Gava mirov berê xwe bide halê derûnî yê xelkê li Başûrê Kurdistanê, nexasim li Silêmaniyê, mirov bi tiştekî belav dihise: Ezmûnên encam xirab ên kesan hêviya wan a ji bo siberoke baştir, kêm kiriye. Ew ezmûnên gelekî şexsî ne û encamên wan jî ne bi ecêban tesîreke subjektîf li kirdeyên xwe dike.
Li Silêmaniyê nexasim piştî ezmûna Gorranê, hêviya xelkê kêm bûye yan jî nemaye. Ev nemana hêviyê xwe bi dîsgotineke jiber pirrcarî dike: Siyaset hal nake! Bi siyasetê hal nabe. Min kir nebû kes nikare bike.
Helbet heger çare di siyasetê de neyê dîtin, xelkê ku hîna kevirê xwe ji destê xwe bernedane, li rêyên din digerin. Ji min re li hev hat, ez hefteya bihurî bi du birayan re peyivîm, her du jî di nava tevgera Gorranê de bûn – xwedê dizane hê jî di navê de ne. Niha karekî baş bi navendeke arşîvkirina kitêb, destnivîs û kelûpelên li ser Kurdan dikin. Heke li hev bê, ez dixwazim bi berferehî carekê behsa vî karê wan bikim. Lê niha ez ê behsa gotara wan a di dema sohbetê de bikim.
Ew weke “tesbît” behsa wê yekê dikin ku rêveberî û îdareyên dewletî yên civakan, bi bajariyan dibe. Ji ber ku niha çanda bajaran li Başûrê Kurdistanê bi gundiyên ji dewrûberê hatiye dagirkirin û li şûna ku ew bibin bajarî, wan bajar kiriye gund. Helbet min ev rengê fikr ji gelek aliyên din jî bihîstiye.
Pêr jî di civatekê de ku tevahiya xelkê wê xwendeyên Başûr bûn, “hizra siyaset xirab e” û “çare perwerde ye” xwe çendcarî kir. Hema wê kêliyê ez mam sekinî û lê hizirîm, gelo bernameyeke perwerdeyê ya herî piçûk jî bêyî bernameyeke siyasî tê tetbîqkirin yan na? Nexêr, hîç bernameyeke wilo ya perwerdeyê li derveyî siyasetê nîne. Ji bernameyên dînî heta bi bernameyên fermî yên dewletê, ji mafê xwendinê/perwerdeyê yê gerdûnî heta bi şagirtiya ber destê hosteyan, hemû di çarçoveya siyasetên cihê de yan jî di encama qayîşkêşana siyasetan de teşe digirin. Lê belê çawa ew hizra “perwerdeya li derveyî siyasetê” kariye xwe weke çareserî di serê hin kesan de bi cih bike?
Diyar e ku hin kes li hizra humanîzma sedsala 16´an a li Ewrûpayê, weke ku li derveyî siyasetê be, tê digihijin. Helbet ew ne wisa ye. Heta ez pirr ji xwe razî û ewle dibêjim, ti tişta civakî ya li derveyî siyasetê nîne, lewma siyaset pêvajoyên biryardayînê yên di nava civakê de û tevahiyên muzakereyên di nava civakê de pêk tîne. Xwe li derveyî van pêvajoyan bicihkirin jî helwêsteke siyasî ye. Çi qasî exlaqî ye, ew meseleyeke din e, lewma gava desthilat zalimekî qadir xuya be, mirov li hemberî wê dişikin. Gelek caran desthilat dixwaze ev wisa jî bibe, lê heta astekê: Lewma ji bo rewabûna desthilatê minîmûmeke bi vî rengî pêwîst e.
Baş e, ma derdê her du birayên di nava yek partiya siyasî de û roja kongreya xwe bi 600 çekdarên xwe şerê hev kirin, perwerde bû? Nexêr, sîstema heyî ya siyasî xwe li ser wê yekê ava dike ku fraksiyonên wiha her bi dubendî û pirrbendî lawaz bin û hewcedarê desthilatê bin.
Vêca elîta siyasî ya heyî esas bajarî ye, lê ji bo rewabûna xwe û her wiha ji bo kontrola li ser gundewar û navşaran, lihevkirineke wê heye bi gelek aliyên tevlîhev ên siyasî re. Esas rewşenbîr jî û pirraniya xelkê jî bi rengekî bi desthilata heyî re li hev kirine: Em zêde neêşin, para me û kurtêla me bila hebe, me tiştekî din navê. Ji ber vê jî meseleyên man û nemanê nexuya û nediyar dibin û meseleyên weke mûçe dibin esasê gotara siyasî li Başûrê Kurdistanê. Baş e, ma ev desthilat weke xwe bimîne, û mûçe bide, mesele hal dibin? Demokrasiyeke rastîn û civakî nebe, mesele hal dibin?