Yekşem, 2 Sermawez 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dîroka mirovahiyê dîroka komunan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 2’Ê MIJDARA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê girtiyên nexweş Oztel û Avci bên berdan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Divê rêxistinbûna herêmî were xurtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li 4 bajaran aqûbeta windayan hate pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo qurbaniyên li Kerboranê edalet hate xwestin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KONGRA-GEL ji bo meşa 8’ê Mijdarê ya li Kolnê bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG-NRÇ’ê şehîdên Zapê bi rêzdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îrfan Cûdî: Hevalê Şivan nirxekî mezin ê gelê û partiya me bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Canpolat: Mafê hêviyê divê tavilê bi cih bê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    13’emîn Konferansa Komîteya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Mahîr Destîna li Çarqurnê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    DEM Partiyê bernameya 25’ê Mijdarê eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Werîşe Muradî: Li Kobanê valahiya di navbera ‘Jin’ û ‘Jiyanê’ de hat tijekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Fransayê di sala 2024’an de 107 jin ji aliyê hevjîn an jî hevjînê xwe yê berê ve hatine kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê şehadeta Arîn Serhed ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulîstan Murad: ‘Aboriya jinan hemû jinên civakê digire nava xwe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TAJÊ pêngava ‘Xwe Nekuje, Her Xwekuştinek Fermanek e’ da destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Swîsre ji Mîhrîcana Çanda Kurd re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Awazên Çiya albûmekê nû derdixe: Têkoşîn û berxwedan bêyî hunerê nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Viyanayê ‘Serçavan-Rojên Film destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Farqîn Azad li Parîsê sala xwe ya 35’an a hunerê bi konsereke bi coş pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Şehîd Herekol bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Enqereyê Navenda Çand, Huner û Wêjeyê ya Antoliyayê hat vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Hevdîtina li Şamê bi dawî bû
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > YRK’ê nasnameya du şehîdên HPJ’ê eşkere kir
Kurdistan

YRK’ê nasnameya du şehîdên HPJ’ê eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya YRK’ê nasnameya 2 gerîlayên HPJ’ê eşkere kir û got: ‘’Di 15’ê Tîrmeha 2024’an de 2 rêhevalên me yên bi navê Arîn Qoser û Tolhildan Nûman dema ku li ser erka xwe ya şoreşgerî bûn, gihîştin şehadetê.’’

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Tebax 2025 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya YRK’ê ya têkildarî şehîdên HPJ’ê bi vî rengî ye: 

 

‘’Wekî ku raya giştî û gelê me jî dizane di dîroka tevgera me de meha Tîrmehê cihekî xwe yê pir giranbûha heye. Di nava vê mehê de her roj bi berxwedaniya ku hatiye raberkirin wek tevger û gel em bûne xwedî gelek deskeftiyên mezin. Di vê mehê de bi taybet li gel berxwedaniya 14’ê  Tîrmehê ya zindana Amedê  LI Kurdistanê ruhekî cuda ku her roj li ser wî rih û baweriyê tekoşîn hîn mezintir dibe û dibe malê hemî mirovahiyê hatiye avakirin. Rêhevalên me Arîn û Tolhildan jî li ser vî rih û baweriyê bi jiyan û tekoşîna xwe heta dawiyê di nava hewldana wê yekê de bûn ku wî rihî di kesayeta xwe de bê navber bidin jiyankirin û domandin. 

Rêheval Arîn û Tolhildan bi jiyan û tekoşîna xwe bê navber ji roja ku tevgera me nas kirin bi moral û heyecaneke pir mezin  tevlî bûn û bi jiyana xwe ya bênimûne bûn nimûneya kesayeta Apoyî. Li ser hîmê fikr û ramanên Rêber Apo bê navber xwe perwerde û zana kirin. Bi tevlîbûnekr pir bihêz, xwe beşdar kirin û bûn nimûneya bêdawî ya milîtantiya Rêber Apo li Kurdistanê  daye avakirin. 

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd, em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê re dixwazin û soza pêkanîna xeyalên wan careke din dubare dikin. 

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne, bi vî rengî ne: 

 

 

                                                                                           

Nasnav: Arîn Qoser 

Nav û Paşnav: Zîlan Esen                                                     

Cihê ji dayikbûnê: Qoser 

Dayîk-Bav: Zûbeyde-Osman 

Dem û Cihê Şehadetê: 2024-Asos 

**

 

                                                                                          

 Nasnav: Tolhildan Nûman 

 Nav û Paşnav: Kanî Talireng 

 Cihê ji dayikbûnê: Merîwan 

 Dayîk-Bav: Sîrwe-Eta 

 Dem û Cihê Şehadetê: 2024-Asos 

**

ARÎN QOSER 

 

Zîlan Esen bi nasnav Arîn Qoser di sala 2001’an de li Qosera Mêrdîna Bakûrê Kurdistanê, di nava malbateke welatparêz de çavê xwe li dinyayê vedike. Di temenê xwe yê ciwantiyê de ew jî mîna her zarokeke Kurdistanê dest bi lêgerîna jiyanê dike. Bi tevlîbûna ku ji herêma wan çêdibe tevgera azadiyê nas dike. Di dema êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li ser bajarê Kobanê de naskirina xwe hîn zêdetir dibe û di temenekî pir ciwan de di sala 2015’an de biryara beşdarbûna nava refên gerîlayan digire. 

Bi tevlîbûna xwe re pir kêfxweş dibe ku di temenekî pir ciwan de kariye beşdarî nava tevgera azadiyê bibe û di heman demê de di nava tevgera azadiyê de mezin dibe. Bi beşdarûna xwe re fêrî alfabeya jiyanê dibe. Di nava Tevgera Azadiyê de bi naskirina xwe ya ji gelek hevalên ku şehîd dikevin bi hevaltiya ku bi hev re di nava jiyana gerîla de jiyan dike re bandoreke pir mezin li ser tevlîbûna hevrêya me Arîn dide avakirin. Di nava jiyanê de yek ji tişta sereke ku bala wê her tim dikşîne hevaltiya ku tê jiyîn e. Hevrêya me vê yekê bi van gotinan bilêv dike: ‘Hevaltiya di nava tevgera azadiyê de ne pênaseya wê, ne jî nimûneya wê tê dîtin bi tenê mirov dikare di nava refên azadiyê de wê yekê bijî.’ 

Hevrêya me Arîn di nava jiyana gerîlayan de her tim dixwaze ji hevalên ku li kêleka wê şehîd bûne re bi tevlîbûn û jiyana xwe ji wan re bibe bersiv. Li ser vî esasî li gelek qadan tekoşîn û beşdarbûneke di asta herî jor de dide raberkirin. Di her kar û xebatê ku dide meşandin de her tim armanca xwe ya sereke li ser esasê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Hevrêya me ji bo Kurdistaneke azad bê navber û ji bo her pêwîstiyên Şoreşê heta dwiya kêliya jiyana xwe şer kir û têkoşiya. 

Hevreya me Arîn Qoser her tim bi heyecan, fedekarî û hezkirineke bêhempa beşdarbûna xwe di nava jiyana gerîlayan de da avakirin. Di nava refên me de bi sekna xwe ya wêrek, bi hevaltiya xwe ya germ û bi hezkirina xwe ya bêdawî ya ji jiyana gerîla re ji hemû hevrêyên xwe re her tim çavkaniya hêz û moralê bû. 

Hevrêya me bi kesayeta xwe ya zana û jîr bêyî  dudilî tevlî her karî dibû. Her tim li ser esasê hîn zêdetir Rêber Apo nas bike, xwe li ser fikr û paradîgmaya Rêber Apo perwerde dikir. Hevrêya me wê bi sekna xwe ya sade û dirust wê her tim di nava refên me de bijî.  

TOLHILDAN NÛMAN 

 

Hevrêya me Kanî Talîreng, bi navê xwe yê tevgerî Tolhildan Nûman ewladeke xaka Rojhilatê Kurdistanê ye. Li navçeya Dilrefên a bajarê Merîwan’ê çavê xwe li dinyayê vedike. Di nava malbateke welatparêz de mezin dibe. Zarokeke bêdeng û mereqdarê jiyanê bû. Bi wî rengî her ku diçe û mezin dibe, jiyanê û her rengê wê dibîne. Bi taybet tiştê ku herî zêde li ser bandorç lê dike, pergala cezakirinê yadarvekirinan ya rêjîma Îranê ye. Hevrêya me ji bo ku rastiya vê rêjîmê fêm bike, ji bo xwe tenê rêyeke dibîne ku ew jî rêya azadiyê ya Rêber Apo ye. Hevrêya me pir baş dizane ku ew pergala darvekirinê ya ku her roj li ser gelê me êrîşan pêk tîne, çiqas bê wijdan û pîvan e. Hîna di temenê xwe yê ciwantiyê de vê yekê fêm dike. 

Hevrêya Tolhildan, di zarokatiya xwe de tevgera azadiyê nas dike. Şehadeta şehîd Nûman Merîwan li ser wê bandoreke mezin çêdike. Ji ber vê yekê jî di sala 2023’yan de biryara  tevlîbûna nava refên gerîlayan distîne. Di nava refên me de ji perwerdeya seretayî bigire heta perwerdeya pisporî her tim bi meraq û heyecan beşdarbûna xwe ya hem di hêla leşkerî hem jî di hêla bîrdozî de çêdike. Di her kêliyê de ji bo ku bigihîje xeyalên xwe û xeyala hevrêyên xwe yên şehîd bi cih bîne, di nava liv û tevgerê de bû. Xwedî qabîliyeta pêşketina her demî bû. Xwedî taybetmendiyek bilind ya zîrekbûn, fedekarî, pêşketina bê sînor bû. Di nava refên me de tişta sereke ya ku her tim jê re balkêş bû û jê bandor dibû nêzîkatiya hevalên jin li beramber hevalên xort û nirxên ku Rêber Apo ji jinan re dide ava kirin bû. Hevrêya me li  ser esasê rêgezê xeta azadiya jina ya ku Rêber Apo jêre pêşengtiyê dike û bi hezaran jin di berdêla wê de canê xwe feda kirine ji bo bikaribe li Rojhilatê Kurdistanê bibe bersiv her tim xwe perwerde dikir û pêş dixist.   

Bi dengê xwe yê zelal di nava her kêliya jiyanê de, ji bo hemû hevrêyên xwe çavkaniya hêz û moralê bû. Di nava refên me de ji roja ku beşdar bû heta kêliya şehadeta xwe, her tim di nava pêşketinên pir mezin de bû. Armanca xwe ya sereke ew bû ku bi Rêber Apo re bi awayekî azad jiyan bike. Ji bo xwe bigihîne vê armancê jî bêyî ku sînoran nas bike, xwe pêş xist û tevlîbûneke bêhempa pêk anî. Tim bi heqîqet û rastiyê jiya. 

Em jî weke Hêzên Parastina Jinên Rojhilatê Kurdistanê careke din ji malbatên şehîdên xwe re û ji hemû gelê me yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin, ji bo pêkanîna armanc, xewn û xeyalên wan soza bilindkirin û serxistina têkoşîna wan didin.’’

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 1’Ê TEBAXA 2025’AN
Nûçeya Pişt re HPG-NRÇ’ê: Navê xwe di dîroka têkoşîna me de nivîsandin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Înîsiyatîfa Hunerê ya ji bo Azadiyê li dijî xespê li Êlihê ye

Endamên Înîsiyatîfa Hunerê ya ji bo Azadiyê li dijî tayînkirina qeyûm hate Êlihê, banga mezinkirina…

Ji aliyê Stêrk TV

FED-MED NRW’ê civîna xwe ya salane li dar xist

Federasyona Civaka Azad a Mezopotamyayê (FED-MED) NRW’ê civîna giştî ya salane li dar xist.

Ji aliyê Stêrk TV

HRE’yê bersiv da: 10 dagirkerên dewleta Tirk hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku di çalakiyên bersivdanê yên hêzên wan de 10 dagirkerên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Rageşiya Venezuela-DYE mezin dibe: Li Karîbîkê di êrişê de 3 kes mirin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

KONGRA-GEL ji bo meşa 8’ê Mijdarê ya li Kolnê bang kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

HPG-NRÇ’ê şehîdên Zapê bi rêzdarî bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?