Pêncşem, 26 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Di dozên erdhejê de bersûc yek bi yek têne berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ebrû Gunay: Pêwîstî bi helwesteke hîn bi biryar û wêrek heye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 26’Ê SIBATA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayşegul Dogan: ‘Divê birêz Ocalan di şert û mercên azad de bixebite’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê 236 zarok hatin qetilkirin, 555 jî hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Erdogan: Qonaxa nû ya pêvajoyê wê destpê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Îranê 2 girtiyên siyasî yên Kurd mehkûmî îdamê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li hemberî biryara navçekirina Gulale greva giştî hate ragihandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Remezanê de sifre vala man: Heya penêr û zeytûn jî bi deyn tên standin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Bergarê piştî 3 salan vegeriyan gundê xwe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûnerên YNK, QSD û DYA’yê li hev civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Bergarê rêya Amediyê-Dêrelokê ji bo çûn hatinê girt

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Çalakiyên 8’ê Adarê yên li Mexmûrê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Êzidî: Eger Iraq dixwaze parastina me bike, bila YBŞ-YJŞ’ê nas bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê pêşangeha ‘Jin, Jiyan, Azadî – Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şoreşa Jinê’ hat vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Çanda Jinên Kurd li Berlînê dest pê dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Kuştina jinan ne tenê daneyên statîstîkî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê meşa 8’ê Adarê: Jin azad nebe civak azad nabe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Derhêner Alper: Kurd bi tenê nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bikaranîn û pêşvebirina zimanê Kurdî erka mirovî û neteweyî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Lêkolînên Kurdî bang li her kesî kir ku xwedî li zimanê dayikê derkeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Parîsê şeva Rojava: Jin, Jiyan, Azadî li ser dikê deng veda

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera ‘Vejîna Kurd’ bi sezona xwe ya duyemîn vedigere ser ekranan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çakar: Ez bang li hunermendên cîhanê dikim ku xwedî li Şoreşa Rojava derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Mamosteyên Rojhilat: Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî demokratîk e
Plana metirsîdar a saeta sifirê û bahoza ewlehiyê ya li dijî Iraqê
Li Helebê bermahiyeke şer teqiya: Zarokek jiyana xwe ji dest da
Di êrîşekî çekdarî ya li Humsê de 2 ciwan hatin qetilkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Zeynep Karayilan: Mafê hêviyê mafekî gerdûnî ye, ne qencî ye
Kurdistan

Zeynep Karayilan: Mafê hêviyê mafekî gerdûnî ye, ne qencî ye

OHD bi daxwaza bicihanîna 'mafê hêviyê' wê di 27'ê Sibatê de li Amedê meşekê lidar bixe. Hevseroka OHD'ê Zeynep Karayilan got, "Mafê hêviyê mafekî mirovan ê gerdûnî ye, ne qencî ye" û ji bo tevlîbûna li meşê bang li hiqûqnasan kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 26. Sibat 2026 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) ragihand ku bi daxwaza bicihanîna ‘pîvana hêviyê’ wê di 27’ê Sibatê de li Amedê meşekê lidar bixe. Meş wê li navçeya Sûrê saet di 14:00 de li ber Mizgefta Mezin destpê bike û li ber Edliyeya li Amedê bi dawî bibe. Piştî meşê wê ji bo bicihanîna ‘pîvana hêviyê’ name ji Wezareta Edaletê, komîsyonên meclîsê û Serokatiya meclîsê re bêne şandin.

Hevseroka Şaxê Amedê ya Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) Zeynep Karayilan têkildarî meşa 27’ê Sibatê ji ANF’ê re axivî.

‘BIRYARÊN DMME’YÊ DIVÊ BI CIH BÊNE ANÎN’

Zeynep Karayilan diyar kir ku biryara ‘mafê hêviyê’ ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) divê bi cih bê anîn ku têkildarî Rêber Apo wergirtiye û got, “Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê di sala 2014’an de têkildarî Birêz Abdullah Ocalan biryara ‘mafê hêviyê’ da. Vê biryarê bi şênberî eşkere kir ku dewamkirina ragşrtina kesekî cezayê muebbetê yê girankirî lê hatiye birîn heta bi mirinê, êşkence ye.

Mecbûrî ye ku Tirkiye di vê mijarê de guhertinên qanûnî bike. Lê belê li gel deh salên di ser re derbas bûn ti gav nehat avêtin. Her wiha di plana çalakiyê de ya ku pêşkêşî Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê hate kirin, bi eşkere hate ragihandin ku wê guhertin neyê kirin.

Ji aliyê hiqûqa pozîtîf ve ev biryar ferz e ku bi cih bê anîn; bêyî dudiliyê divê bi cih bêne anîn. Azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan ku muzakerevanê sereke yê pirsgirêka Kurd e û afirandina mercên kar ên azad pêwîstiya esasî ya pêvajoyê ye.”

BANGA LI RÊXISTINÊN HIQÛQÊ

Zeynep Karayilan destnîşan kir ku weke OHD wê nerazîbûna xwe ya demokratîk bilind bikin û bang li rêxistinên hiqûqê hemûyan kir ku beşdarî meşa 27’ê Sibatê bibin. Zeynep Karayilan got, “Me heta niha gelek panel û konferans lidar xist, li komîsyona meclîsê ev heqîqet anî ziman. Niha jî weke hiqûqnasan em bi dirûşma ‘Bila biryara mafê hêviyê bi cih bê anîn’ li qadan e.

Di 27’ê Sibatê saet di 14:00 de meşa me wê ji ber Mizgefta Mezin destpê bike û li ber Edliyeya li Amedê bi dawî bibe. Piştre jî em ê nameyên xwe ji Wezareta Edaletê û Serokatiya Meclîsê re bişînin.

Em ji vê derê bang li baroyan û rêxistinên hiqûqê hemûyan dikin ku bikevin bin barê vê têkoşîna ji bo mafên mirovan. Divê neyê jibîrkirin ku mafê hêviyê mafekî gerdûnî ye, ne qencî ye.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Di dozên erdhejê de bersûc yek bi yek têne berdan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Şêniyên Hesekê û Efrînê ji bo azadiya Rêber Apo meşiyan

Şêniyên bajarê Hesekê û koçberên Efrînê bi meşeke girseyî daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Îranê qirêjiya hewayê: Dibistan hatin girtin, karmend dê li malê bixebitin

Li paytexta Îranê Tehranê ji ber qirêjiya hewayê ya zêde tedbîrên ji bo roja Çarşemê…

Ji aliyê Stêrk TV

Di Nobetên Edaletê de banga şikandina tecrîdê hat kirin

Nobeta Edaletê ya ku li gelek bajaran bi daxwazên azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Îranê 2 girtiyên siyasî yên Kurd mehkûmî îdamê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li hemberî biryara navçekirina Gulale greva giştî hate ragihandin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Di Remezanê de sifre vala man: Heya penêr û zeytûn jî bi deyn tên standin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Xelkê Bergarê piştî 3 salan vegeriyan gundê xwe

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?