Yekşem, 1 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Xamaney çawa hat kuştin?

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Wê encamên van êrîşan bandorê li herêmê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berpirsyarê Weşana Giştî ya Ajansa ANKA Haber’ê hate binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ozsoy: Nêzîkatiyên tasfiyekar wê bibe şaştiyeke mezin a siyasî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Oya Ersoy: Di raporê de zimanê aştiyê, mekanîzmayên rûbirûbûna bi heqîqetê kêm e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rezan Sarica: Divê statuya girtîgeha li Îmraliyê bê rakirin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Serdana girseyî ji bo malbata şervanê YPG’ê Bor

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Iraqî berpirsyariya êrişa li ser Hewlêrê li xwe girt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Deriyê Sînor yê Hacî Omeran hat girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Tilezêr bang li hikûmeta Iraqê kir: Pêdiviya Êzidiyan bi ewlehiyê heye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan aqûbeta windayan pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevî astengiyên cûrbecûr jiyan li gundê Bokriskanê dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Mîtînga 8’ê Adarê ya li Nisêbînê: Jin wê civaka demokratîk bihûnin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bismilê meşa jinê: Têkoşîn wê heta pêkhatina mafê hêviyê dewam bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Kobanê ji bo xwedîderketina li YPJ’ê meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Jinên Kurd dixwazin pêşengiyê ji kongreya yekîtiyê re bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Adarê ya Newaya Jin bi manşeta ‘Berxwedana jinan civaka demokratîk diafirîne’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Plaftorma Yekîtiya Netewî ya jinên Kurd encamnameya bi 21 xalan eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê banga li kedkarên Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd di roja 2’yemîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dema nû, destpêka nû: Komînal

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnameya Komînal dest bi weşanê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Alper: Kurd bi tenê nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bikaranîn û pêşvebirina zimanê Kurdî erka mirovî û neteweyî ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Mamosteyên Rojhilat: Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî demokratîk e
Plana metirsîdar a saeta sifirê û bahoza ewlehiyê ya li dijî Iraqê
Li Helebê bermahiyeke şer teqiya: Zarokek jiyana xwe ji dest da
Di êrîşekî çekdarî ya li Humsê de 2 ciwan hatin qetilkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > YRJ’ê kampanya ‘Na ji darvekirinê re’ da destpêkirin
Rojava

YRJ’ê kampanya ‘Na ji darvekirinê re’ da destpêkirin

YRJ'ê, li dijî cezayên darvekirinê yên dewleta Îranê yên li dijî rojnamevan û aktîvîstên jin dest bi kampanyayê kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 12. Tebax 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Yekîtiya Ragihandina Jin (YRJ) derbarê cezayê darvekirinê ku ji aliyê dadgehên Îranê ve li rojnamevan û çalakvanên jin Şerîfa Muhemedî û Pexşan Ezîzî hatiye birîn de, li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya li bajarê Qamişlo daxuyaniyek da.

Daxuyanî bi zimanê kurdî Endama Desteya Rêveber ya YRJ’ê Newroz Demhat bi zimanê Erebî Berdevka Yekîtiya Ragihandina Jin (YRJ) Arîn suwd ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de, hat diyarkirin ku dewleta Îranê ev nîv sed sale bi bîrdoziyeke olperest û tundrew, zîhnîyeteke mêrsalarî hemû mafên jinan, kes, civak û gelê Îranê ditepisîne.

‘AGIRÊ AZADIYÊ TI CARÎ NEHAT VEMIRANDIN’

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Îran bi pergala xwe ya zayendîperest û olperestiyê jinan û gelên Îranê ji hemû mafan bêpar dihêle, lê civaka Îranê li beramberî vê rejîma zordest bi pêşengiya jinan tu carî dest ji serhildan û daxwaza azadiyê bernedaye û hat gotin: “Gel ne ji darvekerinê, ne jî ji zindanîkirinê paşve gav ne avêt, rejîma Îranê nekarî hêz û vîna gelê têkoşîner bişikîne.

Di daxuyaniyê de, hat destnîşankirin dewletên ku bingeha xwe li ser demokrasî, azadî, edalet û wekheviyê ava nekirine, ne mumkune di di sedsala 21’emîn de xwe li ser lingan bigirin û wiha hat domandin: “Bi taybet li Rojhilata Navîn mînakên vê yekê gelek in; tişta bi serê dewletên cîran hatiye, ji Îranê jî ne dûr e. Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ nîşaneya vê rastiyê ye. Dibe ku rêjîma Îranê îro bêjê ‘min karî vê serhildanê bi temirînim’, lê bi tu awayî nikare agirê di dilê azadîxwazan de pê ketiye vemirîne. Nikare jinên guliyên xwe di oxira azadiyê de jê kirine bêdeng bike. Helbet wê rojekê jin tola wan guliyên sembola stûna jiyana wan, ji vê pergalê rakin. Rêjîma Îranê neçare xwe biguherîne; heke deriyê xwe ji bo guhartinên demokratîk, azad û wekheviyê re veneke, wê her ku biçe birize û ji hev belav bibe.”

Di berdewama daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku rêjîma Îranê di 4’ê Tîrmehê (2024) de biryara darvekirinê derbarê çalakvan Şerîfe Muhemmedî û 24’ê Tîrmehê de jî li dijî çalakvana mafên jinan û rojnamevan Pexşan Ezîzî heman biryar daye û ev nirxandin hat kirin: “Bi hezaran jinên têkoşêr niha li zindanên rêjîma Îranê di bin êşkenceyên giran de ne. Tevî hemû êşkenceyên fizîkî, derûnî jî ji daxwazên xwe tawîz nadin û li beramberî rêjîma Îranê ya qirker çong danaynin. Werîşe Muradî, Şerîfe Muhemmedî û Pexşan Ezîzî jî ev jinên ku bi gefên darvekirinê ji doza xwe nayên xwarê, Werîşe Muradî di parêznameya xwe de û Pexşan Ezîzî jî di nameya xwe de armanc û israra xwe ya di azadiyê de gelekî berfireh vegotine.”

Di daxuyaniyê biryara darvekirinê ya li dijî çalakvanên jin Şerîfe Muhemmedî û Pexşan Ezîzî hat şermezarkirin û hat gotin ku ev biryar li dijî hemû zagonên navneteweyî yên têkildarî mafên mirovan û rojnamevanan e.

KAMPANYA WÊ HETA 19’Ê TEBAXÊ BERDEWAM BIKE

Li hemberî kiryarên dewleta Îranê û dayîna cezayê darvekirinê di daxuyaniyê de hat ragihandin ku YRJ’ê bi dirûşmeya “Na Ji Darvekirinê Re” kampanyaya îmzeyan dide destpêkirin û têkildarî kampanyayê ev agahî hatin parvekirin: “Em ê piştgiriya xwe ji bo jinên têkoşer ên weke Werîşe, Pexşan û Şerîfe bi rêya komkirina îmzeyan nîşan bidin. Kampanyaya me ya îmzeyan wê 12`ê Tebaxê (Îro) dest pê bike û heta 19`ê Tebaxê berdewam bike. Em daxwaz ji hemû rêxistinên mafên mirovan, tevgerên jinan û rexistinên rojnamevanan dikin ku piştgirî bidin kampanya me û bi me re bibin dengê jin û civaka azadîxwaz ya Îranê.”

Di dawiya daxuyaniyê de bang li rêxistinên navneteweyî, mafên mirovan û sendîkayên rojnamevanan hat kirin ku ji bo betalkirina biryara darvekirinê di nava liv û tevgerê de bin, li dijî kiryarên dermirovî, binpêkirin û komkujiyên li dijî jin û tevahî civakê têbikoşin, hesabê ji sûcdaran bixwazin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Rûsya li hember pêşveçûna Ûkranyayê herêmeke din vala kir
Nûçeya Pişt re Şam û hevalbendên wê êrîşên xwe li Dêrazorê didomînin: 14 kes birîndar bûn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ambargoya Şamê dewam dike

Hikûmeta Şamê di zivistana 2023'yan de nehişt sotemenî derbasî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bibe. Niha jî…

Ji aliyê Stêrk TV

Tola komkujiya 3’ê Tebaxê bi rêxistinî û xweparastina jinê dikare bê hilanîn

Koordînasyona KJK'ê ji ber salvegera 10'emîn a fermana 3'ê Tebaxê ya li Şengalê daxuyaniyek da…

Ji aliyê Stêrk TV

Rapora dawî ya Komîsyonê hate erêkirin

Rapora hevpar a dawî ya Komîsyona Meclisê bi piraniya dengan hate qebûlkirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Li Hesekê û Qamişloyê mekanîzmaya mûçeyan hate aktîvkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Rêveberiya Kobanê serdana nuqteyên hevbeş ên Şêxlerê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Dêrazorê êriş li nuqteyeke hêzên hikumeta demî hate kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Xelkê Amûdê şehîd Diljîn Mazlûm spart axê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?