Ramazan Kıran û Mehmet Nuri Tiryaki yên ku di Girtîgehên Tîpa T ya Hejmar 1 û 2 yên Yozgatê de dihatin girtin, hatin berdan.
Girtiyê 33 salan Ramazan Kıran, bi angaşta “endamtiya rêxistinê” cezayê heta hetayî lê hatibû birîn. Tevî ku cezayê xwe qedandibû jî, bi hinceta ku “poşman nebûye” berdana wî 4 caran ji hêla Lijneya Îdare û Çavdêriyê ve hatibû taloqkirin. Di nirxandina dawî de lijneyê biryara berdana Kıran da.
Mehmet Nuri Tiryaki yê ku di Girtîgeha Tîpa T ya Hejmar 1 a Yozgatê de dihat girtin jî, berdana wî berê 9 mehan hatibû astengkirin. Di civîna dawî ya lijneyê de, ji bo Tiryaki yê ku 30 salan di girtîgehê de ma, biryara berdanê derket.
Her du nav piştî biryara berdanê ji girtîgehê derketin. Kıran û Tiryaki li ber deriyê girtîgehê ji aliyê malbatên xwe û parêzerên Şaxê Enqereyê yê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ve hatin pêşwazîkirin.
Kıran di derketinê de axivî û got: “Piştî 33 salan em ji girtîgehê derketin. Em silavên xwe ji tevahiya gelê xwe re dişînin.” Tiryaki jî di peyama xwe ya kurt de îfadeya “Berxwedan jiyan e” bikar anî.

