Mûstafa Şihî, Sedat Şîmşek, Mazlûm Taşkin û Hasan Ateşçî yên li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê, ji bo girtîgehên cuda hatin sirgûnkirin. Şihî, Şîmşek û Taşkin ji Girtîgeha Girtî ya bi Ewlekariya Bilind a Bûrdûrê, Ateşçî jî ji Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Antalyayê hatin sirgûnkirin.
LI BER LÊGERÎNA TAZÎKIRÎ RABÛ, LÊ HATE XISTIN
Girtiyê bi navê Vefa Yilmaz ku li Girtîgeha Tîpa L a Rîzeyê dihat ragirtin, di 29’ê Çileyê de sewqî Girtîgeha Tîpa S a Samsûnê hate kirin. Yilmaz, doh bi telefonê bi malbata xwe re axivî û da zanîn ku hem di dema sewqkirinê de hem jî li girtîgehê li wî xistine. Yilmaz got, piştî li dijî lêgerîna tazî derketî lê hatiye xistin û niha di hucreya yekkesî de tê ragirtin. Yilmaz destnîşan kir ku wê têkildarî tundiya li wî hatiye kirin gilî bike.