Pêncşem, 22 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    MED TUHAD-FED û TUHAYDER’a Semsûrê bertek nîşanî taloqkirina tehliyeyan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî nerazîbûna nîşanî desthilatdariyê da: Pêngavên aştiyê çima tên sekinandin?

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Hevserokê MATUHAYDER’ê Zekî Kiliç hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber peyva ‘Birêz Ocalan’ berdana Alî Adiman 6 sal hat paşxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê 30 salan Altûn: Divê em 24 saetan ji bo azadiya Rêber Apo bixebitin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nerazîbûna Misir û Îsraîlê li dijî peymana deryayî ya Tirkiye û Lîbyayê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Hate îdîakirin ku hêzên YRK’ê baregehek Îranê xiste kontrola xwe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ez diçim, hineyê li destê min bidin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê li Bane û Sine 3 kes binçav kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HANA: Rejîma Îranê Kurdan direvîne û winda dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê bang li Îranê kir: Aqûbeta Xalid Berzincî diyar bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Bersiva pêwîst ji Muxafizên Şoreşê yên Îranê re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Diherike Dîcle bi hezkirina ax û welat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rûşen Yakût: Divê dawî li polîtîkayên bêcezahiştina qetilkirina jinan bê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mechthild Exo: Jineolojî divê bibe bingeha me ya pratîkî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Efrîkaya Başûr bertek nîşanî cezayê darvekirinê ya ji bo Werîşe Muradî dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmanî û Qoserê du jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Nobeda Jin, Edalet û Bîrê de işaert bi doza destavêtinê ya li Sêweregê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Rêber Apo: Demokrasiya xwecihî şahdemarê entegrasyona demokratîk e
Kurdistan

Rêber Apo: Demokrasiya xwecihî şahdemarê entegrasyona demokratîk e

Rêber Apo: Demokrasiya xwecihî şahdemarê entegrasyona demokratîk e ku em hewl didin di pêvajoya aştî û civaka demokratîk de pêk bînin. Entegrasyona demokratîk tenê bi demokrasiya xwecihî dikare bi wate bibe.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 8. Hezîran 2026 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Peyama Rêber Apo ya ku ji Konferansa Rêveberiyên Xwecihî yên Demokratîk re şandiye bi vî rengî ye:

“Ji bo delegasyon û beşdarên Konferansa Rêveberiyên Xwecihî yên DEM Partiyê;

Di beşeke mezin a dîrokê de, di civakê de diyardeya rêveberiyê li ser bingeha herêmî û xwecihiyê; bi gotineke din, li ser bingeha xweberêvebirinê ava bûbû. Heta di kevneşopiya dewletê de jî bi giranî rêveberiyên herêmî qaîde bûn, desthilatdariya navendî jî îstîsna bû. Hiqûqa derbasdar, hiqûqa herêmî bû. Ev kevneşopî, ji aliyê modela netewe-dewletê ya navendîparêz a homojen-yekparêz-hişk a modernîteya kapîtalîst a du sed salên dawiyê ve hat xerakirin. Çavkaniya bingehîn a hemû pirsgirêk û xetimandinan jî ferzkirina vê modelê û li dinyayê kiraskirina wê bû.

Bi her du şerên cîhanê re, hemû cîhan û bi taybetî jî welatên Ewropayê yên ku ev zihniyet afirandin, êşên ku ji faşîzmê derketin bi awayekî xedar jiyan û hîn jî dijîn. Ji salên 1950’yî û vir ve hiqûqa herêmî, netewe û çandê, her çend bi sînor be jî, ji nû ve hat pênasekirin û derbasî qanûnên bingehîn ên demokratîk bûn. ‘Şertê Xweseriya Rêveberiyên Herêmî’ ya ku welatên Yekîtiya Ewropayê pejirandine, dewamiya vê pêvajoyê ye. Vegera li demokrasiya herêmî bûye xelasiya welatan û bêhndana civakan.

Li Rojhilata Navîn ku rola Tirkiyeyê tê de sereke ye, eger şensê îfadeya demokratîk ji tiştên herêmî û herêmparêz re bê naskirin, wê piraniya pirsgirêkan bi awayekî hêsantir bên çareserkirin. Bi taybetî rakirina şerha li ser demokrasiya herêmî dikare Tirkiyeyê di sedsala duyemîn de li herêmê bi hêz bike. Ji bo çareseriya demokratîk; avabûna ji nû ve hem ji bo civakan hem jî ji bo dewletan şert e. Herikîna giştî û hewcedariya serdemê jî bi kêmkirina navendîparêziyê û zêdekirina tiştên herêmî ve girêdayî ye. Ajotin û berxwedana li dijî herikînê; krîza siyasî, aborî û ekolojîk a heyî kûrtir dike. Ji xwe sedsalek bi vî rengî ji dest çûye û her kesî pê winda kiriye.

Divê mirov nekeve nav wê şaşiyê ku li bendê be da ku pergalên navendîparêz ên antîdemokratîk bixweber biguherin. Têkoşîna rêxistinkirî û domdar a pêkhateyên çandî û herêmî yên demokratîk, di lezkirina guhertinan de diyarker bûye. Demokrasiya herêmî û qanûnên bingehîn ên demokratîk jî di encama têkoşînên bi vî rengî de hatine pêşxistin.

Formula ‘demokrasiya herêmî û destûra bingehîn a demokratîk’, di heman demê de formula çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd e. Şahdemara entegrasyona demokratîk a ku em di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hewl didin pêş bixin jî demokrasiya xwecihî ye. Entegrasyona demokratîk tenê bi demokrasiya xwecihî dikare wateya xwe bibîne. Çavkaniya polîtîkaya qeyûman a ku salên dawî tê sepandin jî tunebûna demokrasiya herêmî ye. Li welatekî ku demokrasî tê de bi hêsanî dikare bê înkarkirin, tu pirsgirêk nayên çareserkirin û jixwe li ber çavan e ku nehatine çareserkirin jî.

Pirsgirêka Kurd di asta rêveberiya herêmî de gihîştiye qonaxa çareseriyê. Ne tenê di çarçoveya pirsgirêka Kurd de, ji bo tevahiya Tirkiyeyê rêya derbaskirina pirsgirêkên heyî yên rêveberiyên herêmî, di ser demokrasiya herêmî ya bi hêz re derbas dibe. Demokrasiya herêmî ya ku di bin ewlehiya hiqûqê de ye, formula çareseriyê ya herî rasteqîn û yekane ye. Ji bo Sûriye, Iraq û Îranê jî tiştê pêwîst, sepandina tam û bêkêmasî ya demokrasiya herêmî ye. Jehrkuja hemû neyiniyan, siyaseta demokratîk û demokrasiya herêmî ye. Gihîştina civaka demokratîk tenê bi vî rengî mumkin e.

Di pêşxistina demokrasiya herêmî de rola rêveberiyên herêmî diyarker û pêşeng e. Pêngava yekem a demokrasiyê jî û ya komunên demokratîk jî herêm e. Pêşxistina şaredariya gel a komînal û demokratîk, li ser vê rêyê rênîşander e. Ji bo vê yekê, divê ne li ser bingeha navend, desthilatdarî û yekdesthilatdariyê, li ser bingeha gel modelên alternatîf ên civakî, aborî û ekolojîk bên pêşxistin. Sermayeya herî mezin a rêveberiyên herêmî gel e; eger keda gel bibe yek, tu pirsgirêka ku mirov nikaribe çareser bike nîne.

Divê nêzîkatiya şaredariya demokratîk bê pêşxistin. Tevgera şaredariya demokratîk, weke toreke berfireh a civakî, ji komînên gund û taxan bigire heya kooperatîfan, ji rêxistinên civaka sivîl heya saziyên mafên mirovan, ji têkoşîna azadiya jinê heya parêzvanên mafên zarok û heywanan, ji ciwanan heya ekolojîstan, divê li her derê rêxistinbûna civaka demokratîk ava bike. Di serî de jin, divê giranî li ser xebatên zarok, ciwan, perwerde, ziman, çand, huner, tenduristî, aborî û ekolojiyê bê dayîn. Qadên hilberînê divê bên zêdekirin û ji bo bêkariya ku roj bi roj mezin dibe bibe çareserî. Di pêşengiya jinan de divê qadên nû yên jiyanê bên honandin.

Divê tevlîbûna gel a ji bo rêveberiyê û daxilkirina gel a di nav hemû biryaran de esas bê girtin. Konseyên Bajêr û Meclisên Bajêr bên avakirin; welatî dikarin li vir bicivin, her cûre pirsgirêkên xwe yên aborî û civakî nîqaş bikin û biryaran bigirin. Eger şaredariya gel a demokratîk bê pêşxistin, gel wê xwedî li şaredariya xwe derkeve; bi vî rengî, nêzîkatiyên antîdemokratîk ên wekî tayînkirina qeyûman jî nikarin bi hêsanî pêş bikevin. Şaredarî ne dewletperestiya piçûk e. Lê pergala ku tê sepandin dewleta mîkro ye. Hem ji aliyê felsefî hem jî ji aliyê pratîkî ve divê mirov ji vê ramanê rizgar bibe. Şaredarî ne dewleteke mîkro ne, komun in. Li Ewropayê bingeha şaredariyê komun e. Li cem Kurdan jî ‘kom bûn’ e; koka wê xwe dispêre hezar sal berê û ji van axan heya Ewropayê belav dibe.

Dewlet makro difikire û nêzîk dibe, komîn jî çareseriyên mîkro dibîne; di navbera her duyan de diyalog, muzakere û pêşbirkek çêdibe lê pevçûn çênabe. Bi vî rengî civaka sivîl dibe xwedî fonksiyon û vediguhere saziyên çandî, civakî û aborî yên rastîn. Divê di şaredariyan de ku zemin û derfeta van hemûyan lê heye ruhê komunê bê pêşxistin û hemû xebat bi vî ruhî bên meşandin. Tenê nîqaşkirin ne bes e, êdî dema avakirin û bicihanînê ye.

Me di Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk de li şûna çînê komun bi cih kir, nîqaşên xurt hatin meşandin. Em ne çînê û ne jî dewletê înkar dikin. Lê dewlet wekî girêkekê mezin dibe. Senteza me ya dewlet û komunê, li şerên bêwate yên cemidî yên ku dibin sedema aloziyên mezin û ji bo îdealîzekirina zêde ya çînparêziyê wek bersivekê pêş dikeve. Em vê yekê her ku diçe nermtir dikin. Jehrkuja vê, veguherandina têkiliya komun û dewletê ya ber bi têkoşîn û pêşbirkeke demokratîk ve ye. Tiştê ku vê dawiyê li Sûriyeyê tê xwestin ku bê kirin, ji vî aliyî ve girîng e; li Iraqê jî divê ev yek bê bicihanîn. Hilbijartina waliyekî Tirkmen li Kerkûkê mînak e; Tirkmen li vir ne dewleteke mîkro ne, dikarin bibin komuneke ku naverokê ew bixwe diyar dikin.

Şaredarî divê bi hişmendî û girîngiya demokrasiya herêmî bên birêvebirin; şaredarî divê bi hişê kirtasiyegerî yê piçûk neyên birêvebirin. Ji paqijiyê heya hilberîna erzan, ji perwerdeyê heya tenduristiyê, ji çûnûhatê heya ekolojiyê, ji hemû hewcedariyên bajaran re bi nêzîkatiya komunê çareserî dikarin bên dîtin. Bes mirov bi nêzîkatiya “şaredarî komun in” tevbigere û tiştê pêwîst pêk bîne.

Di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de serketina di rêveberiyên herêmî û şaredariyan de wê bibe sedema geşedanên nû; wê hêzeke zêdetir bide rewş û zemîna muzakereya demokratîk. Bi cidiyeta ku wê vê pêvajoyê pêş bixe, ez ji bo her kesê ku di xebatên pratîkkirina şaredariya gelparêz a demokratîk de cih digire serkeftinê dixwazim. Ez hêvî dikim ku Konferansa Rêveberiyên Herêmî jî bi serkeftî derbas bibe, silav û hezkirinên xwe yên bêdawî pêşkêş dikim.

24.05.2026
Abdullah OCALAN
Girava Îmraliyê”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Hûsiyan fuze avêtin Îsraîlê û qedexe danîn ser ‘trafîka deryayî’
Nûçeya Pişt re Stranbêjê navdar ê Fransî di lêpirsîna destdirêjiyê de hat binçavkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Reuters: Artêşa DYE’yê xwe ji bo operasyoneke demdirêj a li dijî Îranê amade dike

Hate ragihandin ku artêşa Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) xwe ji bo operasyoneke gengaz a…

Ji aliyê Stêrk TV

YRD’ê ji bo rojnamevan-nivîskar Huseyîn Aykol peyama sersaxiyê weşand

YRD'ê ji bo Huseyîn Aykol got, "Ji bo avakirin û pêşvebirina kevneşopiya Çapemeniya Azad bi…

Ji aliyê Stêrk TV

TJK-E’yê banga tevlêbûna meşa dîrokî ya Strasbourgê kir

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) banga tevlêbûnê li meşa mezin û dîrokî kir ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Hate îdîakirin ku hêzên YRK’ê baregehek Îranê xiste kontrola xwe

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Li Amedê berxwedana li dijî projeya GES’ê: Nobed hate destpêkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Ez diçim, hineyê li destê min bidin’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Rejîma Îranê li Bane û Sine 3 kes binçav kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?