Di dîroka gelê Kurd de gelek welatparêz hene ku teslîmî dijminê xwe nebûne û xwe feda kirine. Jiyanek nû ya bi azadiyê barkirî, afirandine. Yek ji wan jî şehîd Ebdilrehman Murşid e. Ebdilrehman li hember çeteyên dewleta Tirk dema ji kantona Şehba bi malbata xwe re koçberî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikir, guleya xwe ya dawî di xwe de diteqîne û bi vî awayî bersivek dide dijminê xwe ku “Gelê Efrînê ji dijminan re serî natewînin”.
Di 27’ê Mijdara 2024’an de HTŞ’ê bi armanca hilweşandina rejîma Baas êrîşek li Sûriyeyê da destpêkirin. Bi vê operasyonê re rejîma Baas a ku zêdetirî 50 sal hebûna desthilatdariya xwe parastibû, tê hilweşandin. Li hemû dever û herêmên ku dikevin bin serweriya HTŞ’ê, binpêkirin, kuştin, talan, revandin û koçberkirina gel ji ber hovitiya wan tê destpêkirin. Yek ji wan herêman jî Kantona Şehba bû ku gelê wê û koçberên Efrînê yên di sala 2018’an de ji ber êrîşên dewleta Tirk bi darê zorê koçber bibûn, piştî 8 sal ji berxwedaniyê carek din di koçberiyê re derbas bûn. Di wê koçberiyê de gelek mêrxas hebûn ku teslîmiyet nepejirandin û xwekuştinek fedayî pêk anîn. Yek ji wan jî Şehîd Ebdilrehman Murşid ê 58 salî bû.
EBDILREHMAN MURŞID KÎ YE?
Ebdilrehman Murşid di sala 1966’an de li warê zeytûnan li bajarê Efrînê ji dayik dibe. Li zanîngeha Lubnanê beşa “Hiquq” bi dawî dike. Di salên 1980’an de Partiyê nas dike û di oxira belavkirina fikra serxwebûna gel de gelek kar û xebat da meşandin, tevî ku gelek car ji aliyê rejîma Baas a hilweşayî ve tê girtin û êşkenceyên giran dibîne, lê belê Ebdilrehman qet serî netewand. Di qetandina zincîrên koletiyê de bi israr bû. Bi avabûna şoreşa 19’ê Tîrmehê re barên girantir dide ser milê xwe, bi keça xwe Narîn re gav bi gav bi şoreşê re têkoşîna xwe mezintire dike ango kêliyek ji jiyana xwe bê xebat di oxira welêt de derbas nake. Di sala 2014’an de dema nû li bajarê Efrînê rêxistinbûyin ava dibe, Ebdilrehman cihê xwe di avabûna Hêzên Ewlekariya Hundirîn de digre. Bendên parastinê “Haciz” dide avakirin û dar weke alavek parastinê derdixin holê. Di Meclîsa Rûspiyan de bi erka rêveberiyê radibe, di Ofîsa têkiliyên leşkerî de cihê xwe digire, di her cihê ku xebat pêwîst dikir de qisur nexist karê xwe. Bi koçberbûna bi darê zorê ji bajarê Efrînê ber bi kantona Şehba re carek din israra wî ya xebatkirinê bilindtir dibû, ango koçberbûyîn bandor li ser fedekariya wî nekir.
Di salvegera yekem a şehadeta Ebdilrehman Murşid de, hevjîna wî Ayrîn Murşid qala jiyana hevjîna xwe dike û wiha got: “Ez û şehîd bi hev re mezin bûn, hem pismamê min bû hem jî kurxaltika min bû. Di sala 1966’an de li gundê Miskê ji dayik bûye. Li dibistanê beşa ‘Hiquq’ dixwîne, lê ji ber ku barê malê hildigre ser milê xwe, xwendina xwe naqedîne. Lewma her digot, ‘Eger rojek ji jiyana min mabe ez ê Li Zanîngeha Rojava vê beşê dîsa bixwînim’. Di sala 1995’an de em bi hev re dizewicin.”
BI HEMÛ HÊZA XWE DI RÊXISTINÊ DE KAR KIR
Ayrîn têkildarî kar û xebatên şehîd Ebdilrehman kir û got, “Ebdilrehman di salên 80’î de bi riya şehîd Rifet û Seydo partî nas dike û dest bi tekoşînê dike. Ji ber dizane ku karê vê partiyê dikeve xizmeta gelê bindest, bi hemû hêza xwe têde kar dike. Mala me bibû cihê perwerde û civînên partî têde dihatin çêkirin. Gelek caran rejîma Baas bi ser malê de digirt, lê ji ber ku du deriyên mala me hebûn şehîd Ebdilrehman hevalan ji deriyê din re derdixistin û wan ji rejîmê dida parastin.
Rejîma Baas dema zanî hevjînê min di rêxistinê de kar dike, sê caran wî girtin û xistin zindanê û yek ji wan jî zindana Filastîn bû. Gelek êşkence li wî dikirin da ku dest ji rêxistinê berde lê belê Ebdilrehman her ku ji zindanê derdiket hêrsa tolhildanê di wî de gurtir dibû û yek roj jî terka têkoşîna xwe nekir. Di sala 2018’an de dema ku dewleta Tirk bi 73 balafiran êrîşî bajarê Efrîn û navçeyên wê kir, Ebdilrehman ji gundê xwe Miskê ya girêdayî navçeya Cindirêsê derneket, her wiha hevalên ku di çeperan de birîndar dibûn digirt mala xwe, ew û keça min Narîn wan hevalên birîndar tedawî dikirin heya kêliya derketina bi darê zorê ji bajarê Efrînê.”
EW KOÇBER DIBE LÊ RUHÊ WELATPARÊZIYÊ JI DILÊ WÎ KOÇ NAKE
Dema Ebdilrehman tevlî malbeta xwe weke piranî welatiyên Efrînê koçberî Şehba dibe carek din li ser bingeha vegera li welat kar û xebat dide meşandin, Ayrîn têkildarî xebatên wî yên li kantona Şehba ev tişt got: “Di 18’ê Adara 2018’an de em jî weke hemû welatiyên Efrînê koçberî kantona Şehba dibin, lê belê ruhê welatparêziyê û hêviyê ji dilê Ebdilrehman koç nekir, lewma li wir jî di Hêzên Ewlekariya Hundirîn de jî cihê xwe digre. Her wiha di Meclisa Rûspiyan, Yekîtiya Mamosteyan û herî dawî di partiya Niştîman a demokratik a Sûrî de cihê xwe digre. Xebatên xwe di partiyê de sînordar nake, her karek jê dihat xwestin bê dudilî di oxira pêkanîna wê de têdikoşiya. Ji ber êrîşên giran ên çeteyên dewleta Tirk ên li ser kantona Şehbayê ku gel di nava rewşek ne aram de jiyan dikirin, Ebdilrehman ji hemû mirov û cîranên derdora xwe re dibû çavkaniya moralê. Ji ber ku her li nava wan digeriya û gotina ‘Divê em di berxwedaniyê de israr bin’ dikir. Bi vî awayî hêvî di dilê derdor de dida çandin.”
TESLÎMBÛNÊ NAPEJIRÎNE
Ayrîn di dawiya axaftina xwe de behsa çalakiya bi rûmet a şehîd Ebdilrehman kir û wiha got: “Di 1’ê Kanûnê de ji ber giraniya êrîşan em neçar dibin ku carek din koçber bibin, çeteyên dewleta Tirk di rê de gelek kiryaran li ser sivîlan dimeşîne, ciwanan dide revandin, dide kuştin û gelek zarok ji ber serma û birçîbûnê jî di rê de jiyana xwe ji dest didin. Di rê de beriya ku em bigihijin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çeteyên dewleta Tirk wesayîta me dorpêç dikin. Lê belê şehîd Ebdilrehman ji bo ku bi guleya çeteyên qirêj neyê qetilkirin, radestkirinê nepejirîne, dibêje, ‘Şehîd namirin’ û li pêşberî me guleya xwe ya dawî di xwe de dide teqandin. Her çiqas bûyera şehadeta wî bi êş bû jî, lê belê ez û zarokên xwe gelek bi wî şanaz û serbilind in.”
Di heman demê de keça şehîd Ebdilrehman Murşid, Narîn Murşid jî bavê xwe bi bîr anî û wiha got: “Îro di bîranîna bavê xwe de ez gelek şanaz im. Dema ez zarok bûm bavê min her lênûs û pirtûk didan min û her ji min re digot ku divê tu xwe di xwendin û nivîsandinê de xurt bikî. Di sala 2013-2014’an de li gel bavê min peymangeh hebû, têde xwendekaran fêr dikir, yek ji wan xwendekaran jî ez bûm, lê belê bavê min di wir de felsefeya Rêbertî dida belavkirin. Dema şer li navçeya me hat destpêkirin gelek malbat ji navçeyê berê xwe dan gundê me, her wiha hin ji wan jî berê xwe dan bajarê Efrînê, yek ji wan jî malbata me bû lê belê bavê min di gund de ma, da ku alîkarî bike û gund ji çeteyan bide parastin. Bi israra xwe ez li gel bavê xwe mam û hemû karên ku bavê min dikir ez pêre dibûm alîkar. Rojane zêdetirî 40 heval di şer de berê xwe didan mala me û civîna xwe didan lidarxistin, her wiha dema heval di çeperan de birîndar dibûn bi bavê xwe re me birînên wan sax dikirin.”
‘HER BI HÊVIYA VEGERA LI WARÊ XWE BÛ’
Di dewama axaftina xwe de Narîn ev tişt got: “Piştî ku em koçberî kantona Şehba bûn, bavê min her berê me dida gundê Soxanekê ku gundê herî nêzî Efrînê bû û her henekên xwe dikir û digot, ‘Ma hûn naxwazin vegerin Efrîn ka em niha biçin’. Her bi hêviya vegera li warê xwe bû, yek car hêviya xwe nedida qutkirin. Beriya ku em ji Efrînê koçber bibin bavê min darên zeytûn û hin cureyên fêkiyan çandin, lê belê piştî em koçber bûn çeteyan hemû dar ji kok de rakiribûn. Dema bavê min ev yek bihîst gelek li zora wî çû. Piştre li Şehba gelek dar çandin û her digot heger em rojek vegerin Efrînê, bila kesên ku li şûna me di vê xaniyê de niştecih bibin, feyde ji van daran bigirin û bêhna xwe pê derxînin.”
Di dawiya axaftina xwe de Narîn têkildarî bûyera şehadeta bavê xwe axivî û got: “Dema êrîşên çeteyan destpê kirin û derdora kantona Şehba hat girtin, ez li bajarê Hesekê bûm. Min her li malbata xwe û gelê wir dipirsiya ku rewşa wan çawaye, lê belê êdî biryara derxistina gel ji Şehba hatibû dayîn. Derdora demijmêr 12, bi êvarê rê hatin vekirin da ku gel ji kantona Şehba derkevin. Ez her bi riya telefonê li bavê xwe digeriyam, bersiva min nedida. Piştî demek kurt agahiya şehadeta wî ji min re tê. Rastiyek heye, yên teslîm nabin, dibin qehramanên herî mezin.”
HER TIM HÊVÎ AVA DIKIR
Jîndar Murşid ku ew jî keça şehîd Ebdilrehman e, di destpêka axaftina xwe de bavê xwe yê şehîd bi bîr anî û got: “Bavê min di her aliyê de ji me re dibû palpişt û hêz dida me. Bavê min ji bo vegera li ser xaka xwe, her tim hêvî dida avakirin. Her tim digot, ‘Divê em ji rêxistina xwe bawer bikin’ û bi vî rengî tevdigeriya, ev coş û hêviya wî ji me re dibû cihê moralê. Bavê min hat herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, lê belê şehîd hat. Ew ti carî nayê jibîrkirin.”

