Pêncşem, 2 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ayşegul Dogan: Divê hiqûqa bi Birêz Ocalan re hatiye avakirin were pênasekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KONGRA-GEL rojbûna Rêber Apo pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Raporê DFG’ê: Hejmara rojnamevanên girtî meha Adarê bû 31’ê kes

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Berpirsê mirinên di rêya koçberiyê de şer û xemsarî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî Tetwanê li Xelatê çerxa nelirêtiyê: 11 kes ketin ber lêpirsînê!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Temellî: Pêvajo bi hêviyê nameşe, garantiya qanûnî divê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Rojava û Mexmûrê çalakiyên 4’ê Nîsanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hawagê meş û çandina şitlan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojhat Babat ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Wanê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koordînasyona KJAR’ê: 4’ê Nîsanê roja azadî û vejînê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bavê Rojîn Kabaîş: Ji bo dest ji dozê berdim gefê li min dixwin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Textê hişk li Kurdistanê çawa şîn bû?

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJK: Di 4’ê Nîsanê de em qada dagirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şervaneke YPJ’ê şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Nêrgiz Mihemedî banga lezgîn: Jiyana wê di xeteriyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara meha Nîsanê ya Newaya Jin derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta YPJ’ê li Şamê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin ber bi Gemlîkê ve dimeşin: Em ê aştî û azadiyê biqîrin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Bernameya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê ya 3’yemîn diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Federasyona Cîhana Kurd Şanoya Neteweyî ya Kurd ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîna Şano ya Çiya û Akademiya Şehîd Sefkan xebatek taybet

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND û Hunera Mizgînê ‘’Roja Şanoyê ya Cîhanî’’ pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bergeke din a parêznameyên Rêber Apo bi Fransî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ehmed Huseynî helbestvanek ku li ser şopa Cegerxwîn bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Li Koye mirina bi guman a jinekê
Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Gotar > 10 wutuwêj legel Dr.Seevan Saeed (244)
Gotar

10 wutuwêj legel Dr.Seevan Saeed (244)

Hesen QAZÎ
Hesen QAZÎ Dîroka nûkirinê: 26. Cotmeh 2024 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Çemkî Netewey Dêmokrratîk û Konfêdralîzmî Dêmokratîk(2)

Qazî: Zor le têorîstî siyasî basî çemkî neteweyan kirdûwe be manay ewey ke bizûtneweyekî siyasî durust debê ew bizûtnewe siyasîye xebatêk deka û ew bizûtneweye neteweyek durust deka, ew neteweye detuwanê le êtnîsîtey cor be cor pêk bê, dekrê tenanet zimanî ciyawazyan hebê belam neteweyekyan lê durust bikrê be manay kapîtalîstî wate modêrnekey. Ewe le numûney Swiss da cenabit basit kird. Belam meseleyek heye ewîş eweye ew çemke lew cêgayaney ke beşêk le netewey Kurd ya gelî Kurdî têkewtûwe bew şêweye le hîç yek lew cêgayane da ne xakî Kurdistan û ne mîletî Kurd ke le xakî Kurdistan da dejî ya netewey Kurd ke le xakî Kurdistan da dejî ew tecrubeyey nebûwe lew çemke, lew konsêpte bew şêweyey ke bo numûne le Swiss debîndirê, yan le Kanada debîndirê. Berêzt pêt wa heye ke ew têorî netewey dêmokrratîk ke diyare bîneranîş dezanîn û le naw bîrurray giştîyş da pêy dezandirê, ke duwaye dêynewe serî ew konfiransaney ke de mangî December da bûwe le Feranse û Inglîstan û dwatir le ser eweş pirsyarit lê dekem. Her çonêk bê ew çemke ke le layen berêz Ocalan ra formûle kirawe pêt waye ke estûne serekîyekanî bo xo ciyakirdnewe le têorî netewe çîye, mebestim dewlet – netewe nîye.

Sîvan Se’îd: Belê. Bo xoy îşêk ke berêz Ocalan kirdûyetî ke zor balkêşe eweye le ser binemay zanyarî û me’lûmatêkî dirêj le mêjû da çi le dû sed salî rabirdû ke dewlet – netewe serdeste û be nawî dewlet – netewe netewekan xoyan rêk xistûwe û heta emro ême qisey lê dekeyn zortirîn û bawtirîn modêl bo hukimranî û bo berêwebirdinî gelan birîtî ye le dewlet- netewe û çi pêş em dû sed saleş le rojgarêkî dirêj da ke corêk le fêdrasyonî ciyawaz ciyawaz hebûn û tuwanîwyane legel yektirî da be şêweyek hem nêgatîv, hem pozîtîv be çendîn kemayesîyewe be yekewe bituwanin xo berêweberin, le ser binemay têgeyiştnêk lem mêjûwe tuwanîwyetî corêk le telfîq yanî hemahengî kirdin lew çemkane durust bika bo durust kirdinî çemkêkî tir. Bo numûne ême wişey dêmokrasîman heye le Grîkewe, renge le pêştirîşewe wekû tetbîqî dêmokrasî hebûbêt le şwênî ciyawaz ciyawazî dunya da û ême wişey konfêdrasîşman heye le wextêkî zor ciyawaztirîş da û ême wişey neyişinîşman heye, neteweman heye lanî kem em dû sed sale belam pêştirîş, belam ew hatûwe lem kerestaney ke hen şitêkî tirî durust kirdûwe ke corêkî tire le modêl ke heye bo modêlêkî altirnatîv û eweş lew xeyalewe dê ke le partêkî siyasî da ke xeyalekey siyasî ye û deyewê sitatusêkî quwetmedar, dewletmedar durust bika bo em geley ke ber base, ewe têorî modêrnîzme bo durustkirdinî neyişn, durustkirdinî netewe em le piştî emewe hatûwe deyewê bilê nexêr dekrê be şêweyekî civakî, be şêweyekî danewey hêz be xelik, be xoyan nek be êlîtêkî siyasî ke deyanewê le cêy ewan hukim biken, le cêy ewan qerar biden ke çî baş e boyan, danewey hêz be xelik, xoyan le ser çarenûsî xoyan corêk le rêkewtin le hem ahengî durust bikrê le beynî xelke ciyawazekan da bo rêweberîyekî aştîxwazane. Belam wekû qisekey cenabit ke kirdit leser buq’eyekî cugrafî, le herêmêkî cugrafîda em piyawe em qisane dekat ke şwênekey şwênêkî zor hesase, ne wekû kanadaye ne wekû cenabtan delên, ne wekû Swissraye, Rojhelatî Nawîne. Çon eme dekrêt eger îznim bidey detuwanim şirovey ziyatirî bikem.

Qazî: Fermû

Sîvan Se’îd: Qise kirdin leser ewey ke ême le dû sed salî rabirdû da, le duway ewey ke kêşme kêşmêkî zor le wêda heye êsta corêk le serkewtin bo dewletî netewe û bo kapîtalîzmî modêrnîtî dête ejmar kirdin ke eweta dunyay be deste û ew core modêley ke êsta dunya berêwe deba kapîtalîzmî modêrne. Belam be hemû ew zulm û şitaney ke ême le mecteme’e ciyawazekan da deybînîn be taybetî ke ew ziyatir terkîz deka le ser Rojhelatî Nawîn ême detuwanîn qise le ser ewe bikeyn aya nakrê ême bîr le altirnatîvêk bikeynewe, her leber ewey qudretêkî gewre heye lewêda û ew çemkane rasix bûn le dû sed salî rabirdû da wirde wirde heta êsta îdî eme bibê be hetmîyetêk û rastîyek û qubûl bikrêt? Nexêr ew her çende le zîndan daye, belam le mawey 18 salî zîndanî da tuwanîwyetî komelêk pêşniyar, le naw komelêk kitêbî baş da bikat ke ew pêşniyarane êste qabîlî pêşweçûnin, qabîlî qise leser kirdnin, qabîlî rexne kirdinin belam kilîleke û despêkî em îşe îşî ewe ke be rastî cêgey zor têramanêkî gewreye ke îdî qise kirdin le ser altirnatîvêk girînge û ew boxoy pêşniyarî çend altirnatîvêkî kirdûwe lewey ke neteweyekî dêmokrat durust bikrê le naw ew xelke da ke lewêda hen ke potênsîyêlyan heye bo durustkirdinî neteweyekî dêmokrat egerçî êste le halî hazir le dûrewe temaşa dekey wanîye we duwayî eger em neteweye le ser çend binemayek, çend edgarêk kira be neteweyekî dêmokrat ew kate xo rêberîyekeyan dekrê xorêberîyek bê çunke ewê mutenew’îyeke, coracorî yekî lê dejî nakrê tenya yekêkyan serdest bêt. Her be pele eger îznim bidey qiseyek bikem.

Qazî: Emin lêre rat degrim yek lehze ewîş eweye ew têxwêndnewey cenabit pêt waheye ke Ocalan ew têxwêndneweyey hebûwe ke îdî ew modêle yanî modêlî dewlet – netewe tenanet numûney Swissîyekey le Kurdistanî ême karsaz nîye bo ewey ke meseley Kurdî pê çareser bikrê, yanî berêzt way tê dexwênîyewe?

Sîvan Se’îd: Belê min wa ezanim. Carê ew rexneye heye ew şwênaney rojaway kurdistan nêw nirawin kanton bo numûne eme beşêke le rexne lem babete corêke wekû ewey naweke le kantonî Swissrawe hatibê. Ewe boxoy be layek, belam ew buq’eyey ke pêy degutrê Rojhelatî Nawîn û ew tenew’ey ke heye û ew lankeyey ke pênc hezar sale lewêda corêk le dewlet, be nawî dewlet ya be nawî tirewe hebûwe karêkî kirdûwe be asanî prosey be dêmokrat kirdinî xelik şitêkî weha asan nîye, rişteyekî dirêje û duway ewey ke xelik be dêmokrat kira ew kate meseley xo rêberî dête pêşê yanî konfêdralîsmî dêmokratîk sîstimêkî fermanrewayî ye, sîstimêkî xo rêberî ye, belam netewey dêmokratîk corêke le life, corêke le jiyan, corêke le normî jiyan ke mirov çon bijî nek be tenha be îndîvîcuwal belkû be destecem‘î xelik lewê çon bijî. Qise leser ewey.

Qazî: Diyar e leser şêwey hukmranî dezanîn ke le mêjû da ber lewey ke le dinyay modêrn da çemkî netewe le modêrnîtey kapîtalîstî da durust bibê îhtîmalî ewey ke le împiratûrîyekan da, bo wêne le împratorî têzarî da jiyanî konfêdral hebûbê, yanî çendîn yekey cor be corî siyasî be corêk hawahengîyan legel yektirî hebûwe û be şêweyekî sist beyekewe girê dirabûn. Cenabit ew qalbe çon debînî le çuwar çêwey Rojhelatî Nawerast da. Yanî meseley konfêdralîsmî dêmokrratîk îdî nabestîyewe be dewlet netewe yan çonî debînî?

Dirêjey heye…

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN Hesen QAZÎ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Îsraîlê li Îranê êrîşî binesaziya drone û fuzeyan kir
Nûçeya Pişt re Mûrat Karayilan: Em li Bakurê Kurdistanê stratejî pêş dixin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Apê Mûsa li cihê lê hatî qetilkirin, hate bîranîn

Mûsa Anter, li Amedê li kuçeya lê hat qetilkirin hat bîranîn. Di daxuyaniyê de hat…

Ji aliyê Stêrk TV

Di êrîşa balafirên şer ên dewleta Tirk de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan

Balafirên şer ên dewleta Tirk bombe li gundê Babula barandin. Di êrîşê de 2 kesan…

Ji aliyê Stêrk TV

Swîsre ji festîvala zarokan re amade ye

Hunermendê Kurd Rotînda jî wê beşdarî Festîvala Zarokên Kurd a li qada Winterthur Barbara-Reinhartê bibe.…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojhilata Navîn bi çi dikeve sala nû?

Ji aliyê Stêrk TV

Îmralî; Fenomenolojiya Gravê (12)

Ji aliyê Nurhaq GULBAHAR

Rûsya û Rêxistina Dewletên Tirkîaxêv

Ji aliyê Stêrk TV

Îmralî; Dahurandina pergalê ye -11-

Ji aliyê Nurhaq GULBAHAR
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?