Konfiransî salaney MESA(3)
Qazî: Debê tewaw berbest bê be rojhelatî nawerast?
Sîvan Se’îd: Ewe yek ebê le ser rojhelatî nawerast bê. Belam rojhelatî nawerrast ye’nî çî? Em deqîqeyey emin qise legel cenabit dekem paperkim heye le ser rojhelatî nawerast û kargerîyekanî Çayna le serî. Mebestim ziyatir Turkiyaye nek hemû rojhelatî nawerast. Ey xo min be naçarî basî Çayna ekem, basî palîsî û bernamey Çayna ekem, eme nakrê bînêrim bo Mêsa û bilên nexêr to basî Çayna ekey refz. Leber ewey tesîrî beşêkî dunyaye le ser ew meseleye belam ebê rebt û rekîzey esasî meselekey to û behseket le ser rojhelatî nawerast bê ewe yek we duwemîş akadêmî bê, kwalîtêkî hebêt ewe lanî kem sê kes ta çuwar kes ke teqîmî eken, helî esengênin, evaluationî bo eken, dey nirxênin pêyan waye ke eme babetêke dekrê le 15 deqîqe da biwutrê û duwaye bikrê be peyperêk bixrête rojnameyek. Ewe mê’yarekeye tenha.
Qazî: Prosudurekeşî awaye wextêk ke eto dawxiwaz dekey ke le konfiransî dahatû da beşdarî bikey kurteyek le mijareket denêrî.
Sîvan Se’îd: 250 wşe.
Qazî: Ewan temaşay deken eger qubûl kira agadarit dekenewe
Sîvan Se’îd: Îdî piroseyekî zor mîkanîkî û hîsabî ye, deadline heye yanî axir rojî teslîm kirdin. Êsta her emroke emin hatûmetewe lewê wereqeyekî piçûkyan pê dawim nizîkî duwazde deadline î muhîmî têdaye, key axir roje bo papereket ke teqdîmî key, key ew rojey eger parey abûney salane nedey îdî mafit namênê duwayî teqdîmî bikey, key ebê register bikey yanî tomar bikey. Mecmû’ewyek şert heye îtir to şwênî ekewî bew şêweye, belam durustkirdinî panêlêk ewe bo xoy interasnt e bo min; pirofêsorêk dê delê min emewê le ser şwênî Sûriya, kêşey bakûrî Sûriya û PYD û tevgerî azadî çî heye lewê ême babetêk durust keyn. Ew bangewazêk deka bo ewey eger kesanêk babetêkyan heye agadarî ken, bo xoy carê be der le Mêsa, daway babet deka êmeş bîst babet enêrîn ew xoy pêncyan helebjêrê elê kake min ew pênce tewawe, êwe destan xoş bê nardûtane, ewanî tiryan refz. Em pênce emin be xom û em pêncewe emewê ew babete binêrim bo Mêsa lewê pêşkêşî keyn. Êmeyş elêyn baş ew kate ême çawerî dekeyn le sê hefte da delên ewe ême werman girtûwe û îdî duwayî erwat.
Qazî: Zor başe, ba hêndêk qisekanman wird keynewe bo ewey ke bituwanîn serincî bîneranman ziyatir bo ew meseleye rabikêşîn, ewîş pêwendî peyda dekatewe be meseley Kurd. Wek diyare wek basit kird le ber ewey çuwar roj mudetêkî tewaw nîye bo ewey ke însan bituwanê le hemû panêlekanda û le hemû konfiransekan da beşdarî bika belam ewendey ke berêzit tuwanît lewê helîhêncênî çend babet le ser meseley Kurd û le çi zemîneyek da pêşkêş kira?
Sîvan Se’îd: Babetî Kurd le ber ewey zor mu’eqede le rojhelatî nawerast da, aloze, meselen ke to temaşay abûrî Turkiya ekeyt, eger panêlêk hebê le ser abûrî Turkiya, le ser siyaset le Turkiya, pêt xoş bê û pêt naxoş bê le pênc panêl duwanyan basî kurde.
Qazî: Emsal çend babet hebû?
Sîvan Se’îd: Nizîkî çil paper hebû.
Qazî: Eger bikrê yek yek nêwyan bênî.
Sîvan Se’îd: Leser kêşey Iraq û Iran, şerî Iraq û Iran le heşt sal da. Ewe pênc panêlî hebû, her panêl birîtî ye le pênc paper. Ew pênc babete zorbey le ser ew nawçane bû ke weber şer kewtibûn, akamî şerekeyan çon bûwe, kê ziyatir bekar hêndira bo şerekan? Kemînekan yan ewaney le qûlayî Iraq û Iran da dejîn, le Bexdad yan le Taran. Ewe beşêk bû ke min beşdarîm têda kirdûwe, eme dekrê miro be şêweyek le şêwekan têyda beşdar bê bilê eme basî Kurdî têdaye ya basî Kurdistanî têdaye wekû xak, belam ewey ke detwanim bilêm raste rast le ser Kurd bû dû babet ke ekate nizîkî de panêl, dû mijar, dû beş ke dekate nizîkî de babet yekyan le ser dîplomasî Kurd û be taybetî feşelî dîplomasî Kurd le Emrîka be taybetî qise kirdin bû le ser ewey ke çend sal le Emrîka be hîsab hukûmetî herêmî Kurdistan le başûr lewê nwêneryan heye û eyanewê lobî biken, zexit biken le ser dewletî Emrîka bo ewey ke yarmetî Kurd bidat. Qise bû le ser ewe ke çuwar kesî be nawbang le kayey hem akadêmî û hem siyasî û dîplomasî Kurdî da le wêda ke êmzor nawyan debînîn Emrîkîn, teb’en her çuwaryan, yekyan Kenedî ye û siyanyan Emrîkî bo numûne Michael Gunter ke mamostay zankoy Tennessee ye.
Qazî: Nûserêke ke çendîn kitêbî nûsîwe le ser Kurd.
Sîvan Se’îd: Bo numûne David Pollack ke yekêk bû le rawêjkaranî berêz Mes’ûd Barzanî bo em meseley rêfrandome. Yekêkî tiryan Michael Robin e ke zor enûsê, zor kirîtîkale le ser meseley Kurd le Waşingtin Însitîtût, yekêkî dîkeyan David Romano ye ke le ser bakûr u başûrî Kurdistanîş karî kirdûwe û Kanadayî ye. Emane meselen qise bû le ser feşelî dîplomasî Kurdî yan helsengandinî dîplomasîyetî Kurdî le Emrîka û Rojawa da lem çend saley hukûmetî key KRG, hukûmetî herêmî Kurdistan. Babetêkî tir ke zor calib bû û etuwanim bilêm zor calib bû le ber ewey xomî têda bûm [pê dekenê], pênc babet bû le ser meseley Sûriya û betaybetî goranî nirx û behay hem siyaset, hem civak le naw Sûriya da le duway rebî’î ‘Erebî/ beharî ‘Erebî. We be taybetî tecrubey bakûrî Sûriya û qise kirdin le ser tecrubey bakûrî sûriya, muqarene û berhev danî ew tecrubeye legel meseley Da’ş le layekewe, ke hêzêke ewîş bîna û royay xoy heye legel dewlet û betaybetî dewletî Sûrya. Ewe babetêkî calib bû ke zortirîn xelkî lê ko bûwewe.
Qazî: Lew panêle da fermût çend paper pêşkêş kira?
Sîvan Se’îd: Pênc paper.
Qazî: Kê bûn ewaney ke pêşkêşyan kird?
Sîvan Se’îd: Meselen paperêkyan ke ziyatir le alî tîorîyewe temaşay dekrid ke ême detuwanîn be çawî Northî/ bakûrî dunya ke Emrîka û ewaneye temaşay mijarekan bikeyn etwanîn tîorîyek heye be nawî Global Swap temaşa kirdnî dinya be çawî başûr, be çawî başûrî dunya ke ewe têrmêkî polîtîke, ewe berêz Dr. Ipek Demîr le zankoy Leicester le Brîtanya, dû kes le zanîngey Yele le Emrîka ke zanîngeyekî be nawbange beşdar bûn Husên Reşîd legel Alexander Kolokotronis yonanîye be esl legel kesêk ke le ser abûrî Sûriya karî dekrid Drêke be nawî Mistefa Gurbuz le zanîngey Emrîkayî Beyrût û emin le zanîngey Şanşî Normal le Çaynawe beşdar bûm û pirofêsor Mehmet Gurses pirofêsorêke be esil xelkî Diyarbekr e, Kurde le Florida Central University , le zanîngey nawendî Florîda le Emrîka pirofêsore emane le ser ew mijarane qiseyan kird nizîkî se’atêk û çil deqîqe pênc paperî baş teqdîm kira û beşdarîyekî zor kara hebû, xelkêkî zor lew hole da beşdarîyan kird û ewe beşêk bû le babetekan ke min xom le hemûy da bûm. Belam le beşî ew babetey tiryan ke wutim zor girîng bû be lamewe û le beşî Turkiya da û siyaset le Turkiya be taybetî le duway ewey ke pêy degutrê alleged coup ya failed attempet yanî ew kudetayey ke ser nekewit le 2016 da babetêk bû ke ewe zor taze bû be hîsab le nawendî akadêmî da, qise kra le ser ew heyran bûney ke hem akadêmîsyenekan, hem siyasîyekan heyane le ser ewe aya eme be rastî le Turkiya da kudeta bû yan na û lew kate da, lew babete da be zorî qise le ser Kurd û le ser mijarî Kurd û le ser azadîyekanî Kurd û le ser HDP û ewane babet hemîşe lewêda hebû. Awa bîjimêrim etuwanim bilêm bîst paperî baş hebû le ser Kurd le koy 250 paper.
Dirêjey heye…