Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît beşdarî bernameyeke Medya Haber TV bû û mijarên di rojevê de nirxand.
Hêlîn Umît destpêkê got, “Beriya her tiştî berxwedana li Îmraliyê silav dikim. Bi navê Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê PAJK’ê 8’ê Adarê li Rêber Apo pîroz dikim. Bi rastî jî em ji Rêber Apo hînî hevrêtiyeke xurt, hezkirin û bêberjewendî bûn. Lewma herî zêde mafê Rêber Apo ye ku 8’ê Adarê lê bê pîrozkirin.”
Hêlîn Umît bi bîr xist ku sîstema qirkirinê ya Îmraliyê ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye avakirin hîn jî dewam dike û got, “Em bi rastiyeke rêbertî re rû bi rû ne ku her roj hîn bêhtir digihêje asta rêbertiya gerdûnî. Ya rast, her ku rastiya Rêber Apo tê fêhmkirin gelên cîhanê, jin, ciwanên cîhanê hîn bêhtir xwedî lê derdikevin. Çavdêrekî baş vê guherîn û veguherînê dikare bi rengekî şênber bibîne. Ji Latîn Emerîkayê heta bi Asyayê, ji Rojhilata Navîn heta bi Emerîkayê li her derê dikare bê dîtin.”
Di dewama axaftina xwe de Hêlîn Umît qurbaniyên Komkujiya Helebceyê ya sala 1988’an, Komkujiya Gaziyê ya sala 1996’an, komkujiya sala 2004’an bi rêzdarî bi bîr anî û got, “Mixabin li cografya Rojhilata Navîn berxwedanan komkujiyên bi vî rengî hene. Civaka Kurd, gelê Kurd jî bi taybetî di sedsala dawî de li vê rastiyê rast hat. Bala xwe bidinê, yên ku em bi bîr xistin ew komkujiyên di nava sedsala dawî de ne, êrîşên qirkirinê yên sedsala dawî ne. Bandora komkujiya Helebceyê hîn li ser me heye.
Civaka Başûr Komkujiya Helebceyê çiqasî fêhm bike û bi pirsên ‘Armanca wê komkujiyê çi bû, çi dihate xwestin ku bê kirin?’ rû bi rû bibe, wê ewqasî jî karibe bibe xwedî îrade. Lê belê çiqasî ji vê rastiyê bireve û bi xwediyên vê komkujiyê re rû bi rû nebe ewqasî jî wê ji xwebûnê dûr bikeve. Rastiya Sedam ev komkujî kir. Li Qamişloyê rejîma Baasê ya Esad kir. Komkujiya Gazî jî ji aliyê netewe dewleta Tirk ve li hemberî Elewî û Kurdan hate kirin. Lê belê sedema van hemûyan kî ye? Kê ev sîstem ava kiriye? Xwediyê esasî yê vê sîstemê kî ye? Ji ber vê yekê civaka Kurd neçar e bi vê yekê re rû bi rû bimîne. Lewma civaka Kurd nikare bi modernîteya kapîtalîst re li hev bê. Ji ber vê yekê di nava vê sîstemê de nikare bibe xwedî cihekî. Lewma neçar e ku sîstema xwe ya azadiyê ava bike. Rêyeke din nîne.
Hînbûna li qirkirinê tiştekî nebaş e. Ya rast rojane êrîşên komkujî û qirkirinê têne kirin. Qirkirin bûye pênaseyeke welê ku em rojane bi kar tînin. Gelo em çiqasî cidiyet û giraniya vê pênaseyê fêhm dikin? Ji ber vê yekê dixwazim mînakekê ji Rêber Apo bidim. Rêber Apo dema ku qala dema têgihiştina destpêkê dike, di nava Tirkiyeya 1970’yî de ji bo rastiya Kurdistanê li pênaseyekê digere. Gelo ya ku diqewime çi ye? Rêbertî di parêznameyên xwe de ji vê wêdetir çûye. Vaye dibêje, yên ku wê demê bi navê Kurdan tevdigeriyan ketibûn rewşeke welê ku xwe bi xwe kiribûn mijara nîqaşê. Em hene yan nîne? Digot, ji bo hebûneyekê nîqaşkirina rastiya hebûn û nebûna xwe mijareke gelekî ketinê bû. Bifikirin; hûn anîne asteke welê, yanî weke gelekî, weke civakekê… Yanî wê demê di faşîzma giran de bi navê Kurdan tiştek nehatibû hiştin. Bêdengiya mîna goristanê, mîna veşartina li gorê. Yanî nixumandina bi beton. Ne di pirtûkan de ne jî di weşanan de derbas dibû. Ne mîna niha. Belê niha bi gotina ‘Birayên min ên Kurd’ dest bi axaftinê dikin, lê wê demê tiştekî bi vî rengî tine bû. Wê demê Rêbertî got, ‘Bi hevalê xwe yê hêja, bi hevalê Hakî re bûm. Min pênaseya mêtingeriyê bi kar anî. Di guhê wî de min bi dizî got, Kurdistan mêtingeh e. Û qedeha çay a di destê min de kete xwarê. Rêbertî bi vê yekê re dixwaze qala çi bike? Rêbertî nîşan dide bê ev pênase çiqasî cidî ye, mêtingehbûna Kurdistanê çiqasî giran e.
YA AZADÎ YA AZADÎ, YA HEBÛN YA HEBÛN!
Rêber Apo got, bîranîneke duyemîn a bi heman rengî li Îmraliyê bi serê min de hat. Anî ziman ku ji bo pênasekirina sîstema qirkirinê ya êrîşên li ser Kurdan bi vê yekê hesiya ye. Ji ber ku pênaseyeke gelekî giran e. Jiyana bi qirkirinê re tê wateya ketina ji mirovahiyê. Ji ber vê yekê rewşa nakok a ya qirkirin ya azadî nabe. Nabe ku em di nava rewşeke bi vî rengî de asê bimînin. Ji bo me ya azadî ya azadî ye, rêyeke din nîne. Ya hebûn ya hebûn e. Bersiva ku em bidin van rojên komkujiyê zindîhiştina hiş û bîra xwe ye. Qala tolhildaneke hişk a ji rêzê nakim. Hesabpirsîn ev e. Hesab ji berpirsyarên komkujiyan bê pirsîn.
Mînak niha li Xezeyê gelê Fîlîstînê tê qirkirin. Yanî êrîşek heye, êrîşa qirkirinê tê kirin. Têkoşîneke mafdar a gelê Fîlîstînê heye. Bêguman divê mirov li gel be. Lê belê yên ku ji bo Kurdan dengê xwe nakin, kevirekî bi tenê neavêjin, her cûre paşverûtiyê didin pişt xwe û li ber cîhana li dijî Kurdan dengê xwe nakin, nayê qebûlkirin. Qirkirin û tenêhiştina li ser Kurdan tê ferzkirin tiştekî gelekî cuda ye. Ji ber vê yekê Rêber Apo got, ‘Bi qasî gelê xwe bi tenê me’. Belê em niha bi têkoşîna xwe vê yekê dişikînin. Binêrin li cîhanê dostên gelê Kurd jî hene. Gel hîn baştir nas dike. Her kes hîn bêhtir dibîne ku li Kurdistanê komkujî, rejîmeke faşîst, sîstemeke cîhanê ya dixwaze Kurdan îmha bike, heye. Lê belê kêm e, têrê nake. Gelê me divê têkoşîna xwe hîn bêhtir bimeşîne. Hinekî din nayê jê re nake. Hinek nayê ji bo gelê Kurd têkoşîna hebûn û azadiyê nameşîne. Ji ber vê yekê divê heta ji me bê em ji cîhanê re qala têkoşîna xwe ya azadiyê bikin, rêxistiniya xwe xurt bikin. Ev yek wezîfeya me ye.”
DIVÊ GELÊ ME DI HILBIJARTINAN DE HÎN BI BERPIRSYARÎ TEVBIGERE
Di dewama axaftina xwe de Hêlîn Umît hilbijartinên xwecihî nirxand û got, “Rojeva hilbijartinên xwecihî û rewşa li wê derê ji şer cuda nîne. Belê rojeveke hilbijartinê heye, lê bala xwe bidinê li Kurdistanê ya ku tê meşandin polîtîkayên şer e. Dewleta Tirk dixwaze îradeya gelê Kurd bişikîne, teslîm bigire û di vê polîtîkayê de israr dike. Li hemberî vê yekê hilbijartin ji bo gelê Kurd vediguhere şêweyekî berxwedanê.
Ev berxwedana civaka Kurd ne ji bo wê yekê ye ku li çend deveran şaredariya me bila hebe, derfet ji me re bê dayin. Gelê Kurd ne gelekî welê ye ku bide pey derfetên bi vî rengî. Na, haya xwe ji şerê li dijî xwe heye. Hema hema her roj ji bo şikandina îradeya gelê Kurd êrîşên cihêreng ên şerê taybet têne kirin. Binçavkirin, girtin hene. Dema ku firsendê dibînin komkujiyan dikin. Li hemberî vê yekê di hilbijartinê de helwest hatiye diyarkirin.”
Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît destnîşan kir ku girîng e gelê Kurd îradeya xwe li her derê bi rêxistin bike, berjewendiyên xwe çi be li gorî wê tevbigere û got, “Yanî civaka Kurd divê li ser bingeha berjewendiyên xwe yên neteweyî tevbigere. Ji ber ku pêwîstiya xwe bi vê yekê heye. Îradeya xwe hemû ji dest tê wergirtin. Gelê Kurd civakeke biharê ye, civakeke Newrozê ye. Bi dîtina min ev yek wê bi vî rengî bandorê li hilbijartinê jî bike.”
NEWROZA RÊBERTÎ YA 52’EMÎN
Hêlîn Umît anî ziman ku cejna berxwedanê Newroz ji bo Kurdan xwedî rabirdûyeke dirêj e û got, “Lê belê ji bo dema nêz dibe Newroza Rêbertî ya 52’emîn. Rêbertî di rojeke Newrozê de dest bi vî karî, dest bi têkoşîna hebûn û azadiyê ya Kurdan kir. Gelê Kurd jî xwe spart vê yekê û bû gelekî Newrozê. Ya rast, Newroz ji cejnê wêdetir veguherî rojeke bi biryar ku gelê Kurd hebûn û azadiya xwe nîşan da. Li ser vê bingehê kir malê hemû gelên Rojhilata Navîn. Lê belê çavkaniya Newrozê Kurd e, yanî roja nû ye.
Vê yekê bibêjim: di serî de gelê Kurd her kesên dilxwazên azadî û demokrasiyê di Newroza îsal de divê bi hişmendiya Newrozê xwe nû bikin û bi coşeke mezin têkoşîna li dijî faşîzmê bilind bikin. Li ser vê bingehê bang li her kesî dikim ku l her qadê tevlî pîrozbahiyên Newrozê bibin. Yanî divê welê bibe ku dengê Kurdan di vê Newrozê de careke din bandorê li cîhanê bike.”