Li herêmên di bin desthilatdariya Himkûmeta Veguhêz a Sûriyeyê de hunermend rastî astengkirin, girtin, lêdan û êşkenceyê tên.
Komeme çekdar ên girêdayî hêzên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê, li bajarê Babê êrîşî hunermendê bi navê Umer Xeyrî kirin. Umer Xeyrî ku li dawetekê distrand rastî êrîşê hat. Endamê koma çekdar bi hinceta ku stran heram in, pora hunermend kur kirin, nivîs li ser rûyê wî nivîsîn û ew neçar kirin ku stranan Ii desthilata Şamê bêje.
Li bendeke kontrolê yê li ser rêya Humisê û Lubanê jî çekdarên hikûmetê hunermendên Kurd Welat û Mistefra Hecî Nasir dema ku ji Beyrûtê vedigeriyan, asteng kirin û alavên wan ên mûzîkê şikandin.
Her du hunermenda li Helebê gilî kirin, lê rayedarên ewlehiyê gefa girtinê li wan xwarin.