Çarşem, 2 Tirmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Tê payîn ku geşedanên dîrokî çêbibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hefteya krîtîk: Ji Rêber Apo bang, ji PKKê gaveke nû tê hêvîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Ewropayê serdana rêxistina Stenbolê ya DEM Partiyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilat û Îranê ji destpêka salê ve zêdeyî 400 kes hatine darvekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Car din li Gemlîkê erd hejiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Ewropî ji bo dîtina Rêber Apo serlêdan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji KCK’ê daxuyaniya têkildarî ‘Komkujiya Sêwasê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dronek li kampa Êzidiyan ket: Dibistan şewitî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê ji bo şehîd Zîlan merasîma bîranînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya KNK’ê bi Partiya Komunîst a Îranê re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mifteya pêvajoya nû fêhmkirina Zîlan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Madeya 140’an li ser gelê Şengalê veguherî hesabekî nû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Herêma Kurdistanê di nava mehekê de 3 jin hatine qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Ciwanro êrîşa bi kezabê: Çavê jinekê kor bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna Zîlan Pepule îlham da berxwedana jinên Rojhilat’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Jinan: Me îradeya Ekîn nîvîsand dîrokê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Xweseriya aboriya jinê lingeke sereke ya azadiya jinê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sebahat Atabey hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Freiburgê ji bo zarokan şahiya çandî hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çapa nû ya pirtûka Zekî Bayhan a ‘’Sozyalîzma Demokratîk’’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Şerê Têkel’ hate çapkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera Kebîre li Swîsreyê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fatoş Erekli, ku êrîşeke nijadperestî lê hate kirin: Kes nikare me bitirsîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji UTAMARA Festîvala Zarokan a Kevneşop a 20’emîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Li Şarbajêr droneyek ket
Li Marmarîsê erd hejiya: 1 mirî, 69 birîndar
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > 1’ê Gulanê: Li dijî êrîşan her der qada berxwedanê ye
Rojane

1’ê Gulanê: Li dijî êrîşan her der qada berxwedanê ye

Karker û Kedkar ji bo ber bi Qada Taksîmê ve bimeşin li Parka Saraçhaneyê li hev kom bûn û dest bi meşê kirin. Polîsan êrîş birin ser çalakgeran. Li dijî êrîşa polîsan jî berxwedanê destpê kir. Li Êlih û Wanê jî çalakiyên 1'ê Gulanê dewam dikin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Gulan 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Tevî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) a binpêkirinê, Qada Taksîmê di Cejna Karkeran a 1’ê Gulanê de, ji hêla polîsan ve hate dorpêçkirin. Di pêşengtiya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekitiya Odeyên Endezayar û Avahîsazan a Tirk (TMMOB), Yekitiya Bijîşkên Diranan a Tirk û Yekitiya Bijîşkan a Tirk (TTB) karker îro serê sibê li Saraçhaneyê hatin ba hev. Karker wek kortej ber bi Taksîmê ve dest bi meşê kirin. Polîsan li pêşiya sûrên Saraçhaneyê pêşî li girseyê girt û bi guleyên plastîk û xaza îsotê êrişî çalakgeran kir.

Girse li dijî êrişa polîsan li ber xwe dide. Piştî êrişê, girseya kom bûye hewl dide ku ji riyên cuda xwe bigehîne Qada Taksîmê. Hat destnîşankirin ku di êrişa polîsan de gelek kes hatin binçavkirin. 

JIN Û DEM PARTÎ LI QADÊ YE

Kortejên kedkar û karkeran bi rengekî girseyî ji rawestgeha Marmaray a Yenîkapiyê ketin qadê.

Jin jî bi rengê kortejê ketin qadê. TJA’yê pankarta bi nivîsa “‘Bi dengê jinên ku keda wan nayê dîtin; Jin, Jiyan, Azadî’ hilda.

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan, parlamenterên DEM Partiyê Pervîn Bûldan û Kezban Konûkçû, Serokê Partiya Tevgera Kedê (EHP) Hakan Ozturk, Sekretera Giştî ya Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin Fîdan Ataselîm û heyeta pê re jî ketin nava qadê.

Ciwanan jî di rûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan”, “Silav, silav ji Îmraliyê re hezar silav” û “Bijî berxwedana zindanan” qîriyan.

Kedkaran bi kortejê ber bi Taksîmê ve dest bi meşê kirin. Polîsan bi fîşekên plastîk û gazê êrîşî kedkaran kirin. Li gelek deveran berxwedana li dijî êrîşa polîsan dewam dike. Her wiha hate ragihandin ku gelek kes hatine binçavkirin.

JI BAKIRHAN PEYAMA ‘TÊKOŞÎNA HEVPAR’

Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan tevî rêveberên partiyê û partiyiyan ji bo bimeşin Taksîmê hatin Saraçhaneyê. Bakirhan li vir axivî û banga têkoşîna hevpar li hemû komên civakî kir.

Bakirhan, ev tişt anî ziman: “Îro 1’ê Gulanê ye. Em Roja Karker û Kedkaran a Cîhanê pîroz dikin. Weke DEM Partiyê bi alîgirên xwe, bi girseya xwe, bi kedkar û xizanên kurd li gel çîna karker a Tirkiyeyê ji bo piştevaniya bi kedkarên Tirkiyeyê re li vê derê ne. Em baş dizanin ku heke em bikaribin bi rêya yekitî û têkoşîna karkeran, têkoşîna demokrasî û azadiyê bînin gel hev dê bikarin bingeheke xurt a têkoşînê ava bikin.

Em ê wê demê bikarin xizanî, nelirêtî û zilma li ser kedkaran bi dawî bikin. Ji bo têkoşîna mafan a gelê kurd û têkoşîna kedkar, xizan û karkerên Tirkiyeyê li ser bingeheke hevpar bikin yek em ê di rojên pê de têkoşîna xwe mezintir bikin.

Heke em bikarin karker, kedkar, kurd, elewî, ciwan û jinan li ser bingeheke xurt ê têkoşînê bînin gel hev, wê demê em ê bikarin xizanî û zilma heyî bi dawî bikin. Ez careke din bi vê wesîleyê roja kedkarên tirk, kurd, ereb, ermenên hatine Taksîmê pîroz dikim. Dê piştevaniya me bidome û têkoşîna me hevpar e.” 

ÊLIH

Mîtînga 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran bi pêşengtiya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Elihê tê li dar xistin dest pê kir. Pêkhateyên platformê, nûnerên partiyên siyasî û gelek karker û kedkarên ji bo mitînga herêmî ya bi dirûşmeya “Li dijî xizanî, bêewlehî, kedxwarî û zextan ji bo yekitî, têkoşîn û piştevaniyê û hêviyê mezin bikin em biçin 1’ê Gulanê” tê lidarxistin hatin bahev, li Xaçerêya Word Mar a li Bûlwara Tûrgût Ozal hatin bahev. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Sekreta Jinan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Done Gevher û Serokê Şaxa Petrol Îş’ê yê Êlihê Veysel Kartal dê weke axivêr tev li mitîngê bibin. Bi hezaran kesên ji bo mitîngê hatin bahev, demekî dirêj govend gerandin. 
 
Di mitînga ku pankartên “Biharê jî aştiyê jî dê jin bînin” , “Em ê ya ku mafê me ye bigirin” , “Zimanê me rûmet û hebûna me ye” û “Bijî 1’ê Gulanê” hatin vekirin de girseyê her tim dirûşmeyên “Bijî Yekê Gulanê” û “Em ê bi berxwedanê serbikevin” berz kirin. Girse bi korteje li gel dahol û zirneyan ber bi Parka Jinan a 8’ê Adarê ku wê mitîng lê bê lidarxistin ve dimeşin.

MITÎNGA WANÊ DEST PÊ KIR

Mitînga Herêmî ya Wanê ya 1’ê Gulanê  ku bi dirûşmeya “Ked ya me ye gotin ya me ye” di pêşengtiya KESK, DÎSK, Baroya Wanê, Odeya Bijîjkan a Wan û Colemêrgê, Odeya Bijîjkên Diranan û TMMOB’ê de tê lidarxistin bi korteja meşê dest pê kir. Bi dehan kedkar di saetên serê sibê de li ber AVM’ya Gunpaşê hatin bahev. Kedkarên dirûşmeya “Bijî 1’ê Gulanê” berz kirin ber bi Parka Mûsa Anter ku dê mitîn lê were lidarxistin ve bi rê ketin. Pêşiya korteja ku sendîka, partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî tev li wê bûn Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamevanan a Jinan a Mezopotamyayê (MKG) cih girtin. Kedkarên Çapemeniya Azad ên bi pankarta “Hûn nikarin bêdeng bikin” meşiyan dirûşmeya “Çapemeniya Azad nikare were bêdengkirin” berz kirin.

Tê payîn ku piştî demekî kurt, Hevserokê Giştî yê KESK’ê Ahmet Karagoz, Hevşardara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir û Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari dê axaftinekê bikin. 
 
Fazil Demîr, Koma Janya û Babetna wê di mitîngê de derkevin ser dikê.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Êlihê bi hezaran kes li qada 1’ê Gulanê ne
Nûçeya Pişt re Bakirhan li Saraçhaneyê ye: Heta ku karker ji vir neçin, em jî naçin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

NPG: Komplo wê bi temamî bê têkbirin

Fermandariya Biryargeha NPG'ê diyar kir ku têkoşîna wan a ku bi ruhê fedaî yê Apoyî…

Ji aliyê Stêrk TV

Îsraîl cenazeyê leşkerê ku 1982’yan li Lubnanê hate kuştin, li Sûriyeyê dît

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahû roja Yekşemê daxuyanî da û ragihand ku Mossad “bi operasyoneke taybet”…

Ji aliyê Stêrk TV

Federasyona Gaziyan berxwedana li Bendava Tişrînê silav kir

Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyeke nivîskî salvegera rizgariya Kobanê pîroz kir û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Tê payîn ku geşedanên dîrokî çêbibin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Trump, bi qutkirina alîkariyan dibe ku bibe sedema mirina 14 mîlyon mirov!

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Ji Kolombiyayê heta Fransa ji bo Rêber Apo çalakiyên azadiyê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Hefteya krîtîk: Ji Rêber Apo bang, ji PKKê gaveke nû tê hêvîkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?