Koordînasyona Giştî ya YRD’ê got: “Em bi xemgîniyeke mezin hîn bûn ku hevalên me Aso Baran, Şîlan Ezgi, Tufan Sefkan, Azad Serxwebun û Firat Tolhildan di dem û cihên cuda de dema peywirên xwe pêk dianîn gihîştine şehadetê. Ev heval di cihên herî zehmet ên şerê li Kurdistanê de bi cesaret û fedakariyeke mezin ji bo agahdarkirina gelê Kurd û hemû mirovahiyê kar dikirin. Em wan bi hezkirin, rêz û minetdarî bi bîr tînin. Em ji malbatên hevalên me, ragihandina azad û hemû gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin.”
Di daxuyaniya YRD’ê de ev tişt hatin gotin:
“Kevneşopiya Ragihandina Azad a ku bi Mazlum Dogan re destpê kir, bi hevalên me Gurbetellî Ersoz, Halîl Ûysal, Enver Polat, Denîz Firat, Nûjiyan Erhan, Elî Kanîroj, Arjîn Amed, Seyit Evran, Gulîstan Tara, Nazim Daştan, Cihan Bilgin, Azîz Koyluoglu û bi dehan hevalên din ên ku em dikarin navê wan rêz bikin heta îro hatiye. Li Kurdistanê çawa ku her afirandin bi berdêlên mezin derketiye holê, karên ragihandin û weşanê jî bi rêbazeke wisa meşiya ye. Hevalên me Aso, Şîlan, Tufan, Azad û Firat jî di riya ronîkirina gelê xwe de dema pêwîst dikir jiyana xwe dayîn berçav girtine û tevlî vê karwanê bûne.
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku Rêber Apo ji Cotmeha sala borî ve destpê kiriye, li Kurdistanê ji bo guhertin û veguhertinên mezin deriyên nû vekiriye. Ji aliyekî ve jî armanc dike ku kedên hatine dayîn zindî bihêle. Piştî daxuyaniya dîrokî ya 27’ê Sibatê, Kongreya 12’emîn a PKK’ê ya di 5-7’ê Gulanê de pêk hat û piştre piştî peyama dîrokî ya bi dîmen a Rêber Apo, çalakiya şewitandina çekan a koma Aştî û Çareseriya Demokratîk û herî dawî daxuyaniya 26’ê Cotmehê ya Gerîlayên Azadiyê ku ew ê ji sînorên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê vekişin, rewşeke nû derxistiye holê. Tevgera Azadiyê û Rêber Apo, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hemû gavên hêsankirinê yên pêwîst avêtine. Êdî pêwîst e dewleta Tirkiye guhertinên qanûnî û hiqûqî bike. Bêguman yên ku ev pêşketin pêk anîne di serî de Rêber Apo û hevalên şehîd in. Li Kurdistanê meşandina karê ragihandinê her tim dayîna berdêla herî mezin hewce kiriye. Ev hevalên me jî ji dayîna vî bedêlî paş ve nesekînî ne.
Hevreyê me Aso Baran ji bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê bû. Hevrê Şîlan ji Erdexanê, hevrê Tufan ji Dersimê, hevalên Serxwebun û Firat ji Rihayê bûn. Ji bo gelê Kurd bigihîje jiyaneke azad û demokratîk têkoşiyan û heta kêliya dawî ya jiyana xwe pênûs û kamerayên xwe bi kar anîn. Em wekî YRD dibêjin, bila çavên we li pey nemîne, ji bo pêkanîna armanca we em ê pênûs û kamerayên we li erdê nehêlin û ji bo avakirina civaka azad û demokratîk a ku we dixwest em ê di bin rêberiya we de bêhtir bixebitin.”
 
					 
							
 
			 
                                 
                             

 
		 
		 
		