Yekitiya Ragihandina Jin (YRJ) têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybetî êrişên li dijî nobedarên li Bendava Tişrînê û rojnamevanan daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Li hemberî êriş û hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê, ji 8’ê Çileya 2025’an ve hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rihê seferberiyê li Bendava Tişrînê di bin şert û mercên herî zehmet de li ber xwe didin. Gelek rojnemevanan jî berê xwe dan Bendava Tişrînê da ku berxwedana dîrokî û êrişên hovane yên dewleta Tirk ji raya giştî ya cîhanê re ragihînin.
Ev demeke dirêje li derdora Bendava Tişrinê şerekî dijwar heye. Dewleta Tirk bi rêbazên der mirovî êrişên xwe didomîne. Bi awayekî eşkere pîvan û zagonên navneteweyî bin pê dike û li hemberî mirovahiyê sûcê şer dike. Raste-rast, ax, welat, hebûn û nirxên civakên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef digire. Dixwaze hemû çavkaniyên debara gel û binesaziya herêmê li gel însanên ku di nav de jiyan dikin, bi awayekî hovane ji holê rake.
Li hemberî êrişan berxwedanek mezin jî tê meşandin, her wiha gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrişên ser nirxên wan li Bendava Tişrînê çalakiya nobedariyê didomînin. Ji bo şopandina vê berxwedanê û belgekirina tewanên şer, rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dema rewşa herêmê dişopandin ji aliyê SÎHA’yên dewleta Tirk a dagirker ve roja 19’yê Kanûna 2024’an bi zanebûn hatibûn hedefgirtin û şehîdxistin. Li heman cihî, ji wê rojê heta niha li hemberî gel û rojnamevanan bênavber êrîşên dijwar didomin.
Herî dawiyê 16’ê Çileya 2025’an di saetên piştî nîvro de rojnamevanên ku çalakiyên gel ên li Bendava Tişrînê dişopandin, careke din rastî êrişên balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker hatin li keleka gelê ku li bendavê ye. Di encama êrişê de 3 hevalên me yên rojnamevan jî di nav de bi dehan kes birîndar bûn û welatiyek jî şehîd bû.
Di êrişê de nûçegihana Ronahî TV Leyla Ebdê, rojnamevan Hîvda Hebûn û xebatkarê ragihandinê Dijwar Elîşêr birîndar bûn.
Mixabin li hemberî van êrişan cîhan ker û lal bûye. Bêdengiya heyî, rê dide ku her kêlî êrîş zêdetir bibin. Ya pêwîst ew e ku li hemberî van êrişan helwestek zelal bê nîşandan da ku dewleta Tirk li gorî zagonên navneteweyî bê darizandin. Lewre li gorî danezana Neteweyên Yekbûyî (NY) û Hevpeymana Cinêv, êrişên dewleta Tirk bi eşkereyî, binpêkirin û sûc e. Hovitiya heyî ti qanûn û mafên mirovan nas nake. Bi hemû rêbazên qirêj û dermirovî li peşberî hemû cîhanê rojnemevan tên tehdîtkirin û qetilkirin.
Weke YRJ’ê em van êrişan bi tundî şermezar dikin û dibêjin ku ji bo ragihandina rastiyan em ê tu caran li hemberî van êrişan gav paş ve nevêjin. Li kêleka gelê xwe û jinan ji bo ragihandina heqîqetê û doz gel a mafdar em ê mil bi mil têkoşîna xwe dewam bikin.
Weke rojnemevanên jin bi bilindkirina têkoşînê, em ê şopandina rêya hevalên xwe û rêya heqîqetê bidomînin. Li ser vî esasî em hemû hevalên xwe yên ku di oxira vê heqîqetê de şehîd ketine bibîr tînin û ji birîndaran re şîfayê dixwazin.
Em bang li sazî û dezghên rojnamevanên Kurdistanî, herêmî û navnetewî dikin ku li hemberî van kiryarên hovane û sucên şer ên li hemberê hevalên me yên rojnamevan bi awayeke sîstematîk pêk tên, bêdeng nemînin û li hemberî dewleta Tirk û çeteyên wê xwedî helwesteke xurt bin.”