Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) di daxuyaniyekê de aşkera kir ku kesên destên wan di şewitandina konê sersaxiyê yê Elaa El Emîn de hebûn hatin girtin.
Daxuyaniya Asayîşê wiha ye:
“Li ser bingeha pabendbûna parastina nirxên edaletê me di 10ˊê Adarê de ragihand ku komîteyek lêpirsînê ava kiriye ku bi zelalî şert û mercên mirina Elaa El mîn bişopîne.
Lê di dema ku komîte dest bi karê xwe dikir de komek kesan ji bo tevliheviya çêbikin konê sersaxiyê şewitandin.
Ji bo vê, hêzên me û komîteya hatiye avakirin lêpirsînek dest pê kir, di encama lêpirsînê de 3 kesên di vê bûyerê de eleqedar in hatin girtin.
Kesên girtî niha di lêpirsînê de ku tiştên hiştine wî karî bikin û kesên li pişt wan werin aşkerakirin.
Gava lêpirsîn bi dawî bibe, em ê encamên lêpirsînê bi raya giştî re parve bikin û girtiyan ji dadgehê re rakin ku cezayên xwe bistînin.
Em soz didin gelê xwe ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) dê li gorî sîstem û qanûnên ku li ser hatiye avakirin ji bo parastina rûmet û aramiya civakê parastî bimîne her li ser piyan bin.

