Sumeyye Mihemed di Newroza sala 1992’yan de derketibû ser dikê û ev yek anî ziman: ‘‘Me Newroz tevî binçavkirin, tundî û mirinê jî pîroz dikir.’’
Li Rojavayê Kurdistanê beriya salên 1980’yî gelek komên çandî û hunerî yên bi navê Koma Şoreş, Koma Gulîstan, Koma Azadî û Koma Gelerî û Folklorî Kurdî ya Cizîrê hebûn. Ev komên çandî û hunerî girêdayî partiyên cuda yên siyasî bûn. Her çend karîn heya demekê gel li dora xwe kom bikin jî Koma Berxwedan a ku di sala 1983’yan de li Ewropayê xwe nîşan da, bû dengê Kurdên li Rojavayê Kurdistanê. Hevseroka Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê (TEV-ÇAND) Sumeyye Mihemed di sala 1985’an de li Dirbêsiyê ji dayik bûye û bi muzîkên Koma Berxwedanê re mezin bûye. Sumeyye hê di 7 saliya xwe de dest bi xebatên çand û hunerî dike û ji sala 1992’yan û heya niha di pêşketina çand û hunerê de xwedî kedeke mezin e. Sumeyyeyê ji ANF’ê re qala Newrozên wan salan kir.
AMADEKARIYÊN NEWROZÊ BI VEŞARTÎ DIHATIN KIRIN
Sumeyye Mihemed got ku dema Newroz nêzîk dibû malbatan dest bi amadekariyan dikirin û ev yek anîn ziman: ‘‘Di wan deman de rejîmê tim êrîş dikir. Rêber Apo wê demê li Rojava bû. Gelê ku Rêber Apo nas dikir, zêdetir li ber xwe dida. Ez 3/4 salî bûm. Dayika min wêneyê Rêber Apo nîşanî min da û got; ‘Rêberê me’. Ez xwedî malbateke wisa bûm. Tevî her tiştî jî me Newroz pîroz dikir. Cilên netewî dihatin amadekirin. Wêneyên Rêbertî û ala partiyê dihatin temînkirin û heya roja Newrozê dihatin veşartin ji bo ku nekevin destê rejîmê. Hemû malbatan ya ji destê wan dihat, dikirin. Amadekariyeke kolektîf hebû. Newroz yan li taxekê yan jî li maleke mezin dihat pîrozkirin.’’
GEL BI XWE DERFET DIAFIRAND
Sumeyye Mihemedê destnîşan kir ku Newrozên piştî sala 1992’yan baş tên bîra wê got ku ew di 7 saliya xwe de tevlî xebatên çandê bûye û wiha pêde çû: ‘‘Wê demê mala me li Dirbêsiyê bû. Me çend mehan beriya Newrozê dest bi amadekariyan dikir û li malan provayên xwe dikir. Derfeta komên çandê nebû ku werin cem hev. Ekîbên muzîk, folklor û şanoyê li cih û rojên cuda dihatin li cem hev û provayên xwe dikirin. Jixwe amadekirina cilan zêde dem digirt. Amûrên muzîkê jî wê demê bi qasî îro zêde nebûn. Me bi xwe derfet diafirand. Li hemû bajaran heman stran dihat gotin û heman şano dihat lîstin.’’
PÎROZBAHIYÊN LI GUNDÊN DÛR Û TENA
Sumeyye Mihemedê destnîşan kir ku wan bi derfetên Koma Serhildan a Dirbêsiyê û Koma Şehîd Mizgîn a Serêkaniyê Newroz pîroz dikir û got: ‘‘Ez heya sala 2000’î endama Koma Serhildan bûm. Em weke kom beşdarî pîrozbahiyên bajaran dibûn. Ez di 2000’î de derbasî Serêkaniyê bûm. Rêxistinbûna li Serêkaniyê bi qasî ya Dirbêsiyê xurt nebû. Me Koma Muzîkê ya Şehîd Mizgîn di nava çend salan de bi piştevaniya bajarên din ava kir. Weke Dirbêsiyeyê li Serêkaniyê jî amadekariyên Newrozê li malan dihatin kirin. Baxçeyên hin malan mezin bûn. Li wan malan hem amadekarî dihatin kirin û hem jî carnan pîrozbahî li wam malan dihatin kirin. Piştî demekê me ji bo amadekarî û pîrozbahiyan gundên dûr û tena dîyar kirin. ev yek ji ber zextên rejîma Beasê bûn. Gelek erîşên rejîmê çêdibûn. Gelek kes dihatin qetilkirin û binçavkirin.’’
GEL WEZÎFEYA EWLEHIYÊ PÊK DIANÎ
Sumeyye Mihemed bal kişand ser pîrozbahiyên Newroza Serêkaniyê yên di navbera salên 1998 û 2012’yan û ev yek anîn ziman: ‘‘Rojekê beriya Newrozê komên çandê dihatin cem hev û diçûn qada pîrozbahiyê. Ewlehî pir girîng bû. Dema ku komek li rastî êrîşê dihat, ji bo ku komên din zirarê nebîne derbasî malên cuda dibûn. Me gundên ku 4/5 saetan dûrî bajêr diyar dikir. Piştre en derbasî qada pîrozbahiyê dibûn. Me bi gel re bi awayekî kollektîf amadekariyên pirozbahiyê dikir.
DI SALA 1998’AN DE LI GUNDÊ EYN HISANÊ
Newroz di sala 1998’an de li Serêkaniyê bi coşeke pir mezin hate pîrozkirin. Pîrozbahî li gundê Eyn Hisanê hate kirin. Eyn Hisan xwezaya xwe dihat zanîn. Gundekî pir xweş bû. Ketina gel a ji qadê re dihat astengkirin. Ji xwe li derdora sehneyê her kesî wezîfeyek hebû. Gelê ku dihat qada Newrozê dizanî ku wê êrîş pêk werin. Tevî girtin, tundî û mirinê Newroza xwe pîroz dikir. Wê serdemê gelek endamên çandê hatin girtin û bi mehan hatin binçavkirin.
ŞER JÎ LI PÊŞIYA PIROZBAHIYAN NEBÛ ASTENG
Di sala 2012’an de çeteyan êrîşî Serêkaniyê kir û gundên wê bi dest xistin. Tevî vê jî li Parka Şehîd Rûstem Cûdî ya li navenda bajêr pîrozbahiyeke pir mezin hate lidarxistin. Tevî metirsiya ewlehiyê bi hezaran kes li qadê civîyan. Ferqa Newroza sala 2012’yan a ji Newrozên din ew bû ku ne li gundê Eyn Hisanê bû. Pîrozbahiya li vî gundî êdî bûbû kevneşopî, em hinekî xemgîn bûn lê belê me bi coşeke mezin xwe pîrozbahiya xwe li dar xist. Heya Newroza 2019’an pîrozbahiyên me li Parka Şehîd Rûstem Cûdî bûn. Piştî ku gundê Eyn Hisan ji bermahiyên şer hate paqijkirin, me Newroza 2019’an ji ber dagirkeriya dewleta Tirk cara dawî li gundê Eyn Hisanê pîroz kir.’’
BI ŞOREŞÊ RE ATMOSFERA PÎROZBAHIYAN GUHERÎ
Sumeyye Mihemed anî ziman ku pîrozbahiyên Newrozê bi Şoreşa Rojava re guherîn û ev yek anîn ziman: ‘‘Bi Şoreşa Rojava re weke hemû pîrozbahiyan, Newroz jî bi gelan re hate pîrozkirin. Di serdemên ewil de gelê Kurd û Ereb bi hev re pîrozbahî lidar dixist. Helbet ev yek bi hêsanî çênebû. Hêdî hêdî pîrozbahî bi gelên din re jî hatin kirin. Bi taybetî jî di sala 2022’yan de gelek çalakiyên me yên hevpar çêbûn. Bi taybetî jî bi çalakiyên di sala 2023’yan de xwişk-biratiya gelan bi awayekî zêde hate hîskirin. Her wiha vê yekê xwe di Newroza 2023’yan de jî nîşan da. Ez dikarim bibêjim ku me di sala 2023’yan de ne tenê bi gelê Kurd û Ereb re, bi gelên weke Tirkmen, Ermenî, Çerkez, Suryanî û Asûrî re bi coşeke mezin pîrozbahiyeke hevpar lidar xist. Di Newroza sala 2024’an de wê hemû gel çanda xwe nîşan bidin.’’