Girtiyê Siyasî Lokman Bozan ê di Girtîgeha Tîpa F ya Bolûyê de tê ragirtin, duh bi telefonê malbata xwe geriya û diyar kiribû ku ew bi xwe û hin hevalên wî ji ber xwarina ku xwarine jehrî bûne.
MIDÛRÊ GIRTÎGEHÊ: JI ŞEWBÊ NEXWEŞ BÛN
Bi ser parvekirinên Bozan, parêzeran bi îdareya girtîgehê re pê telefonê axaftin. Midûrê girtîgehê diyar kir ku girtî ne ji ber xwarina girtîgehê lê ji ber şewbê nexweş ketine. Herwiha midûr diyar kir ku di tevahiya Bolûyê de şewbeyek heye, tevî gardiyan û memûran 70-80 kes bi aciziyên rabûna made, vereşandin û virikê sewqî nexweşxaneyê hatine kirin. Midûr anî ziman ku di nava kesên ji nexweşxaneyê re hatine sewqkirin de tu girtiyên nexweş ên giran nîn in.”
Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û parêzerên MED TUHAD FED’ê destnîşan kirin ku ew ê ji bo rewşa girtiyan hîn bibin dê biçin girtîgehê.