Duşem, 15 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Meşvan bi kedkaran re li hev civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bila girtiyên nexweş bên berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan edalet xwestin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê ji bo Demîr û Akîpa hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parlamenterên Elman: Pergala nenavendî alternatîfa herî guncaw e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Engîn Sûstam: Hewceyî bi peymaneke civakî heye!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji bo şehîdan merasîmên sersaxiyê hatin lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo gerîlaya YJA Starê merasîma sersaxiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Aştiyê Bahar Çaltû jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    3’yemîn Kongreya Ciwanên Mexmûrê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Êlihê meşa ‘budçeyê’: Em ê ji şer û rantê re bibêjin ‘Na’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya 3’yemîn a Meclîsa Ciwanan a Mexmûrê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    PAJK: Meşa di rêya şehîdên me de wê pîvana me ya bingehîn be!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nêrgiz Mihemedî dîsa hat binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Kurd ên li Ewropayê Konferansa Yekîtiya Neteweyî lidar dixin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê jin di panela li dijî şer û tundiyê de hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Darvekirina Werîşe Mûradî hat betalkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Hefteya Mafên Mirovan de ji bo azadiya Rêber Apo û aştiyê bang hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Tirkiyeyê Awazê Çiya li ser Spotify hate qedexekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di roja 3’emin a Festîvala Fîlman a Amedê de 14 fîlm hatin nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Klîba Şehîd Dilşêrîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîhrîcana Orkêş a Muzîkê ya 3ˊyemîn dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kopenhagê konserek hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serpîl Aslan li Frankfurtê bi xwendevanan re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê li Dêrazorê êriş bir ser benda QSD’ê
Li Efrînê ciwanek ji aliyê çeteyan ve hate kuştin
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > 5’emîn Foruma Sûriyeyê: Rêveberiya Xweser mînaka serketî ya Sûriyeyê ye
Rojava

5’emîn Foruma Sûriyeyê: Rêveberiya Xweser mînaka serketî ya Sûriyeyê ye

5’emîn Foruma Sûriyeyê ya ku bi dirûşma "Manîfestoya Aştî û Civakeke Demokratîk Mîsogeriya Avakirina Sûriyeya Nûjen e" li Hesekê tê lidarxistin didome.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 15. Îlon 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

120 siyasetmedar, rewşenbîr, nûnerên rêxistinên jinan, çalakvanên ji civakên cuda yên Sûriyeyê û serokên eşîrên Ereb beşdarî farumê bûn. 

Di rûniştina yekem de, Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Demokratîk Hisên Osman semînerek bi sernavê “Rewşa siyasî ya giştî, rojev û projeyên li Rojhilata Navîn” da.

Hisên Osman da zanîn ku Rojhilata Navîn îro ji ber cihê xwe yê erdnîgarî yê girîng bûye qadeke ji bo pevçûnên navneteweyî yên ku dixwazin hegemonyaya xwe ferz bikin. Her wiha got ku li herêmê nîşanên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn rû didin.

Osman diyar kir ku projeyên ku heta niha li şûna projeyên neteweperest pêşniyar kirin, têk çûne, û encamên wan projeya ji bo gelên ku şoreşan pêk anîne eşkere ne. Ji ber ku wan hewl da bi rêya Îslama siyasî desthilatdariyê bigirin, wekî ku li Yemen, Iraq û Lîbyayê qewimî.

Osman destnîşan kir ku di nav van projeyan de, Projeya Neteweya Demokratîk derket holê. Ev proje ji yên berê cuda ye, ji ber ku ew li şûna parçebûna mezhebî dixwaze gelan bike yek, Ii ser ramaneke nû ya ku ji hêla ramanwer û fîlozof Rêber Abdullah Ocalan ve hatine pêşniyarkirin.

Osman diyar kir ku ev îdeolojî formuleke serketî ye ji bo çareserkirina kêşeyên li Rojhilata Navîn û got: “Ramana nû ya ku ji hêla Rêber Abdullah Ocalan ve hatiye pêşniyarkirin ji hêla her kesî ve hat pejirandin.”

Osman da zanîn ku projeya neteweya demokratîk bi ezmûna Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re, bi ser ket û dikare bibe nimûne ji bo tevayî Sûriyeyê.

Osman diyar kir ku piştî xûxandina rejîma Baasê wan ferq kirin ku pirsgirêk di sîstemê de ye lê di kesan de ye û wiha pê de çû: “Em li pergalek demokratîk a xwe dispêre pirrengî û beşdarbûnê digerin.”

Osman got ew pabendî Peymana 10’ê Adarê ne û destnîşan kir ku destwerdanên derve diyaloga navxweyî ya Sûriyeyê asteng dikin.

Rûniştina duyemîn ji aliyê çalakvana têkiliyên navneteweyî Dr. Ebîr Selman ve hat birêvebirin. Ebîr Selman mijarek bi sernavê “Sûriye piştî rûxandina rejîma Baasê: Rewşa heyî û arîşe” şîrove kir. Ebîr destnîşan kir ku rewşa piştî hilweşîna rejîma Baasê bandor li gelek deverên erdnîgariya herêmî û navneteweyî kiriye. Her wiha bal kişand ser polîtîkayên serokê Amerîkayê Donald Trump ên bi armanca jiholê rakirina rêxistin, partî û dewletên ku li ser bingehên tenê olî hatine damezirandin.

Der barê rewşa Sûriyeyê de Ebîr Selman got: “Tevî hilweşandina saziyan ji aliyê hikûmeta veguhêz ve, lê rewş hîn jî lawaz e. Hikumet dixwaze desthilatdariya xwe li seranserê axa Sûriyeyê ferz bike û hêzên nîştimanî ji hemû qadan dûr dixe. Desthilata heyî bi tena serê xwe biryara dide, ev jî îsbat dike ku ew ji bo berjewendiyên xwe tenê tev digir. Ev lawazbûn jî hişt ku sûcên rêxistinkirî û yên nerêxistinkirî, tundiya mezhebî zêdetir bibin.”

Ebîr Selman di dewama axaftina xwe de da zanîn ku nebûna artêşek rêxistinkirî û  hêzên ewlehiya hundirîn valahiyek di stûnên dewletê de çêkiriye, vê yekê jî rê daye komên çekdar ku şûna artêş û hêzên ewlehiya hundirîn, ev jî bûne sedema sereke ya nebûna aramiyê. Ebîr got: “Em tev dizanin ka ev kom çawa dixebitin, kî wan kontrol dike û li ser çi bingehî tev digerin. Ev kom her tiştên li pêşiya xwe didin ber xwe.”

Ebîr Selman alozî û destwerdanên herêmî jî nirxandin û bal kişand ser berdewama êrişên hewayî yên li Sûriyeyê. Her wiha îşaret pê kir ku Tirkiye tevkarê herî mezin ê hikumeta veguhêz e, dixwaze serweriya xwe li herêmên sînorî bihêz bike, di heman demê de Rûsyayê destwerdana xwe di dosyaya Sûriyeyê de didomîne.

Ebîr rewşa aborî jî nirxand û wiha got: “Daketina nirxê pereyê Sûriyeyê, krîza debarê, birçîbûn, bêkarî û nebûna xizmetên bingehîn bûne sedema hêrsa gel. Dibe ku ev hês di çi kêliyê de biteqin. Koçberî berdewam e û rewşa koçberan û penaberan xirab e. Berfirehbûna gendeliyê bûye sedema belavbûna torên qaçaxçîtî, narkotîk û çekan.”

Ebîr di dewama nirxandina xwe de îşaret bi rewşa civakî û derûnî ya şêniyan jî kir û got: “Windakirina hezkiriyan û mijara rakirina heyfê rewşa li Sûriyeyê nearam dikin. Di encamê de derbasbûna bo qonaxek aştiyane zehmet dikin, nemaze hesab ji berpirsiyarên sûcên hatine kirin nayê pirsîn.”

Ebîr da zanîn ku nebûna çareseriyek siyasî, belavbûna kaosa ewlehiyê di nav Sûriyeyê de, û zêdebûna destwerdanên derve,  rola Sûriyeyê di siberojeke pêşbînîkirî de sînordar dike.

Piştî axafftinan beşdaran jî nêrînên xwe anîn ziman. Hate gotin “manîfestoya aştî û civaka demokratîk” civakeke azad û demokratîk ava dike ku pêdiviya gelê Sûriyeyê pê heye, di heman demê de roleke sereke dide jinan da ku rola xwe di avakirina Sûriyeya nû de bilîzin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HESEKÊ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Hesekê jinan Jîna Emînî bi bîr anî
Nûçeya Pişt re Li Êlihê êrîşa çekdarî: 24 kes hatin binçavkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Binarê Qendîlê rojbûna Rêber Apo hate pîrozkirin

Li gundê Lêwjê yê Binarê Qendîlê salvegera 76’an a rojbûna Rêber Apo hate pîrozkirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ji Yekîtiya Jinên Elewî ya Demokratîk ji bo festîvalê banga tevlîbûnê

Jinên ji Yekîtiya Jinên Elewî ya Demokratîk (DAKB) ji bo Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî…

Ji aliyê Stêrk TV

Konferansa Navneteweyî: Barzanî û Talabanî peyama piştgiriyê dan

Serokê Giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî peyam ji konferansa navneteweyî ya li Stenbolê re şand…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

PYD: Sîstema nenavendî mîsogeriya mafên tevahî pêkhateyên Sûriyeyê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Reqayê ji bo 2 şehîdan merasîm

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

QSD’ê êrîşa çeteyan têk bir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Mazlûm Ebdî: Peymana 10’ê Adarê wê bibe bingehê Sûriyeya nû

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?