Forûmî Nêwneteweyî Sebaret be Da’eş le ‘Amûdê (4)
Qazî: Le rabirdû da Ermenî zorî lê bûwe.
Sîvan Se’îd: Belam êsta lêy nemawe û îdî be hoy tundutêjîyewe royiştine derewe belam ewan mafî eweyan heye ke lanî kem hawserokyan heye, le îdareke meselen le sed da pencayan heye lew barewe û hêzî xoyanyan heye û lew panêlaneş da ke bas kira be hemû şêweyek pozîtîv qise le ser ew ol û ciyawazîyaney ke heye kira. Eweyan bo girîng bû.
Qazî: Ême dezanîn ke beşêk le rêkxirawekanî nahukûmî yanî NGOyekan çi NGOy nawçeyî bê û çi NGOy nawneteweyîş lewê amadeyiyan heye be taybetî çunke îtîlafêkî nêwneteweyî hebûwe be dijî Da’eş û diyare rêkxirawekanî nahukûmî ew wilataneş ke berengarî Da’eş bûnetewe zoryan beşdar bûn tenanet xelkyan lê kûjra wek rojnamenûs û xawen pîşey dîke. Aya le panêlekanî ew konfiranse da nwêneranî rêkxirawe nahukûmîyekanîş beşdarîyan hebû?
Sîvan Se’îd: Eger rêkxirawî nahukûmî derewe bilêyt ewaney ke heye wekû bilêy ew panêle yekêkî têda bûbê le ser nawî ewan ewe nebû, çunke ziyatir akadêmîsyen ewaney ke le ser mijarekan qise deken lewê bûn le zankoy ciyawaz ciyawazî dinya, le Emrîkawe ta Çînî lê bû, egerçî le Çînewe her yek neferî lê bû le ser nawî Çîn lewê bû [pêdekenî H.Q], belam le Efrîqa, le Mîsir çendîn kesî baş ke hem bahîsî sosyolocîst, civaknas û hem bahîsî derûnnas beşdar bûn meselen Amy Austin holmse bû, nawêkî away heye, yekêke le saykolocîste benawbangekan ke le Waşintnewe hatbû qisey le ser ewe dekrid ke ême î’ade tehîl, barhênanewe rehabilitation çon bikrê bo ew kesaney qurbanî ew karesaten ba mindalî Da’eşîş bin. Beder lewe ke qurbanî zor heye ke xelkî wilatekeye bilêyn xelkî Rojawa û Sûryaye belam her ewaneş ke le cêy cor be corî dinyawe hatûn bo ewê xo nakrê emane bikûjrên, tenanet Da’eşe gewrekanîş nakûjrên ke pileyekyan bûwe û destyan sûre be xwênîş belkû mamileyekî ciyawazyan legel deken le çaw ew mamileyey ewan legel xelkyan kird çend sal lemewber. Belam mindalekanyan ke qurbanîn çon mamileyan legel bikrê le yekêk le panêlekan da qise le ser ewe bû, le duway Da’eş legel ewane çon mamile bikrê? Aya emane wekû îblîs hîsabyan bo bikrê, bikûjrên, bisûtêndirên ke eme merfûze le lay îdarey zatî mumkîn nîye şitî wa. Leber ewey ewan peyamêkî mirovdostîyan pêye, yan emane pêwîste rîhebîlîte bikrênewe. Qise kirdin leser ew babete girîng bû beşêkî meseleke bû ke ewe dekewte ser ewe ke hem le alî qanûnî, hem civakî û derûnîyewe qisey lê bikrê.
Qazî: Wek berêzt bas dekey diyare ew wez’ey ke lew kempey ke ewanî têda radegîrên în’îkasî rastewxoy hebûwe le ser konfiranseke û de waqî’da konfiranseke wîstûye bew meseleyeş ra biga. Wa nîye?
Sîvan Se’îd: Ewe yekêk bû le meselekan.
Qazî: Be pê statêstîk dezanîn le yekî mangî Ût yanî le yekî em mange da ew berpirsî têkelawî bo xebat dijî Da’eş û her weha koordînatorî dijî têror le wezaretî derewey Emrîka, James Jeffry û ew kesey dîkey beyekewe konfiransêkî çapemenîyan kird û hêndêk statêstîkyan da sebaret be jimarey, duway helqendinî pêy Da’eş le erz û çekkirdinî be dest hatûwe. Le ser ew statsitîkane le mêdyay cor be cor da, qisey cor becor dekrê, basî ewe dekrê ke ewane 70000 kesin ewaney ke destbeserin waye yan çonawçone?
Sîvan Se’îd: Min ew me’lûmatey ke le rojnamekanda deybînim deyxwênmewe çunke lewê dûrim. Belam katêk lewêm mecbûrim le fermandarêk pirsyar bikem ke heresî eweye, agay leweye, serperiştyarî eweye. Nizîkey 10000 Da’eşî heye ke cînsîyey derewey Sûriya û Iraqî heye.
Qazî: Yanî Da’eşî şerker?
Sîvan Se’îd: Da’eşin, şerkerin le wilatanî ciyawaz ciyawaz, le Kazaxistan û Çînewe bîgrê heta Emrîka û heta Urûpa!
Qazî: Iraqî û Sûrîyeyîş zortir wanîye?
Sîvan Se’îd: Hemûyan û hendêk lewane jin û mindalî xoyan legele.
Qazî: Ewane 10000 neferin?
Sîvan Se’îd: 70,000 ke hemûyetî zîmnî Iraqî û Sûrîş, zîmnî her kesêkî dîke ke xelkî her kwêyek heye teqrîben lanî kem êsta, ew hêze hêzêkî zor ke serf ebê hem xwardin, hem pare, hem heresîyat girtinyan bo ewey em 70000 kese biparêzrên, nek bo ewey biparêzrên hîçyan lê nekrê belkû bo ewey ewan hîç neken. Yanî min keysêkit pê bilêm ke zor be lamewe naxoşe eylêm eger kesêkî şervan yan kesêkî ke lewê xizmetkarî ew kesaneye ke le wên, eger bîyewê şîr bika be demî mindalêkîyewe daykî mindaleke ke hizrî Da’eşî heye elê dest mebe bo mindalekem pîsî meke. Yanî mamile kirdin legel ewe da zor narehettire lewey le şerêk da be asanî bikûjrayet yan yekêk bikûjê. Leber ewe qursayiyeke zor zore, leber ewe îdarey xoser û ew konfiranse qursayiyekî zorî xiste ser ewe ke zext bixate ser ewe werin ême çî bikeyn lem keyse da.
Qazî: Berpirsyaretî ragirtinî ewane hemûy le ser şanî Qesedeye?
Sîvan Se’îd: Berpirsyaretî zorîney le ser şanî Qesedeye, le hemû girîngtir nek xwardin, teb’en xwardin u ewane na?
Qazî: Berpirsyaretî parastinyan mebestim bû.
Sîvan Se’îd: Parastinyan le ser Qesedeye, parastinî fîzîkîyan le ser Qesedeye û ew şervanane ewane deparêzin, YPG û YPJ.
Qazî: Başe be pêy çawedêrî berêzt yanî ewey ke lewê bûy, dezanîn dû behis heye yek ewey mehkemeyek lew cêgayey ke ew cînayetane kirawn, le erzî waqî’ ke debête Rojaway Kurdistan, Bakûr û Rojhelatî Sûriya lew şwêney ke Da’eş te’eday le xelik kirdûwe, lew cêyaney ke curmekan kirawin lewê mehkeme bikrên. Yekîş eweye ke dawa dekrê ew wilatane bên hawilatîyekanî xoyan werbigirnewe. Wa bizanim dew naweşda hêndêk le wilatekan be xişkeyîş bê eweyan kirdûwe yanî hêndêk lew kesaneyan ragwêstûwe.
Sîvan Se’îd: Ewe tozêk pîçîdeye mamosta!
Qazî: Başe ew pêçelpêçel bûn û aloz bûne dekrê hêndêk rûnî bikeyewe bizanîn çone?
Sîvan Se’îd: Be muxteser bot rûn bikemewe. Yekem carê hendêk wilat heye eger dawaşyan bikenewe QSD nayan datewe. Îdarey zatî nayan datewe çunke mafî mirov lewê zor xetere bidrênewe ekûjrên yekser. Tenanet Iraqîş yanî wilatêke ke ewende sîqey le ser nîye eger Da’eşêkî bidrêtewe be bê ewey mehkemeyekî ‘adlaney bo pêk bênê lewaneye bîkujê. Le duway ew hemû ‘ezabeşewe ke heye ewane mirovin û ew mirovane ebê me’ameleyekyan legel bikrê.
Dirêjey heye…