Şemî, 14 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Car din êrîşî kampa PDK-Î hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kedkarê çandê Evdirehman Zal hate spartina axê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çiyayek Azadiyê, Ruhê Şehîdekî, Mîrasek Nemir: Salih Muslim

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bursayê ji êrîşkarên nijadperest re na, lê ji mexdûran re ceza

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bezwan: Divê Kurd momentên jeopolîtîk rast binirxînin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Şehîdê Çapemeniya Azad Osman Kiliç hate spartina axê: Berxwedan jiyan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nisêbînê bi hezaran daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan li Amed, Gever û Êlihê hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroza Kopê: Dema azadiya Rêber Apo ye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Xelfetiyê agirê Newrozê hate vêxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Evdirrehman Zal li Amedê merasîm

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJAR’ê ji bo Zeynep Celaliyan name ji Meclîsa Federal a Elmanya re şand

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Polîtîkayên desthilatê tundiya li ser jinê asayî dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dersim: Jin dikarin vê cîhanê biguherînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li çiyayên Kurdistanê coş û kelecana 8’ê Adarê berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê: 8’ê Adarê sembola berxwedana jinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa 80 jinên li girtîgeha Qerçekê di xeteriyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya klîba ‘Newroza Azadiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Ehmed Huseynî pira navbera nifşan bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Mihemed Şêxo li Qamişloyê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şeva fîlman a Rojên Çanda Jinên Kurd ên Berlînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd: Sembola bîra kolektîf, Govend

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Li Hewlêrê bi drone êrîşî otêlekî hat kirin
Gundiyên li dijî projeya GES’ê li ber xwe didin: ‘Em dest ji mêrgên xwe bernadin’
Bircên weşanê yên li Çiyayê Zimanko hate bombekirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > YPG: Dewleta Tirk ji bo Êzidiyan xeteriyeke mezin e
Rojava

YPG: Dewleta Tirk ji bo Êzidiyan xeteriyeke mezin e

YPG’ê di salvegera fermanê de daxuyanî da û got: “Dewleta Tirk ji bo gelên Rojhilata Navîn, bi taybetî jî ji bo gelê me yê Êzidî xeteriyeke mezin e. Em ji bo parastina gelê xwe yê Êzidî, amade ne.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Tebax 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi boneya salvegera 10’emîn a fermana 3’yê Tebaxê ya li Şengalê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin, berpirsiyarên vê qetlîama ku wek jenosîd tê dîtin, divê li dadgehên navneteweyî bên darizandin û hesab ji bê pirsîn.

Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya YPG’ê bi vî rengî ye:

“Di 3’ê Tebaxa 2014’an de li Şengalê ji aliyê DAÎŞ’ê ve li dijî gelê me yê Êzidî komkujiyek pêk hat ku ji bo hemû mirovahiyê cîhê şermê bû. Em kesên di komkujiya Şengalê de jiyana xwe ji dest dane û hemû cangoriyên azadiyê yên ku ji bo rizgarkirina gelê me yê Êzidî canê xwe feda kirine, bi rêzdarî bi bîr tînin.

Gelê Êzidî ew gel e ku kevneşopiyên herî qedîm ên Kurdan jiyane û heta îro parastine. Gelê me yê Êzidî ku di dîrokê de gelek caran bi komkujiyan re rû bi rû ma, di 3’ê Tebaxê de bi komkujiya herî hovane ya dîroka xwe re rû bi rû ma. Di vê komkujiya ku çeteyên DAÎŞ’ê pêk anî de bi hezaran Êzidî hatin qetilkirin, bi hezaran Êzidî ku piraniya wan zarok û jin bûn hatin revandin û li bazarên koleyan hatin firotin. Gelek hêzên ku komkujî bi destê çeteyên DAÎŞ’ê pêk anîn, beşdarî vê komkujiyê bûn. Yên ku komkujî plan kirin, bi qasî yên komkujî pêk anîne jî berpirsyar in. Dîsa yên ku di komkujiyê de gelê me yê Êzidî neparastin û çavên xwe ji komkujiyê re girtin jî berpirsyarê vê hovîtiyê bûn. Berpirsiyarên vê qetlîama ku wek jenosîd tê dîtin, divê li dadgehên navneteweyî bên darizandin û hesab ji wan bê pirsîn.

Dema gelê me yê Êzidî li ber çavên cîhanê ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve dihat qetilkirin, hemû cîhanê çavên xwe girtin û li komkujiyê temaşe kirin. Ji bo pêşîgirtina li vê qetlîamê, pêşî gerîlayên azadiyê yên Kurd mudaxele kirin û piştre hêzên me yên YPG-YPJ’ê mudaxele kirin û gelê me ji komkujiyê rizgar kirin. Divê her kes vê baş bizane: Di şexsê gelê me yê Êzidî de hewldana qirkirina mirovahiyê hebû. Berxwedana şervanên azadiyê hovîtiya DAÎŞ’ê rawestand û mirovahî ji felaketeke mezin rizgar kir.

Çeteyên dagirker ên ku nekarîn di komkujiya Şengalê de encamekê bi dest bixin, piştre berê xwe dan Rojavayê Kurdistanê û xwestin tola Şengalê hilînin. Bi berxwedana YPG-YPJ’ê re çeteyên DAÎŞ’ê li Rojava hatin bêbandorkirin û ruhê berxwedanê yê gelê Kurd, dost û dijmin ji her kesî re hat nîşandan.

Hêzên qetlîamker ên ku bi çeteyên DAÎŞ’ê negihîştin encamê, bi rêbazên cuda êrîşên li ser gelê me berdewam kirin. Beriya her tiştî dewleta Tirk a dagirker nekarî têkçûna çeteyên DAÎŞ’ê qebûl bike û di her firsendê de weke tolhildanê êrişî gelê me yê Êzidî yê Şengalê kir. Ji ber van êrişên dewleta Tirk a dagirker bi dehan Êzidî û şervanên wan jiyana xwe ji dest dan. Dewleta Tirk a dagirker bi van êrişan dixwaze qirkirina Êzidiyan temam bike. Li hemberî van êrîşên ku berdewama komkujiya DAÎŞ’ê ne, ji aliyê hêzên navneteweyî ve tu bertekeke cidî nayê nîşandan. Dewleta Tirk ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn bi taybet gelê me yê Êzidî xeteriyeke mezin e. Em bang li hemû hêzên navneteweyî û dewletên herêmê dikin ku li dijî van êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk bisekinin.

Em weke hêzên parastina gel YPG’ê careke din diyar dikin ku em ê weke berê îro jî gelê xwe biparêzin. Divê her kes bizane ku li hemberî her êrîşeke ku li dijî gelê me yê Êzidî pêş bikeve, helwesta me zelal e. Em diyar dikin ku em weke 10 sal berê îro jî bi hemû hêza xwe amade ne ku gelê xwe yê Êzidî biparêzin.

Di 10. salvegera Komkujiya Şengalê de em hemû cangoriyên azadiyê yên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane û ji bo parastina gelê me canê xwe feda kirine, bi rêzdarî bi bîr tînin. Em soza xwe dubare dikin ku em ê xwedî li mîrateya şehîdên xwe derkevin ku ji bo parastina gelê xwe yê Êzidî canê xwe feda kirine û gelê xwe li hemberî her cûre êrişan biparêzin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Ji bo rizgarkirina Şengalê, bi hezaran şehîd hatin dayîn’
Nûçeya Pişt re DEM Partiyê Komkujiya Êzîdiyan şermezar kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Cenazeyê Tofan Belîk û Şêx El Cebel hatin veşartin

Cenazeyê şervanên QSD’ê Tofan Belîk û Şêx El Cebel ên 26’ê Tîrmehê di encama qezaya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji jinên Amedî peyama 8’ê Adarê: Ji bo mezinkirina têkoşîna xwe em ê li qadan bin

Jinên ji Amedê diyar kir ku di 8'ê Adarê de wê li qadan bin û…

Ji aliyê Stêrk TV

QSD’ê li Minbicê hewldaneke çetayan têk bir

QSD’ê ragihand ku ew li başûrê Minbicê û Dêr Hafirê hewldana êrîşa çeteyên dewleta Tirk…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Car din êrîşî kampa PDK-Î hate kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

8 şehîd li Hesekê hatin veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Xizmên windayan li Amed, Gever û Êlihê hatin ba hev

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

YRA: Sala 2025’an 9 rojnamevan hatin kuştin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?