Tevlîbûna jinan di hilbijartina parlementoya Iraqê de di çarçoveya demokrasî, wekhevî, zayendî, pêşketina siyasî û civakî de mijareke girînge. Lê jin li Herêma Kurdistan û Iraqê hîna jî rûbirûyê astengiyên wek cûdakariya zeyendî, nebûna piştgiriya darayî û siyasî, helwestên kevneşopiyên çandî û civakî dibin.
Çanda mêrsalarî û astengiyên civakî hîna jî rê li ber çûna jinan a navendên biryardanê digire. Lê jin ji bo herin navendên biryardanê de cih bigrin, têkoşîna xwe berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de 84 jinan di hilbijartina dema şeşem a parlementoya Iraqê de biserketin, ji vana jî 25 jin bi dengên pêwîst ku wergirtin, biserketin. Niha rêjeya jinan a di parlementoyê de gihiştiye ji sedî 25.5. Li gor dema pêncem a parlementoya Iraqê rêjeya jinan kêm kiriye ku wê demê 95 jin parlementer bûn û rêjeya wan ji sedî 30 bû.
Parlementoya Iraqê ji 329 kursiyan pêkhatiye, 320 yên giştî ne û 9 kursî jî yên kotayê ne. Jin jî bi sîstema kota ji sedî 30 diçin parlementoyê.
Jinan bi hejmarên cûda di şeş demên parlementoya Iraqê de cih girtine ku bi giştî hejmara wan dike 503 parlementer.
Di yekem hilbijartina piştî rûxîna rejîma Baas a di Mijdara 2005’an de ku erkê wê nivîsandina desturê bû, 87 jin bûn parlementer. Ji 275 kursiyan ev hejmar gelek zêdetir bû ji rêjeya ji sedî 25’ê kotayê.
Di hilbijartina dema duyem a parlementoyê de 80 jin bûn parlementer. Di dema sêyem de 83 jin, di dema çarem de 84 jin û di dema pêncem de jî 97 jin bûn parlementer. Lê di hilbijartina dema şeşem de ev nûnertiya jinan a li parlementoyê kêmtir bû.
Di vê hilbijartinê de li heft parêzgehên Iraq û parêzgeha Dihok ya Herêma Kurdistanê namzetên jin bi kotayê çûn parlementoyê.
Namzetên jin yên ku li Herêma Kurdistanê bi serketine û çûne parlementoya Iraqê wiha ne:
Hewlêr: Namzetek bê kota û 3 namzet jî bi kota
Silêmanî: 5 namzet bê kota
Dihok: 3 namzet bi kota
Li parêzgehên Iraqê û herêmên bi nakok jî (madeya 140) jî rewş wiha ye:
Li gorî vê:
Kerkûk: Namzetek bêyî kota, yek jî bi kota
Enbar: Çar namzet bi kota
Besra: Du namzet bê kota, çar namzet bi kota
Dîwaniye: Sê namzet bê kota
Musena: Sê namzet bê kota
Necef: Sê namzet bi kota
Babil: Çar namzet bi kota
Bexda: Şeş namzet bê kota û 11 namet jî bi kota
Diyala: Çar namzet bi kota
Zîqar: Namzetek bi kota û sê namzet jî bê kota
Selahedîn: Namzet bê kota û du namzet jî bi kota
Kerbela: Sê namzet bi kota
Musena: Du namzet bê kota û namzet jî bi kota
Nînova: Namzet bê kota û heft namzet jî bi kota
Wasit: Sê namzet bi kota
Mafê jinan ya di proseya hilbijartinên Iraqê de
Di sala 1980’an de jinan bi fermî mafê tevlîbûna di hilbijartinan de bi dest bixst. Lê bivê re jî ji ber astengiyên civakî û gelek sedemên din, jinan nekarîn li gorî pêwîst tevlî hilbijartinan bibin. Lê di sala 2005’an de jin bi awayek berçav ketin nav karê siyasî û weke parlamenter rolek berçav lîstin.
Li gorî destûra Iraqê û li gorî madeya 16 ya yasaya parlementoya Iraqê ya sala 2019’an, pêwîste rêjeya jinan a di parlementoyê ji sedî 25 kêmtir nebe. Divê ji 329 kursiyên parlementoyê 84 kursî ji bo jinan be ku weke kotaya jinan hatiye diyarkirin.
Li gorî yasaya sala 2023’yan, her parêzgehek weke herêmek ya hilbijartinê tê nîşandan û deng li ser asta parêzgehê tên hejmartin. Yanî deng li ser hejmar kursiyên wê parêzgehê hatine veqetandin, têne belavkirin. Weke mînak kursiyên Herêma Kurdistanê li ser 3 parêzgehan, Hewlêr, Silêmanî û Hewlêrê hatine belavkirin. Ji bo Hewlêrê 15, Silêmanî 18 û Dihokê jî 11 kursî hatine veqetandin.
Li vir mafê jinan tê astengkirin, ji ber ku di roja 14’ê Nîsana îsal de, parlamentoya Iraqê Helebceyê weke parêzgeh nîşan da û hate erêkirin. Ji bo vê li gorî yasaya sala 2023’yan heya niha, Helebce weke parêzgeh nayê hesibandin. Ger em Helebce jî bixin nava herêmên hilbijartinê yên Herêma Kurdistanê re, divê 3 kursî ji bo Helebce jî hatiba veqetandin. Divê hilbijartina dawî de, kursiyên Helebceyê jî li ser Silêmaniyê hatin hesibandin. Yanî ji wan sê kursiyan ku ji bo kota hatine diyarkirin, lê jin livir hatine bê par hiştin û mafê wan hatiye xwarin.

