Tevî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) a binpêkirinê, Qada Taksîmê di Cejna Karkeran a 1’ê Gulanê de, ji hêla polîsan ve hate dorpêçkirin. Di pêşengtiya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekitiya Odeyên Endezayar û Avahîsazan a Tirk (TMMOB), Yekitiya Bijîşkên Diranan a Tirk û Yekitiya Bijîşkan a Tirk (TTB) karker îro serê sibê li Saraçhaneyê hatin ba hev. Karker wek kortej ber bi Taksîmê ve dest bi meşê kirin. Polîsan li pêşiya sûrên Saraçhaneyê pêşî li girseyê girt û bi guleyên plastîk û xaza îsotê êrişî çalakgeran kir.
Girse li dijî êrişa polîsan li ber xwe dide. Piştî êrişê, girseya kom bûye hewl dide ku ji riyên cuda xwe bigehîne Qada Taksîmê. Hat destnîşankirin ku di êrişa polîsan de gelek kes hatin binçavkirin.
JIN Û DEM PARTÎ LI QADÊ YE
Kortejên kedkar û karkeran bi rengekî girseyî ji rawestgeha Marmaray a Yenîkapiyê ketin qadê.
Jin jî bi rengê kortejê ketin qadê. TJA’yê pankarta bi nivîsa “‘Bi dengê jinên ku keda wan nayê dîtin; Jin, Jiyan, Azadî’ hilda.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan, parlamenterên DEM Partiyê Pervîn Bûldan û Kezban Konûkçû, Serokê Partiya Tevgera Kedê (EHP) Hakan Ozturk, Sekretera Giştî ya Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin Fîdan Ataselîm û heyeta pê re jî ketin nava qadê.
Ciwanan jî di rûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan”, “Silav, silav ji Îmraliyê re hezar silav” û “Bijî berxwedana zindanan” qîriyan.
Kedkaran bi kortejê ber bi Taksîmê ve dest bi meşê kirin. Polîsan bi fîşekên plastîk û gazê êrîşî kedkaran kirin. Li gelek deveran berxwedana li dijî êrîşa polîsan dewam dike. Her wiha hate ragihandin ku gelek kes hatine binçavkirin.
JI BAKIRHAN PEYAMA ‘TÊKOŞÎNA HEVPAR’
Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan tevî rêveberên partiyê û partiyiyan ji bo bimeşin Taksîmê hatin Saraçhaneyê. Bakirhan li vir axivî û banga têkoşîna hevpar li hemû komên civakî kir.
Bakirhan, ev tişt anî ziman: “Îro 1’ê Gulanê ye. Em Roja Karker û Kedkaran a Cîhanê pîroz dikin. Weke DEM Partiyê bi alîgirên xwe, bi girseya xwe, bi kedkar û xizanên kurd li gel çîna karker a Tirkiyeyê ji bo piştevaniya bi kedkarên Tirkiyeyê re li vê derê ne. Em baş dizanin ku heke em bikaribin bi rêya yekitî û têkoşîna karkeran, têkoşîna demokrasî û azadiyê bînin gel hev dê bikarin bingeheke xurt a têkoşînê ava bikin.
Em ê wê demê bikarin xizanî, nelirêtî û zilma li ser kedkaran bi dawî bikin. Ji bo têkoşîna mafan a gelê kurd û têkoşîna kedkar, xizan û karkerên Tirkiyeyê li ser bingeheke hevpar bikin yek em ê di rojên pê de têkoşîna xwe mezintir bikin.
Heke em bikarin karker, kedkar, kurd, elewî, ciwan û jinan li ser bingeheke xurt ê têkoşînê bînin gel hev, wê demê em ê bikarin xizanî û zilma heyî bi dawî bikin. Ez careke din bi vê wesîleyê roja kedkarên tirk, kurd, ereb, ermenên hatine Taksîmê pîroz dikim. Dê piştevaniya me bidome û têkoşîna me hevpar e.”
ÊLIH
Mîtînga 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran bi pêşengtiya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Elihê tê li dar xistin dest pê kir. Pêkhateyên platformê, nûnerên partiyên siyasî û gelek karker û kedkarên ji bo mitînga herêmî ya bi dirûşmeya “Li dijî xizanî, bêewlehî, kedxwarî û zextan ji bo yekitî, têkoşîn û piştevaniyê û hêviyê mezin bikin em biçin 1’ê Gulanê” tê lidarxistin hatin bahev, li Xaçerêya Word Mar a li Bûlwara Tûrgût Ozal hatin bahev. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Sekreta Jinan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Done Gevher û Serokê Şaxa Petrol Îş’ê yê Êlihê Veysel Kartal dê weke axivêr tev li mitîngê bibin. Bi hezaran kesên ji bo mitîngê hatin bahev, demekî dirêj govend gerandin.
Di mitînga ku pankartên “Biharê jî aştiyê jî dê jin bînin” , “Em ê ya ku mafê me ye bigirin” , “Zimanê me rûmet û hebûna me ye” û “Bijî 1’ê Gulanê” hatin vekirin de girseyê her tim dirûşmeyên “Bijî Yekê Gulanê” û “Em ê bi berxwedanê serbikevin” berz kirin. Girse bi korteje li gel dahol û zirneyan ber bi Parka Jinan a 8’ê Adarê ku wê mitîng lê bê lidarxistin ve dimeşin.
MITÎNGA WANÊ DEST PÊ KIR
Mitînga Herêmî ya Wanê ya 1’ê Gulanê ku bi dirûşmeya “Ked ya me ye gotin ya me ye” di pêşengtiya KESK, DÎSK, Baroya Wanê, Odeya Bijîjkan a Wan û Colemêrgê, Odeya Bijîjkên Diranan û TMMOB’ê de tê lidarxistin bi korteja meşê dest pê kir. Bi dehan kedkar di saetên serê sibê de li ber AVM’ya Gunpaşê hatin bahev. Kedkarên dirûşmeya “Bijî 1’ê Gulanê” berz kirin ber bi Parka Mûsa Anter ku dê mitîn lê were lidarxistin ve bi rê ketin. Pêşiya korteja ku sendîka, partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî tev li wê bûn Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamevanan a Jinan a Mezopotamyayê (MKG) cih girtin. Kedkarên Çapemeniya Azad ên bi pankarta “Hûn nikarin bêdeng bikin” meşiyan dirûşmeya “Çapemeniya Azad nikare were bêdengkirin” berz kirin.
Tê payîn ku piştî demekî kurt, Hevserokê Giştî yê KESK’ê Ahmet Karagoz, Hevşardara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir û Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari dê axaftinekê bikin.
Fazil Demîr, Koma Janya û Babetna wê di mitîngê de derkevin ser dikê.