Yekitiya Ragihandina Azad-YRAˊyê bi daxuyaniyekê sersaxî da malbat kedkarê ragihandina azad û rêvebirê ajansa me Osman Kiliç û hevrêyên wî.
Di daxuyaniya YRAˊyê de hat gotin ku: “Yekitiya Ragihandina Azad-YRAˊyê bi xemgînî nûçeya koça dawî ya kedkarê ragihandina azad û rêvebirê Ajansa Nûçeyan a Firatê Osman Kiliç pêşwazî dike ku piştî têkoşîna dirêj a bi nexweşiya kansera pişikê re li bajarê Tîlê yê Hollandayê jiyana xwe ji dest da.
Hevakarê me Osman Kiliç; yek ji kesayetên navdar ên ragihandina azad bû ku ji salên nodî ve jiyana xwe terxanî karê çapemeniya azad û parastina heqîqtê kiriye. Her wiha rolek aktîv di pêşdebirina karê rojnamegeriyê li diyasporê, damezirandin û rêvebirina Med TV, Medya TV de lîstiye. Di hemam demê de weke rêvebir di Ajansa Nûçeyan a Firatê de kar kiriye.
Bi koça wî ya dawî re jî, ragihandina azada yek ji kedkarên xwe yên dilsoz û têkoşer ku bi nameya çapemeniya azad bawer dikir û bi fedekariyek mezin diparast, winda dike.
Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA, bi vê boneya xemgîn re, sersaxiyê ji malbata hevkar Osman Kiliç, rojnamevan, hevkar û hemû kedkarên çapemeniya azad re dixwaze û tekez dike ku rêya têkoşîna wî dê ji bo nifşên bên re bibe çanvkaniya îlhamê.”

