Şemî, 19 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ATK’ê ji bo girtiyê ku 65 kîlo winda kirine got: ‘Dikare di girtîgehê de bimîne’!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îpek: Di mirina zarokên karker de tenê li encama dawî nêrîn şaş e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şebnem Korûr Fîncanci: Pêşketina pêvajoyê girêdayî şert û mercên li Îmraliyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 19’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Aydinê şehîd Avşîn û Emîne hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdana girtiyê nexweş Îzzethan Aykut 3 mehan hat paşxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Şervanê armanca mezin: Armanc Xaçek

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê cejnên Êzî û Şêşims bi girseyî hatin pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amed, Êlih û Dîlokê meşa ziman: Ne waneya bijarte, statuya destûrî!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Êlihê dayik û du zarokên wê hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê daxwaza perwerdeya bi Kurdî: ‘Bi milyonan zarok ji zimanê dayikê bêpar têne hiştin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê 14 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Encamnameya Konferansa Jinan a KESK’ê: ‘Pêwîst e jin bibin kirdeyên avaker’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Muxafizên Şoreşê yên Îranê jineke Kurd revandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Mexmûrê banga xurtkirina yekîtiya jinan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma JÎNA’yê banga domandin û xurtkirina têkoşînê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Malbatên Dadxwaz û Rêxistinên Jinên Rojhilat serdana gorên şehîdan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiyên Jin, Jiyan, Azadî: ‘Rêxistinbûna me, azadiya me ye’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Zimanê me hebûna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Albuma ‘Hevala Min’ a Komara Amara derket

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > YRJ’ê dewleta Tirk û bêdengiya navneteweyî şermezar kir
Rojava

YRJ’ê dewleta Tirk û bêdengiya navneteweyî şermezar kir

Yekîtiya Ragihandina Jinê (YRJ) êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser xelkê sivîl û rojnamevanan, her wiha bêdengiya navneteweyî ya li hemberî êrişan şermezar kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Çile 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Yekitiya Ragihandina Jin (YRJ) têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybetî êrişên li dijî nobedarên li Bendava Tişrînê û rojnamevanan daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Li hemberî êriş û hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê, ji 8’ê Çileya 2025’an ve hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  bi rihê seferberiyê  li Bendava Tişrînê di bin şert û mercên herî zehmet de li ber xwe didin. Gelek rojnemevanan jî berê xwe dan Bendava Tişrînê da ku  berxwedana dîrokî û êrişên hovane yên dewleta Tirk ji raya giştî ya cîhanê re ragihînin. 

Ev demeke dirêje li derdora Bendava Tişrinê şerekî dijwar heye. Dewleta Tirk bi rêbazên der mirovî êrişên xwe didomîne. Bi awayekî eşkere pîvan û zagonên navneteweyî bin pê dike û li hemberî mirovahiyê sûcê şer dike. Raste-rast, ax, welat, hebûn û nirxên civakên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  hedef digire. Dixwaze hemû çavkaniyên debara gel û binesaziya herêmê li gel însanên ku di nav de jiyan dikin, bi awayekî hovane ji holê rake.

Li hemberî êrişan berxwedanek mezin jî tê meşandin, her wiha gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrişên ser nirxên wan li Bendava Tişrînê çalakiya nobedariyê didomînin. Ji bo şopandina vê berxwedanê û belgekirina tewanên şer, rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dema rewşa herêmê dişopandin ji aliyê SÎHA’yên dewleta Tirk a dagirker ve roja 19’yê Kanûna 2024’an bi zanebûn hatibûn hedefgirtin û şehîdxistin. Li heman cihî, ji wê rojê heta niha li hemberî gel û rojnamevanan bênavber êrîşên dijwar didomin.

Herî dawiyê 16’ê Çileya 2025’an di saetên piştî nîvro de rojnamevanên ku çalakiyên gel ên li Bendava Tişrînê dişopandin, careke din rastî êrişên balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker hatin li keleka gelê ku li bendavê ye. Di encama êrişê de 3 hevalên me yên rojnamevan jî di nav de bi dehan kes birîndar bûn û welatiyek jî şehîd bû.

Di êrişê de nûçegihana Ronahî TV Leyla Ebdê, rojnamevan Hîvda Hebûn û xebatkarê ragihandinê Dijwar Elîşêr birîndar bûn.     

Mixabin li hemberî van êrişan cîhan ker û lal bûye. Bêdengiya heyî, rê dide ku her kêlî êrîş zêdetir bibin. Ya pêwîst ew e ku li hemberî van êrişan helwestek zelal bê nîşandan da ku dewleta Tirk li gorî zagonên navneteweyî bê darizandin. Lewre li gorî danezana Neteweyên Yekbûyî (NY) û Hevpeymana Cinêv, êrişên dewleta Tirk bi eşkereyî, binpêkirin û sûc e.  Hovitiya heyî ti qanûn û mafên mirovan nas nake. Bi hemû rêbazên qirêj û dermirovî li peşberî hemû cîhanê rojnemevan tên tehdîtkirin û qetilkirin.  

Weke YRJ’ê em van êrişan bi tundî şermezar dikin û dibêjin ku ji bo ragihandina rastiyan em ê tu caran li hemberî van êrişan gav paş ve nevêjin. Li kêleka gelê xwe û jinan ji bo ragihandina heqîqetê û doz gel a mafdar em ê mil bi mil têkoşîna xwe dewam bikin.

Weke rojnemevanên jin bi bilindkirina têkoşînê, em ê şopandina rêya hevalên xwe û rêya heqîqetê bidomînin. Li ser vî esasî em hemû hevalên xwe yên ku di oxira vê heqîqetê de şehîd ketine bibîr tînin û  ji birîndaran re  şîfayê dixwazin.

Em bang li sazî û dezghên rojnamevanên Kurdistanî, herêmî û navnetewî dikin ku li hemberî van kiryarên hovane û sucên şer ên li hemberê hevalên me yên rojnamevan bi awayeke sîstematîk pêk tên, bêdeng nemînin  û li hemberî dewleta Tirk û çeteyên wê xwedî helwesteke xurt bin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Rêber Apo mifteya çareseriyê nîşan dide’
Nûçeya Pişt re Elmanya wê rayeya xistina dronên ‘gumanbar’ bide artêşê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li 3 bajaran ji bo Abdullah Ocalan çalakî

Ciwan li Dêrazor, Reqa û Minbicê daketin qadan, qedexeya hevdîtinê ya li Abdullah Ocalan hatî…

Ji aliyê Stêrk TV

Konferansa Zimanê Kurdî: Azadiya ziman dewlemendî ye!

Di rûniştina duyemîn a Konferansa Zimanê Kurdî de xebatên ku divê ji aliyê şaredariyan ve…

Ji aliyê Stêrk TV

Berxwedana li Xelfetiyê dewam dike

Li Xelfetiyê berxwedana li dijî darbeya qeyûm di roja 11'an de ye.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Şervanê armanca mezin: Armanc Xaçek

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ATK’ê ji bo girtiyê ku 65 kîlo winda kirine got: ‘Dikare di girtîgehê de bimîne’!

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îpek: Di mirina zarokên karker de tenê li encama dawî nêrîn şaş e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Şebnem Korûr Fîncanci: Pêşketina pêvajoyê girêdayî şert û mercên li Îmraliyê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?