Çiyayên Kurdistanê ji bo Kurdan her tim bûne warê parastina hebûnê. Lewma ev çiya ji bo Kurdan her tim mîna hembêza dayikê ne. Çawa ku dayikek zarokên xwe ji xeteriyan diparêze çiyayên me jî gelê me hembêz kiriye û diparêze. Ji bo Kurdan çiya tê wateya jiyan û azadiyê, tê wateya rabûna li ber tinebûnê.
Parêzeriya çiyê rastiyeke welê ye ku her Kurdên bi rûmet berê xwe dide wê. Gelê Kurd li dijî dagirkerî û mêtingeriyê ti carî dest ji çiyê bernedan. Bi vî rengî li çiyê serî hildan, xwe parastin. Xwînda Evîn jî yek ji bi hezaran dilên bi rûmet bû ku li ber dagirkeriyê û berê xwe da çiyê.
Selma Aksû sala 1988’an li navçeya Bismil a Amedê li nava malbateke welatparêz mezin bû ku çanda xwe diparastin. Mîna her zarokeke Kurd zarokatiya wê jî di nava êrîşên dijmin de derbas bû. Dijmin timî zext û êşkence li malbata wê dikir ku dilsozê welatparêzî û tevgera azadiyê bû. Lê belê malbata Selma li hemberî van êrîşan ti carî tawîz neda, nasname û rûmeta xwe parast. Zarokên xwe jî bi vê çanda berxwedanê mezin kir. Selma ku di nava malbatê de dilsoziya bi xakê û welatparêziyê re hîn bû, hîn di zarokatiyê de Tevgera Azadiyê nas kir. Her ku dît bê dijmin bi çi rengî êrîşî gel dike, zilmê dike, hêrsa wê ya tolhildanê jî mezin bû. Selma mîna her Kurdekî welatparêz û bi rûmet ji bo parastina rûmet û nirxên xwe dixwest xwe bigihîne çiyê û azad bibe. Li welatekî dagirkirî ji dayik bû û rûyê qirêj ê dagirkeran dîtibû. Jİ bo azadkirina welatê xwe û rizgarkirina ji dagirkeriyê di sala 2009’an de berê xwe da çiyayên azad û tevlî nava refên gerîla bû.
XWÎNDA BI ÇIYÊ RE BÛ YEK
Li welatê xwe yê dagirkirî bi navê ‘Selma’ ji dayik bû û mezin bû. Li çiyayên azad ku hebûna xwe jinûve lê pêk anî, navê ‘Xwînda Evîn’ li xwe kir û dest bi nivîsandina çîroka xwe kir. Bi vî rengî weke gerîlayeke ku ji bo azadiya welatê xwe şer dike li çiyê dest bi rêwîtiyê kir. Xwînda di ser Mêrdînê re tevlî nava gerîal bû, perwerdeya xwe ya destpêkê ya gerîlatiyê û tecrûbeyên destpêkê li vê derê hîn bû. Zû hînî jiyana gerîla bû, ji ber ku her Kurdek xwedî têkiliyek bi çiyê re ye. Di dilê xwe de hîs dike ku çiyayî ne, zû hînî jiyana li çiyê dibin. Xwînda jî bi vê rastiyê bi çiyê re bû ye. Çiya ji bo wê bû cihê parastina hebûn û civaka xwe. Ji ber vê jî wateyeke mezin da jiyana azad a ku PKK’ê li çiyê afirandiye.
Ji roja ku tevlî nava refên gerîla bû û pê ve ji bo xwe, civak û dîroka xwe fêhm bike, berhemên Rêber Apo xwend. Her ku xwend civaka xwe nas kir û fêhm kir. Herî zêde kete bin bandora analîzên Rêber Apo yên têkildarî jinê. Li ser pirsên jinên azad kî ne, çawa dijîn xwe kûr kir û ji bo vê nasnameyê di kesayetiya xwe de bide rûniştandin têkoşiya. Piştî ku demekê li qada Bakur ma, derbasî Başûrê Kurdistanê û bi perwerdeyên leşkerî yên li vê derê xwe hîn bêhtir bi pêş ve bir. Ji bo bibe gerîlayeke profesyonel bi perspektîfa dema nû re xwe amade kir. Bi fedakarî û daxwazeke mezin tevlî perwerdeyê bû, di vê pêvajoyê de li qada sabotajê bû pispor. Berê xwe da armanca xwe û xwest, her tiştî bixe pratîkê.
Li çiyê kesayetiya xwe bi pêş ve bir, rastiya jinê di kesayetiya xwe de afirand ku di bedewî û pîvanan de israr dikir. Ji bo mirov bibe xweedî nasnameya jin a azad divê ji xeta Rêbertî dûr nekeve û bikeve nava şerekî mezin. Xwînda jî ev pîvan ji xwe re kir esas û jiyana xwe bi estetîka jin a azad ava kir. Têkiliyên xwe yên bi hevrêyên xwe re timî ji bo azadî û pêşvebirinê bû. Bi tevlîbûna xwe ya sade, kedkar û fedakar bala hevrêyên xwe kişand û ji bo hevrêyên xwe bû cihê baweriyê.
ŞERT Û MERCÊN ZEHMET, KESAYETIYÊN XURT DIAFIRÎNIN
Şert û mercên zehmet kesayetiyên mezin diafirînin. Ji ber vê jî her gerîla xwe ji şert û mercên zehmet re amade dikin, îradeya xwe bi zehmetiyan xurt dikin. Di heman demê de zehmetî mamosteyê herî baş e ku ji mirov re dibe alîkar ku xwe nas bike. Xwînda jî bi vê rastiyê tevgeriya û xwe ji şert û mercên zehmet re amade kir.
Xwînda wateyên mezin da jiyanê û bi vî rengî li dijî dijmin şer kir. Her çepereke dagirkeriyê ya hate hilweşandin rêya azadiyê ya welatê wê ye. Ji bo bersiveke xurt bide pêvajoyê timî xwe kûr dikir. Ev kûrbûnên xwe bi hevrêyên xwe re parve dikir û ji bo careke din biçe Bakurê Kurdistanê pêşniyar kir. Pêşniyara wê hate qebûlkirin û derbasî qada Xerzanê bû.
DESTANEK LI XERZANÊ
Xwînda vê carê weke gerîlayeke profesyonel û hîn bi tecrûbe li Bakurê Kurdistanê vegeriya. Qada Xerzanê ji bo wê xwedî cihekî mezin ê wateya manewî bû. Li warê Mizgîn û Arjînan mîna ku derkete pêşberî xwedawendan bû. Li vê derê dixwest bide ser şopa fermandarên mezin û mîna wan nasnameya jin a azad temsîl bike. Di têkoşîna xwe ya li Xerzanê de berxwedana dîrokî ya van hevalan her tim ji xwe re kir esas û di ruhê xwe de hîs kir û li dijî dagirkeran timî çalakî kir. Bi berpirsyariya milîtaniya Apoyî tevgeriya û li Xerzanê têkoşîn bilind kir. Ala serketin û berxwedanê mîna gelek lehengên nemir heta nefesa xwe ya dawî bi şerkirinê hilda.
Di şeva Newroza 2017’an de bi ruhê berxwedanê yê Mazlûm, Mizgîn û Arjînan li dijî dagirkeran şer kir, di şer de heta fîşeka xwe ya dawî li ber xwe da û bû milîtaneke Apoyî ya fedaî ku da ser şopa fermandarên mezin. Îro hevrêyên wê li ser şopa wê û bi hezaran lehengên Kurdistanê dimeşin û ala serketinê bilind dikin.