Girtiyê bi nexweşiya giran Yilmaz Çerçel ê ku 33 salan girtî ma û berdana wî 6 caran ji aliyê Desteya Çavdêrî û Îdareyê ya Girtîgehê ve hate astengkirin, ji Girtîgeha Girtî ya bi Tîpa H a Eskîşehîrê hate berdan. Çerçel li ber girtîgehê ji aliyê malbata xwe, rêveberên Rêxistina Bajêr a DEM Partiyê û nûnerê Anatoliya Navîn ê MED TUHAD FED’ê Enver Tek ve hate pêşwazîkirin.
Tek piştî berdanê axivî û anî ziman ku berdana girtiyan cihê kêfxweşiyê ye, lê belê divê girtiyên siyasî bi taybetî jî girtiyên nexweş bêne berdan. Tek bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û got, “Em dixwazin ku bi guhertina qanûnî hevalên me yên li girtîgehan bi lez bêne berdan.”

