Şemî, 31 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Edeneyê civîna gel hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta 7 kesên li Kerboranê hatine qetilkirin, hate pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo mafê hêviyê yê Rêber Apo ji 50 welatan 845 îmze hatin komkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Agin: Ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê divê xeta têkoşîna hevpar bê avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê statuya Birêz Ocalan were zelalkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Xizmên windayan car din edalet xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlaya YJA Starê Rojbîn Sonmez hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Şehîdên me siberoja me ronî kirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo kurê xwe yê bûye mexdûrê tiryakê têdikoşe: ‘Ciwanên me ji vê jehrê rizgar bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê binpêkirinên mafên Kurdan: Tedawiya girtiyekî hat astengkirin, 4 Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê 9 sal cezayê girtîgehê li mamosteyê zanîngehê birî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Konferansa Jinan: Divê em aştiyê mîsoger bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîhrîcana Voce Arcaica ya ku ji bo Nagîhan Akarsel tê lidarxistin wê di 7’ê Mijdarê de li Romayê be

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E û KON-MED’ê li dijî qirkirina jinan pêngava têkoşîna civakî da destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê mirina bi guman a jinek

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hinceta tawanbarê ku Rojda Odabaşi birîndar kir ‘qerebalixî’ bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê: Di şexsê hevala Bêrîtan de em bûn xwedî nasnameya jin a berxwedêr

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Mexmûrê Festîvala 10’emîn a Şehîd Bêrîtan bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > YRD: Em ê pênûs û kamereyên we li erdê nehêlin
Kurdistan

YRD: Em ê pênûs û kamereyên we li erdê nehêlin

YRD’ê şehîdên ragihandina azad bi rêz bibîr anî û got: “Ji bo pêkanîna armanca we em ê pênûs û kamerayên we li erdê nehêlin û ji bo avakirina civaka azad û demokratîk a ku we dixwest em ê di bin rêberiya we de bêhtir bixebitin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 31. Cotmeh 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Koordînasyona Giştî ya YRD’ê got: “Em bi xemgîniyeke mezin hîn bûn ku hevalên me Aso Baran, Şîlan Ezgi, Tufan Sefkan, Azad Serxwebun û Firat Tolhildan di dem û cihên cuda de dema peywirên xwe pêk dianîn gihîştine şehadetê. Ev heval di cihên herî zehmet ên şerê li Kurdistanê de bi cesaret û fedakariyeke mezin ji bo agahdarkirina gelê Kurd û hemû mirovahiyê kar dikirin. Em wan bi hezkirin, rêz û minetdarî bi bîr tînin. Em ji malbatên hevalên me, ragihandina azad û hemû gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin.”

Di daxuyaniya YRD’ê de ev tişt hatin gotin:

“Kevneşopiya Ragihandina Azad a ku bi Mazlum Dogan re destpê kir, bi hevalên me Gurbetellî Ersoz, Halîl Ûysal, Enver Polat, Denîz Firat, Nûjiyan Erhan, Elî Kanîroj, Arjîn Amed, Seyit Evran, Gulîstan Tara, Nazim Daştan, Cihan Bilgin, Azîz Koyluoglu û bi dehan hevalên din ên ku em dikarin navê wan rêz bikin heta îro hatiye. Li Kurdistanê çawa ku her afirandin bi berdêlên mezin derketiye holê, karên ragihandin û weşanê jî bi rêbazeke wisa meşiya ye. Hevalên me Aso, Şîlan, Tufan, Azad û Firat jî di riya ronîkirina gelê xwe de dema pêwîst dikir jiyana xwe dayîn berçav girtine û tevlî vê karwanê bûne.

Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku Rêber Apo ji Cotmeha sala borî ve destpê kiriye, li Kurdistanê ji bo guhertin û veguhertinên mezin deriyên nû vekiriye. Ji aliyekî ve jî armanc dike ku kedên hatine dayîn zindî bihêle. Piştî daxuyaniya dîrokî ya 27’ê Sibatê, Kongreya 12’emîn a PKK’ê ya di 5-7’ê Gulanê de pêk hat û piştre piştî peyama dîrokî ya bi dîmen a Rêber Apo, çalakiya şewitandina çekan a koma Aştî û Çareseriya Demokratîk û herî dawî daxuyaniya 26’ê Cotmehê ya Gerîlayên Azadiyê ku ew ê ji sînorên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê vekişin, rewşeke nû derxistiye holê. Tevgera Azadiyê û Rêber Apo, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hemû gavên hêsankirinê yên pêwîst avêtine. Êdî pêwîst e dewleta Tirkiye guhertinên qanûnî û hiqûqî bike. Bêguman yên ku ev pêşketin pêk anîne di serî de Rêber Apo û hevalên şehîd in. Li Kurdistanê meşandina karê ragihandinê her tim dayîna berdêla herî mezin hewce kiriye. Ev hevalên me jî ji dayîna vî bedêlî paş ve nesekînî ne.

Hevreyê me Aso Baran ji bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê bû. Hevrê Şîlan ji Erdexanê, hevrê Tufan ji Dersimê, hevalên Serxwebun û Firat ji Rihayê bûn. Ji bo gelê Kurd bigihîje jiyaneke azad û demokratîk têkoşiyan û heta kêliya dawî ya jiyana xwe pênûs û kamerayên xwe bi kar anîn. Em wekî YRD dibêjin, bila çavên we li pey nemîne, ji bo pêkanîna armanca we em ê pênûs û kamerayên we li erdê nehêlin û ji bo avakirina civaka azad û demokratîk a ku we dixwest em ê di bin rêberiya we de bêhtir bixebitin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Şandeya Îmralî û Erdogan wê sibe saet 17.30’an bicive
Nûçeya Pişt re Di hilbijartinên Hollandayê de partiya rastgirên tund a Wilders derket pêş
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Samsûnê hezaz: 3 kes mirin

Li navçeya Canîk a Samsûnê ji ber hezazê ji heman malbatê 3 kesan jiyana xwe…

Ji aliyê Stêrk TV

Civîna gel: ‘Divê Abdullah Ocalan bi beşên cuda yên civakê re hevdîtin bike’

Welatiyên ku di civîna gel a li Pulurê de axivîn, diyar kirin ku divê Rêber…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 22’Ê ÇILEYA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Ji ber lehiyên li Sûriyeyê 7 kesan jiyana xwe ji dest dan

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Xizmên windayan car din edalet xwest

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Gerîlaya YJA Starê Rojbîn Sonmez hate bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?