Sêşem, 1 Tirmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li St.Gallenê eleqeyeke mezin ji bo lîstika Kurdî ya bi navê ‘Durû’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê nexweş Kerîm Boran hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta ji 39 kesan a dixwaze Rêber Apo bibîne, tê Tirkiyeyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îzmîrê şewat di roja 2’yan de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    De Conca: Abdullah Ocalan çareseriyê pêşkêş dike, divê azad bibe!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 30’Ê HEZÎRANA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Şandeya KNK’ê bi Partiya Komunîst a Îranê re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mifteya pêvajoya nû fêhmkirina Zîlan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Madeya 140’an li ser gelê Şengalê veguherî hesabekî nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nameya Zîlan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya KNK’ê serdana partiyên Rojhilat kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şêx Seîd û hevalên wî hatin bibîranîn: Bila cihê gora wan were eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Mihrîcana Jinan: Me îradeya Ekîn nîvîsand dîrokê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Xweseriya aboriya jinê lingeke sereke ya azadiya jinê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sebahat Atabey hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rihayê li dijî komkujiyên jinan meş

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJ’ê têkildarî salvegera 5’an a damezrandina xwe daxuyanî da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mafê tedawiyê yê Werîşe Muradî tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Freiburgê ji bo zarokan şahiya çandî hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çapa nû ya pirtûka Zekî Bayhan a ‘’Sozyalîzma Demokratîk’’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Şerê Têkel’ hate çapkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera Kebîre li Swîsreyê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fatoş Erekli, ku êrîşeke nijadperestî lê hate kirin: Kes nikare me bitirsîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji UTAMARA Festîvala Zarokan a Kevneşop a 20’emîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Li Şarbajêr droneyek ket
Li Marmarîsê erd hejiya: 1 mirî, 69 birîndar
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Gotar > 10 Wutuwêj legel Dr.Seevan Saeed (270)
Gotar

10 Wutuwêj legel Dr.Seevan Saeed (270)

Hesen QAZÎ
Hesen QAZÎ Dîroka nûkirinê: 26. Nîsan 2025 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

 Kempeyn bo azadî rêber Ocalan (1)

Wutwêj legel Dr. Sîvan Se’îd pirofêsorî hawkar le zankoy Şanşî Normal, medresey xwêndine nêwneteweyiyekan, siyasetekanî Rojhelatî Nawerast, sebaret be kempeynî azadî berêz ‘Ebdula Ocalan. Em bernameyey Rawêj be rêgay Skyp le Çînewe kirawe û rastewxo le êwarey Cum’e 25-î September 2020 le têlêvîzyonî Stêrkewe bilaw kirawetewe.

Hesen Qazî: Bîneranî berêz bexêr bênewe bo bernameyekî dîkey Rawêj. Le Rawêjî emcare da mîwandarî dekeyn le Dr. Sîvan Se’îd ke pirofêsorî hawkare le zankoy Şanşî Normal le wilatî Çîn. Diyare berêzyan pêştirîş zor car le bernamey Rawêj da beşdarî kirdûwe. Zor zor bexêr bêy kak Dr. Sîvan Se’îd. 

Dr.Sîvan Se’îd: Sipas rojtan baş. 

Qazî: Şew baş, diyare lay êwe le Çîn şewêkî direnge. Lewe ra dest pê bikeyn wek berêzîşt agadarî KCK Koma Civakên Kurdistan maweyek leme pêştir kempeynêkî rageyand le jêr nawî ” Bese goşegîrî debê tewaw bibê, na bo faşîzm û êsta kat katî azadî berêz Ocalan e” û lew pêwendîye da diyare le Urûpaş 10-î mangî Oktobrî dahatû wekû rojî cîhanî bo azadî rêber Ocalan rageyandirawe. Berêzîşt têzî dukturayeket û kitêbeket sebaret be bizûtnewey rizgarîxwazîye le Bakûrî Kurdistan û lew pêwendîye da zanyarît heye. Lew kempeyney duwayîş da wa bizanim çend carêk legel çend kanalî têlêvîzyonî qiset kirdûwe pêm xoşe eger le rêgay dûrîşewe bê le pêşda lewe ra dest pêbikeyn ke boçûnit le ser ew daxuyanîye û her weha tewqîtî ew daxuyanîyey Koma Civakên Kurdistan çone fermû! 

Sîvan se’îd: Silaw û rêz bo hemû bîneranî hêja û bo hemû karmendanî Stêrk TV. Hîwadarim le cem êwe hemû şitêk baş bêt û ew xebatey ke êsta ser rê kewtûwe êwe pişkî şêrtan heye têyda ke lanî kem be berçawî bîneranî le çuwar parçey Kurdistan egeyênin ke ew rewşe êsta çone û be rastî qise kirdin le ser ew bangewazîyey KCK renge be dû buwar da emin bituwanim qisey lê bikem. Yekêkyan eweye ke ew bangewaze eme yekem bangewaz nîye û duwem bangewaz nîye û exîr bangewazîş nabêt leber ewey ew kêşaney ke êsta le rojev da heye le bizûtnewey azadîxwazî Kurdistan da û ew xebatey ke berdewamî heye, ew amancaney ke êsta heye dîsan her le cêy xoy mawin û berdewamî heye bo bedîhênanyan. Eme yek, duwemîş êsta lew tewqîte da ke êsta rûy dawe girîngîyeke lewe daye ke be rastî faşîzmî dewletî Turk, we ke dewletî Iranîş ke êsta legelî da hem aheng bûwe ta radeyekî zor bo ewey ke be tewawî paymalî ew bizave azadîxwazey Kurdistan bikat ke be temaye nek le Kurdistan belkû le Rojhelatî Nawîn da corêkî tir le xeyalî siyasî û le xeyalî hizrî û exlaqî bênête pêş. Êsta dewletî Turk faşîzmekey geyiştûwete lûtkeyek ke geranewey bo nîye be hîç şêweyek ebê ew dewlete birwat, ebê ew dewlete bikewêt boye duwa henasekanî xoy edat le hemû ew narehetîyane ke kirdûyetî. Ca katêk ew zulm û sitem û faşîzmey ew berew ser dêt îdî kat katî azadî ye. Qiseyekî girîng heye delê:” Le katî tarîktirîn şew da, tarîktirîn lehze le şew da nizîkî şefeq e”. Ew kateye ke îdî şefeq dêt. Be rastî le Rojhelatî Nawîn da duway ew hemû narehetîye, le duway ew hemû wez’ey ke heye êstake le Rojhelatî Nawîn û Kurdistan wekû lankey ew şorişe cêgeyekî zor zor cîdîye bo ewey ke ême bilêyn şefeqêk berêweye ke hebêt û wişey kat katî azadîye le cêy xoy dayetî boye her kes be pêy xoy be pêy mecal û sî’etî xoy pêwîste beşdar bê lew kempeyne da û lew buwarewe bû ke minîş beşêk bûm le kempeyneke ke dûrim le Çînim belam endamî ew kempeynem û beşêk le ko kirdnewey îmzakan û hêndêk qise kirdin le ser çend têlêvîzyonêk û be beşdarî kirdin le çend kor û kobûneweyek da lêre le Çîn da û têgeyandinî ew xelkey ke zerûre pêyan bilêy kake giyan şitêk heye rebtî be rûmetî êwewe heye, azadîyek heye pêwîste xawendarêtî lê bikrê nek leber ewey kesêk le zîndan daye ke rêber û hizirvanêkî beşêkî xelkî em serzemîneye ke nawî Kurdistan e belkû bo rûmetî êweye ke eger her kesêk bîyewê xawendarî bika le azadî, le însanîyet pêwîste beşdarîyekî hebê, bêlayen bûn wekû David Graeber le zemanî şerî Kobanî da gutî be nawî her biyanûyekewe bê bêlayen bûn lew wez’e da pasaw nahênêtewe bo ewey ke rûmetî însanî xot biparêzî belkû ebê le beynî faşîzm û le beynî azadîxwazî da şitêk helbijêrî. Em kempeyne rast eweye ke le beynî azadîxwazî û le beynî ew dijberaney ke bo em azadîxwazyane hatûwete pêşewe ke faşîzme beserkêşî AKP pêwîste mirov mewqîfî xoy werbigrê û minîş mewqîfêkim wergirtûwe eweye ke beşdarim lew kempeyne û dijî ew faşîzmem egerçî ew faşîzme zor behêz bê û em kempeyne hêşta le sereta da bê û hêşta ze’îftir bê lew.

Qazî: Zor başe, êsta berêzit basî nemir David Graeberit kird, diyare duwaye dêynewe ser qisekanî David Graeber be taybetîş le pêwendî legel nexş û dewrî rêber Ocalan da David Graeber ke çend car serî Rojaway Kurdistanî da bû lew bareyewe qisey kird bû belam duwatir dêyne ser ew base. Diyare pêş kempeynekeş berêzit legel hêndêk lew şagirde Çînîyaney, ya ew xwêndkare Çînîyaney ke le pêwendî dekewin degel siyasetekanî Rojhelatî Nawerast dezanim ke sêmînar û konfiransit rêk xistûwe tenanet zor mîwanî dereweyî, pispor û akadêmîsîyenî dereweyît bo beşdarî kirdin û zanyarîdan bangihêştinî Çîn kirdûwe. Le pêwendî legel ew kempeyne taybetîye le astî akadêmîk û zanko da berêzit çit kirdûwe heta kû êsta?

Sîvan Se’îd: Belê, be rastî dû s’ûbey gewre heye êstake lêre. Yekem eweye ke be hoy koronawe hemû şitêk rûyekî tirî be xoyewe girtûwe ke şitekan ziyatir online nin gerçî le Çîn korona nemawe, êsta ême be îsrahet etuwanîn biçîne kilas û le kilas da mamostayetî bikeyn, belam îdî pêwendîyekan hêşta bew şêweyey lê nehatûwetewe ke hemû şitêk wekû par em kataney lê hatbêt. Ewe tozêk s’ûbeyeke û s’ûbeyekî gewretir lewe eweye ke şiklîyet û zêhnîyetî akadêmîyay Çînî, mucteme’î Çînî zêhnîyetêkî zor ciyawaztire lewey ke ême xulqman pêwe girtûwe le Rojhelatî Nawîn, le Kurdistan yan le Urûpayş. Ye’nî ferqekey beynî Kurdistan û Rojhelatî Nawîn yan Kurdistan û Urûpa keme belam lêre ferqî em beşey dinya legel beşekanî tirî dinya be rastî ewende zore ke zor car heye ebê însan ew kodane lêre têbga înca bizanê çon berxurd bika. Lewey ke min kesêkim xom be Kurd dezanim û xom be azadîxwazêk dezanim ke emewê ew dozey ke le mêşkim da heye bigate hemû kesêk be pêy tuwana, belam ewey ke şitêkî fermîyet ke nawî dewlete emin nîme û le piştmewe nîye êsta lêre. Ne ser be dewletî Turkyam ta sefaretim hebê, ne ser be dewletî Iran û Iraq û Sûryam ta sefaretyan hebê û beşêk bin lewe. Ewe s’ûbeyekî gewreye bo ewey ke akadêmyay Çînî têbgeyênî ke em şite wehaye leber ewe ebê bîxeyte naw buwarêkî tirewe ke ême pêy elêyn Area study, yan pêy elêyn siyasetî international , IR International relations, lew buwarane da ême debê qise bikeyn le ser ewey ke lêre da aktirêkî zor girîng heye ke pêy degutrê Kurd.
Dirêjey heye…

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN Hesen QAZÎ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Yusufoglu piştî 31 salan hate berdan
Nûçeya Pişt re ROJEVA 26’Ê NÎSANA 2025’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Kinşasayê hewldana reva ji girtîgehê: Herî kêm 129 kes hatin kuştin

Wezîrê Karên Hundir ê Komara Demokratîk a Kongoyê, diyar kir ku li ser hewldana revê…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 25’Ê SIBATA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

WHO: Li Ûkraynayê li dijî navendên tenduristiyê nêzîkî 2 hezar êrîş pêk hatine

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand ku ji Sibata 2022’yan a destpêka dagirkeriya Rûsyayê ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Zayendperestîya di zimanê me de

Ji aliyê Kurdistan LEZGIYEVA

10 Wutuwêj legel Dr.Seevan Saeed (280)

Ji aliyê Hesen QAZÎ

Ji Zeynep Kinaci ber bi sedan Zîlan an!

Ji aliyê Kurdistan LEZGIYEVA

10 Wutuwêj legel Dr.Seevan Saeed (279)

Ji aliyê Hesen QAZÎ
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?