Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) û Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê têkildarî gotinên sorkirin û kîndariyê yên çapemenî û saziyên fermî yên erebî li dijî gelê Rojava daxuyaniyek hevbeş da.
Daxuyaniya hevbeş wiha ye: “Di demeke ku xîtaba nefret û handana mezhebî zêde dibe de, ku bûye sîwanek ji êrişên qirkirinê yên sîstematîk ên li dijî pêkhateyên gelên Sûriyê, em Yekitiya Ragihandina Azad – YRA û Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê, bi tundî rola handêr a hinek saziyên ragihandina Erebî, di serî de Kanala Al Jazeera û her du Kanalên Al Arabiya û Al Arabiya Al Hadath, digel saziyên fermî û kesayetên bi ser hikumeta demkî ya Sûriyeyê ve, şermezar dikin ku fîtne û derewan belav dikin û rasterast teşwîqî şer û komkujiyan dikin, her wiha hişmendiya giştî dixapînin û bi zanebûn tevna pirrengî ya Sûriyeyê derb dikin.
Em van saziyan hevkarên berovajîkirina bûyeran dibînin, di serî de jî tawanên îro li dijî Rojava – Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên kirin, piştî ku dest ji pîvanên pîşeyî yên herî bingehîn berdan, peymanên sincên rojnamegeriyê binpê kirin û ji ecîndeyên siyasî re bûn amûrên fîtneyê.
Li ser vê bingehê, em Yekitiya Ragihandina Azad – YRA û Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê daxwaz dikin ku tavilê gotin û xîtaba nefret û sorkirinê raweste û pabendiya bêalîbûnê were kirin. Em bang li rojnamevanan dikin ku alîgirî rastî û wijdanê bin û nebin hevkarên komkujiyên li Sûriyeyê.
Em ji aliyên têkildar û pispor ên herêmî û navneteweyî, saziyên maf û yasayî dixwazin ku bi berpirsiyariyên xwe rabin û tawanên van kanalan ên sûcên tûjkirin û xîtaba nefertê belge bikin, delîlan kom bikin û sînordar bikin.
Em YRAˊyê berpirsiyariya dîrokî davêjin ser rojnamevanên bi wan re dixebitin û ji wan dixwazin ku pabendê sincên pîşeya çapemeniyê û peymanênê navneteweyî bin.”

