Li gorî agahiyan, hunermenda Kurd Yelda Ebbasî ya ji navçeya Şîrvanê ku ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve li mala malbata xwe ya li Meşhedê hatibû binçavkirin, hat berdan.
Hate ragihandin ku Yelda Ebbasî ji ber çalakiyên xwe yên têkildarî tevgera “Jin, Jiyan, Azadî” hatiye binçavkirin û berê der barê wê de salek cezayê girtîgehê hatibû dayîn.
Yelda Ebbasî ku li Elmanyayê dimîne ji bo betlaneyên Noelê bi hevjînê xwe û zarokê xwe re serdana malbata xwe ya li Îranê kiribû.

