Di çarçoveya 10-17’ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan de li Amedê rêxistinên girseyî yên demokratîk û parêzvanên mafên mirovan çalakiyan lidar dixin. Saziyên li bajêr tevahiya hefteyê wê bi panel, forûm, daxuyaniyên çapemeniyê, atolye û çalakiyên bîranînê balê bikişînin ser binpêkirina mafên mirovan.
Serokê Şaxê Amedê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ercan Yilmaz di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de ji ANF’ê re axivî û anî ziman ku li Tirkiyeyê binpêkirina mafên mirovan zêde dibe, bi taybetî jî neçareserkirina meseleya Kurd vê krîzê kûrtir dike.
Yilmaz ragihand ku binpêkirina mafan li Tirkiyeyê veguheriye pirsgirêkeke avaniyî û li Tirkiyeyê salên dûr û dirêj e çanda mafên mirovan nîne. Yilmaz anî ziman ku têgeha mafên mirovan ji aliyê dewletê ve weke terorîzmê tê dîtin û got, “Her kesên ku li ser mafên mirovan gotinekê dibêje, difikire, dinivîsîne têne cezakirin. Yek ji sedemên bingehîn ên vê yekê jî neçareserkirina meseleya Kurd e. Ji dema avabûna komarê û vir ve bi rêbazeke ku mafên mirovan ji xwe re dike esas kar nehate kirin. Piraniya destûrên bingehîn ên hatin amadekirin xwedî gelek aliyên welê ne ku cihêrengiyan ji nedîtî ve tê û tekperest in. Jİ ber vê jî di mijara çareseriya meseleya mafên mirovan a li Tirkiyeyê de gava herî mezin a dikare bê avêtin, çareseriya meseleya Kurd a bi rêyên demokratîk e.”
Ercan Yilmaz anî ziman ku li qada azadiya fikrî binpêkirin her roj zêde dibe û hem dadgerî hem jî hêzên ewlekariyê veguherîne mekanîzmaya zextê. Ercan Yilmaz got, “Mirov ji ber ku fikrê xwe tînin ziman li destdirêjiya dadgerî û hêzên ewlekariyê rast tên.”
Yilmaz her wiha bal kişand ser binpêkirina azadiya çapemeniyê û got, “Di azadiya çapemeniyê de jî gelek binpêkirinan rû dan Têkildarî meş, xwepêşandan û civînan em destwerdaneke tund a hêzên ewlekariyê û polîsan dibînin. Ev rewş nîşan dide ku tundî her roj zêde dibe.”

