Hêzên Kedê, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê ji bo şermezarkirina çeteyên HTŞ û OSO’yê yên bermahiyên DAÎŞ’ê ne û di bin kontrola dewleta Tirk a dagirker de roja 27’ê Mijdarê êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin, şevê din bi dirûşmeya “Êrîşên çeteyan ên li Sûriyeyê berdewam dikin rawestînin” li meydana Şîşhane ya Beyogluyê hatin ba hev. Polîsan êrîşî girseyê kirin û 84 kes binçav kirin. Kesên hatin binçavkirin bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kirin” û “li hemberî polîsan li ber xwe dan” hatin sûcdarkirin.
Ji 84 binçavkiriyan, 77 jê li midûriyeta polîsan hatin berdan û 7 kes jî sewqî dozgeriyê hatin kirin. 7 kesên ku li dozgeriyê îfade dan, bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezaya Sulhê hatin kirin. Dadgeriyê bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kirine” û “li hemberî polêsan li ber xwe dane” biryara girtinê da.