Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi daxuyaniyekê nasnameya fermandar şehîd Şîlan Kobanê eşkere kir.
Daxuyanî wiha ye:
“Di serdemekê ku tarîtiya pergala baviksalar, kastîk katîl û faşîzma dewlet-netew bi hemû hovîtiya xwe êrîşî rûmeta mirovahiyê û destkeftiyên jinan dike, Rojhilata Navîn careke din dibe qada şerekî hebûn û tunebûnê. Di nav vê krîz û kaosê de, Şoreşa Rojava ne tenê parastina herêmekê ye; ew keleha vîna jina azad û ronahiya ku tarîtiya sedsalan diçirîne ye.Di vê meşa azadiyê de, yên ku dibin mîmarên vê ronahiyê, ew qehreman in ku canê xwe dikin mertal. Yek ji van stêrka geş û fermandara fedaî, hevrêya me Şîlan Kobanê (Leyla Îsa) ye.
Hevrêya me Leyla Îsa, bi nasnav Şîlan Kobanê, di sala 1990’an de li gundê Girik Bîrmelî yê Kobanê, di nava malbatekî xwedî çandeke kûr a welatparêziyê û ji eşîra Kêtîkî ji dayik dibe. Kobanê ji bo Şîlanê ne tenê bajarek bû; ew dibistana yekem a berxwedanê bû. Zarokatiya wê di nava kolanên ku her kevirê wê bi zanista apogerî dihat hunandin de derbas bû. Dema ku di sala 2013’an de êrîşên herî giran li ser herêmê dest pê kir, hevrê Şîlan rastiya pergala kujer dît û biryarekî mezin da. Wê dizanibû ku parastina civakê, parastina rûmeta jinê ye. Lewma gava xwe ya yekem di nava refên Asayîşê de avêt. Li kolanên Kobanê, di bin barana guleyan de, wê bi şev û roj parastina welatê xwe kir. Di wê demê de Şîlan bû nîşaneya ewlekarî û hêviyê ji bo gelê xwe. Hevrê Şîlan, di kesayetiya xwe de ruhê jinên berxwedêr ên mîna Arîn Mîrkan û Rêvanan dabû rûniştandin. Ew ne tenê şervanek bû; ew mamosteyeke şer û hunermendeke jiyanê bû. Di şerê li dijî hovîtiya DAIŞ’ê de, tirs xist dilê dijmin û bû hêviya jinên bindest.
Fermandar Şîlan, piştî Kobanê berê xwe da herema Cizîrê. Di dema ku DAÎŞ’ê wekî belaya sedsalê êrîşî herêmê dikir, Şîlan li qada Cizîrê di çeperên herî pêş de cih girt. Ew bû şervan û fermandarekê tolhildanê; li dijî tarîtiya DAÎŞ’ê bi bawerî û biryardariyekî mezin şer kir. Di her gavê de, wê îspat kir ku parastina rûmeta mirovahiyê bi erkên xwe yên welatparêziyê pêkanînê re gengaze. Bi vîna jina azad, li herema Cizîrê di her pengavekê de rê neda dijminên şoreşê.
Piştî ked û şerê giran ê li dijî DAÎŞ’ê, hevrê Şîlan berê xwe da qada Efrînê. Li wir, di avakirina pergala parastinê û di xebatên herî krîtîk de weke fermandareke pêşeng roleke pêşeng lîst. Li Efrînê, wê ked û zanabûna xwe ya leşkerî bi rêxistinkirina berfirehtir kir. Bi kesayetiya xwe ya kedkar û fedaî, di dilê gelê Efrînê de bû fermandareke nemir. Wê hertim digot: “Yekîtiya Welat Wê Azadiyê Bîne .” Fermandar Şîlan weke fermandareke jin di nava hevalên xwe de herdem bi coş û kelecan bû, şervanên wê jî li derdora wê kom dibûm. Ji ber Fermandar Şîlan ji ezmûn û sekna xwe ye mîlîtan bawer bû. Kesayeta xwe li ser hîmên birdoziya APO’yî afirandibû, ev yek di meşa wê ya şoreşgerî de gavên xwe bawer pê dida avêtin. Bê tirs û wêrek bû, di hemû şert û mercan da herdem li pêş bû, ev taymendiyên wê îfadeya israra di ferda azad û welatê azad de ye.
Hevrê Şîlan, li Helebê di berxwedana dîrokî ya Şêxmeqsûdê de bû nûnera ruhê fedaî yê Apogerî. Li kêleka hevrêyên mîna Ziyad û Denîzan, li dijî dorpêçê û xiyanetê bê tirs sekinî. Piştî berxwendaniya Helebê, cardin bêyî teredût bike cardin beşdarî nava refên YPJ’ê bû û wekî fermandara eniyê berpirsiyariya şer girt ser milên xwe. Hevrê Şîlan, di dîroka 2’ê meha Adarê dema ku li ser wezîfeya xwe bû, di encama qezayekê de gihîşt asta şehadetê. Wê asîbûna xwe ji deşta Kobanê û daxwaza xwe ya azadiyê ji dîroka leheng ya gelê xwe girt.
Wek hevrê fermandara nemir Şîlan Kobanê wê berxwedan her tim ji bo sekeftina mayînde bibe şewazê têkoşîna me. Em ê her tim şopdarên mîrateya şehîdên xwe bin. Di têkoşîna fikrê jina azad de em ê xwedî felsefeya Rêber Apo ya ku ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de beden bûye bidomîne em dubare bîr û baweriya xwe bi jiyana rûmet tîne ziman û dubare em sersaxiyê ji malbata xwe ya welatparêz re, ji gelê Kobanê û hemû gele azadîxwaz re dixwazin û em ê xwedî xwen û xeyalê rêhevala xwe derkevin.
Nasnameya hevrêya me wiha ye:
Nasnav: Şîlan Kobanê
Nav û paşnav: Leyla Elî
Navê dayik: Nazê
Navê bav: Mûrad
Cîh û Dîroka Şehadetê: 02.03.2026 / Hesekê.”

