Çalakiyên Yekîneyên Parastina Cewherî (YPC) yên li dijî desthilata qirker û dagiker a AKP-MHP’ê berdewam dikin. YPC’ê bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku yekîneyên wan di 17’ê Tebaxê de li Îzmîrê embara A101’ê îmha kiriye û got: “Yekîneyên me bi awayek serketî çalakî li dar xistiye û bi awayek ewle gihiştine cihê xwe.”
YPC’ê di daxuyaniya xwe de wiha got:
“Hemû kes û saziyên hevkar ên piştevaniya polîtîkayên qirkirina Kurd ên rejîma faşîst a AKP-MHP’ê dikin, di hedefa me de ne. Heta ku polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker bi dawî nebe nebe wê çalakiyên me bidomin. Em carek din soza xwe ya ji bo ciwan û jinên Kurdistanê nû dikin; Werin em govenda azadiyê mezin bikin û ji bo Rêbertiya Azad û Kurdistana azad di nava refên berxwedanê de li hev bicivin.”