwaza edaletê kirin

Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan li pênc bajaran ji bo kesên di binçavan de hatin windakirin û cezakirina kiryarên wan edalet xwestin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 27. Kanûn 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Xizmên windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) çalakiyên xwe yên heftane yên ji bo eşkerekirina aqûbeta kesên di binçavan de hatine windakirin û darizandina kiryarên wan, domandin.

AMED

Malbatên windayan û Şaxa ÎHD’ê ya Amedê di hefteya 881’emîn a çalakiya xwe ya li Parka Koşûyolûyê de, li aqûbeta Mehmet Ozdemîr ê di 26’ê Kanûna 1997’an de li Amedê hat windakirin pirsîn.

Çalakî, li pêş Bîrdariya Mafê Jiyanê bi rêzgirtinê destpê kir. Pankarta “Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin” hat vekirin. Parazvanên mafên mirovan li vir kom bûn û li aqûbeta windayan pirsîn. Serokê Şaxa ÎHD’ê Ercan Yilmaz, ewil 34 gundiyên Roboskiyê ku di 28’ê Kanûna 2011’an de hatin kuştin bibîr anî û xwest edalet cihê xwe bibîne.

Piştre Mizgîn Ozdemîr çîroka kalikê xwe Mehmet Ozdemîr ku hatiye windakirin xwend û xwest hestî û gora kalikê wê bê dîtin û hesap ji kujeran bê pirsîn.  

ÊLIH

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û malbatên windayan li Elihê çalakiya xwe ya li ber Abîdeya Mafên Mirovan a li Kolana Gulistanê di hefteya 717’an de berdewam kirin. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên li bajêr û gelek welatî beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta darizandina kiryarên komkujiya Roboskiyê ku di 22’yê Kanûna 2011’an de li gundê Roboskiyê yê navçeya Qileban a Şirnexê 34 kes bi balafirên dewleta Tirk hatin qetilkirin, hat pirsîn.

Endamê ÎHD’ê Huseyîn Elçî çîroka 34 qurbaniyan vegot. Elçî diyar kir ku ji aliyê Hêzên Çekdar ên Tirk ve çar bombe li ser gundiyên ku ji sînorê Iraqê derbas dibûn hatine reşandin û got: “Kom ji 38 gundiyan pêk dihat, di nav wan de zarok jî hebûn û herî kêm 50 hêstir hebûn. Di encama bombebaranê de 34 kesan jiyana xwe ji dest dan. 19 ji wan kesên ku mirin di bin 18 saliyê de bûn. Ji nîvê zêdetir kesên ku mirin ji malbata Encu bûn.”

Elçî bal kişand ser doza komkujiyê û got ku divê kujerên her 34 welatiyan bên dîtin û darizandin û cezakirin.

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

COLEMÊRG

Şaxa ÎHD a Colemêrgê û xizmên windayan ji bo hefteya 207’emîn a çalakiya xwe li Kolana Hunerê ya navçeya Gever ya Colemêrgê kom bûn. Di çalakiyê de ku pankartek bi nivîsa “Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin” hat vekirin,wêneyên kesên ku di dema binçavkirinê de hatine windakirin hatin hilgirtin. Vê hefteyê, xizmên windayan daxwaza hesabpirsînê ji kiryarên kuştina Hasan Ateş kirin ku di sala 1994’an de di serdegirtina malê de hat binçavkirin û qetilkirin.

Daxuyaniya metnê ji aliyê Hevseroka Şaxa ÎHD a Colemêrgê Sibel Çaprazê ve hat xwendin. Çaprazê destnîşan kir ku têkoşîna malbata Ateş a ji bo zarokê xwe yê li ber çavê cîhanê aht qetilkirin, bi biryarên bêhiqûqî yên darazê hatiye astengkirin û got ku lê dê têkoşîna wan a ji bo aqûbeta Hasan Ateş bidome û ew ê tim doza darizandina kiryarên wî bikin.

RIHA

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Rihayê 64’emîn çalakiya xwe ya heftane li ber Navenda Kirrûbirrê ya Novada Parkê bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin” li dar xist. Beşdaran wêneyên windayan hilgirtin.

Vê hefteyê, ji bo Fethi Yildirim ku li navçeya Wêranşar a Rihayê winda bû, edalet hat xwestin. Hevserokê Şaxa ÎHD ya Rihayê Baver Gul daxuyaniya çapemeniyê xwend û got: “64 hefte ne, em têkoşîna herî dirêj a ji bo heqîqet û edaletê li van axan didomînin da ku balê bikişînin ser rastiya windakirinên bi zorê û polîtîkayên înkar û bêcezatiyê. Îro, em careke din radigihînin ku me hezkiriyên xwe yên di binçavan de ji bîr nekirine, em ê nehêlin ew werin jibîrkirin û em ê dev ji lêgerîna xwe ya edaletê bernedin.”

Gul got: “Wekî malbatên kesên ku bi zorê hatine windakirin, em dipirsin, hezkiriyên me li ku ne? Em bi destnîşan dikin ku windabûn ne tenê ji bo kesên ku winda dibin trawmayek e, di heman demê de trawmayek e ku jiyana kesên ku li dû xwe hiştine tarî dike û bi nifşan berdewam dike; ev sûc nikare têkeve ber demboriyê.”

Daxuyanî piştî xwendina çîroka Fethi Yildirim ku 31 sal berê hat windakirin, bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

ÎZMÎR

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Îzmîrê li ber avahiya kevn a Sumerbankê ya li Konakê çalakiya xwe ya du hefteyî domand û li ser çarenûsa kesên ku di binçavan de winda bûne daxwaza edaletê kir. Pankartên bi nivîsên “Winda diyar in, kiryar li ku ne?” û “Winda meseleya wijdanê ne, ji bo wan rabin ser pêyan” hatin daliqandin. Rêvebera şaxa ÎHD ya Îzmîrê Nazli Turanê vê hefteyê bal kişand ser doza Veysel Guney ê 24 salî ku di 28’ê Kanûna 1980’yî de piştî darizandina li Edeneyê hat îdamkirin û cihê veşartina wî hîn jî nayê zanîn.

Nazli Tûranê bilêv kir ku malbata Guney û hevalên wî bi salan ji bo cihê gora Guney têkoşiyane, lê dîsa jî cihê gora wî nehatiye hînkirin. Nazli Tûranê bang kir ku cihê gora Guney bê eşkerekirin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Hêviyên şehîd Zîlan Roboskî
Nûçeya Pişt re Li Zaxoyê 50 dikanên koçberên Şengalî şewitîn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Tevgera 78’an piştgirî da banga sedsalê ya Rêber Apo

Tevgera 78'an diyar kir ku ew piştgiriyê didin banga "Aştî û Civaka Demokratîk" ya Rêber…

Ji aliyê Stêrk TV

Îtalyayê hemwelatîbûna rûmetê da Werîşe Muradî

Şaredariya bajarê Poggibonsi yê Îtalyayê bi piraniya dengên encûmena şaredariyê hemwelatîbûna rûmetê pêşkêşî girtiya siyasî…

Ji aliyê Stêrk TV

Şewb bandoreke giran li sewalkariyê dike

Şewba ku sewalkarî têk biriye, pirsgirêka tenduristiya sewalan a li Tirkiyeyê careke din raxist pêş…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Efrîna dagirkirî birîna daran dewam dike

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

CPT-Amerîka: Li Kurdistanê di mehekî de 474 êrîş pêk hatin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Banga rêxistinên rojnamegeran: Bila rojnamegerên girtî serbest werin berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?