Sêşem, 1 Tirmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li St.Gallenê eleqeyeke mezin ji bo lîstika Kurdî ya bi navê ‘Durû’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê nexweş Kerîm Boran hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta ji 39 kesan a dixwaze Rêber Apo bibîne, tê Tirkiyeyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îzmîrê şewat di roja 2’yan de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    De Conca: Abdullah Ocalan çareseriyê pêşkêş dike, divê azad bibe!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 30’Ê HEZÎRANA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Şandeya KNK’ê bi Partiya Komunîst a Îranê re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mifteya pêvajoya nû fêhmkirina Zîlan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Madeya 140’an li ser gelê Şengalê veguherî hesabekî nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nameya Zîlan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya KNK’ê serdana partiyên Rojhilat kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şêx Seîd û hevalên wî hatin bibîranîn: Bila cihê gora wan were eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Mihrîcana Jinan: Me îradeya Ekîn nîvîsand dîrokê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Xweseriya aboriya jinê lingeke sereke ya azadiya jinê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sebahat Atabey hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rihayê li dijî komkujiyên jinan meş

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJ’ê têkildarî salvegera 5’an a damezrandina xwe daxuyanî da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mafê tedawiyê yê Werîşe Muradî tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Freiburgê ji bo zarokan şahiya çandî hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çapa nû ya pirtûka Zekî Bayhan a ‘’Sozyalîzma Demokratîk’’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Şerê Têkel’ hate çapkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera Kebîre li Swîsreyê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fatoş Erekli, ku êrîşeke nijadperestî lê hate kirin: Kes nikare me bitirsîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji UTAMARA Festîvala Zarokan a Kevneşop a 20’emîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Li Şarbajêr droneyek ket
Li Marmarîsê erd hejiya: 1 mirî, 69 birîndar
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > YRJ: Dewleta Tirk û PDK kujerê rojnamevan û jinan e
Jin

YRJ: Dewleta Tirk û PDK kujerê rojnamevan û jinan e

YRJ’ê diyar kir ku di êrîşa li Başûr de 2 rojnamevan hatin qetilkirin û destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker û sîxurê wê PDK kujerê rojnamevan û jinan e.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Tebax 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Yekîtiya Ragihandina Jin (YRJ) têkildarî êrîşa ku duh (23’yê Tebax) li dijî seyareya rojnamevan li bajarê Silêmaniyê yê li Başûrê Kurdistanê pêk hat û di encamê de rojnamevan Gulîstan Tara û Hêro Behadîn şehîd bûn daxuyanî da çapemeniyê.

 

Daxuyanî li bajarê Qamişlo, li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo bi amadebûna xebatkarên çapemeniyê û rojnamevanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat dayîn.

Di daxuyaniyê de wêneyên Şehîd Gulistan Tara û Hêro Behadîn hatin hildan û dirûşmeyên “Jiyan jiyan azadî” hatin berzkirin.

Daxuyanîya ku bi zimanê Kurdî hatiye amadekirin, ji aliyê endama YRJ’ê Hebûn Omer ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de êrîşa dijî rojnamevanan bi tundî hat şermezarkirin û ji bo malbata rojnamevanên şehîd Gulîstan Tara û Hîro Behadîn, hemû kedkarên çapemeniya azad sersaxî, ji bo birîndaran ji şifa hat xwestin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku hedefgirtina rojnamevanan sûcekî dermirovî û bê exlaqiya li hemberî ramana azad e û wiha hat gotin: “Çapemeniya azad bi wêrektiyeke mezin hişmendiya dagirkeriyê û kiryarên wê raxistine  pêş çavan, lewma her tim dibe hedefa dewleta Tirk a dagirker. Dewleta Tirk a dagirker di warê binpêkirina mafê mirovan û kiryarên li dijî rojnamevanan de yek ji dewleta herî sucdar e; di dîroka xwe de her tim bi qetilkirin û  girtina rojnamevanan hewl daye rûyê xwe yê reş û kiryarên xwe yên bêexlaqî veşêre. Dijminê jin û rojnamevanan dewleta Tirk ji bo rastiyan berevajî bike û veşêre, kedkarên çapemeniya azad hedef digire. Êrîşa hovane ya li ser pêşenga kevneşopiya çapemeniya jina azad û stûna heqîqetê Gulîstan Tara û hevkara me Hêro Behadîn bi heman armancê ye.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku êrîşa dijî rojnamevanan di demeke ku li hemberî gelê Kurd û tevgera wê ya azadiyê, di navbera Iraq-Tirkiyeyê de û bi taybetî jî bi hevkarî û sîxurtiya PDK’ê tifaqeke xeternak û qirêj pêk tê de, çêbûye.

Di bedewama daxuyaniyê de bal hat kişandin ku êrîş encama vê tifaqa qirêj e û wiha hat dewamkirin: “Em van hêzan rast rast berpirsyarên vê êrîşa hovane dibînin; divê dewleta Tirk a dagirker ji ber van sûcên li hemberî rojnamevanan bê darizandin. Ji bo wê em bang li raya giştî ya Kurdistan û cîhanê dikin ku bêdeng û bê helwest nemînin.”

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku rojnamevan Gulîstan Tara weke şagirteke Mazlûm Dogan û Gurbetelî Ersozan ev 24 sal in bi pênûs û kameraya xwe bûye bawermend û şopdareke mezin a heqîqetê û wiha hat gotin: “Di rêwîtiya 24 salan a têkoşîna çepeminiya azad de di dezgehên çapameniyê yên cur be cur de bûye xwedî kedeke mezin û ji bo mezinkirina mîrasa çapameniya jina azad sekneke pêşeng nîşan daye.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku rojnamevan Hêro Behadîn rojnamevaneke jin a ji Başûrê Kurdistanê ye û li hember dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker û xeta xiyanetê bi sekna xwe ya wêrek bûye çiraya heqîqetê. Bi vê sekna xwe ya biryardar ji bo hemû jinên rojnamevan bûye nimûne.

Di daxuyaniyê de, di kesayeta rojnamevan Gulîstan Tara û Hêro Behadîn de hemû şêhîdên çapemeniya azad hatin bibîranîn û wiha hat gotin: “Em bejna xwe li hember sekna wan a pîroz ditewînin. Ji bo parastina û mezinkirina mîrasa şehîdan em ê bi biryardariyeke mezin  têbikoşin û bibin şapdarên van hevryên xwe.”

Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku dewleta Tirk a dagirker û sîxura wê PDK qatilên rojnamevan û jinan e û bila baş zanibin ku bi van êrîşên hovane wê ti caran nekaribin vîna çapemeniya jina azad têk bibin û ev peyam hat dayîn: “Heta li Kurdistanê bêhna kurdewarî û azadiyê hebe, heta şopdareke çapemeniya jina azad bijî, wê ala wan a têkoşîna azadiyê li Kurdistanê her bilind bimîne. Weke xeta çapemeniya jina azad di bin her cure êrîşkariyan de jî, bi biryardarî û wêrektiyeke mezin em ê bibin şopdarê Gurbetelî Ersoz, Gulistan Tara, Hêro Behadîn, Rosîda Mardîn û tevahî şehîdên çapemeniya azad. Ji bo ev mîras li hemû Kurdistanê bê parastin û mezinkirin bi biryardariyek hîn mezintir bi pênûs û karemaya xwe em ê têbikoşin.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê TJK-E: Êrîş nikarin çapemeniya azad bêdeng bikin
Nûçeya Pişt re Girtî Oztekîn hate sirgûnkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji pîvanên jin a azad tawîz nedida

Şervana wêrek a gelê Kurd Eser Warşîn bi sekna xwe ya ku tawîz ji pîvanên…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Brezîlyayê hezaz: Herî kêm 7 kes mirin

Li eyaleta Minas Geraisê ya li başûrrojhilatê Brezîlyayê ji ber barana zêde hezazê rû da.…

Ji aliyê Stêrk TV

Şahiya Çanda Êzidxanê sibe li Elmanyayê tê lidarxistin

Êzidiyên li Ewropayê wê 10'ê Gulanê li Elmanyayê bi navê 'Şahiya Çanda Êzidxanê' şahiyeke girseyî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

‘Têkoşîna Zîlan Pepule îlham da berxwedana jinên Rojhilat’

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Mihrîcana Jinan: Me îradeya Ekîn nîvîsand dîrokê

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

‘Xweseriya aboriya jinê lingeke sereke ya azadiya jinê ye’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Mîrateya Zîlan: Ji Zapê heta bi Rojava agirê azadiyê -VI-

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?