DBP û DEM Partiyê bi dirûşma “Em gotina aştiyê bi gel re ava dikin”, li navçeya Pulurê ya Dersimê civîneke gel lidar xistin. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar, nûnerên partiyên siyasî û gelek welatî beşdarî civînê bûn.
AYTEN KORDU: DIVÊ AZADIYA FÎZÎKÎ YA BIRÊZ OCALAN BÊ MISOGERKIRIN
Parlamentera DEM Partiyê ya Dersimê Ayten Kordu, anî ziman ku divê meseleya Kurd bi rêyên demokratîk bê çareserkirin. Ayten Kordu, daxwaz kir ku azadiya fizîkî ya Rêber Apo bê misogerkirin û derfet bê dayîn ku ew bi beşên cuda yên civakê re hevdîtin bike.
ÇÎGDEM KILIÇGUN UÇAR: DIVÊ EM LI DIJÎ HER CURE ÊRÎŞAN HEWLESTEKE ZELAL NÎŞAN BIDIN
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar, diyar kir ku pêvajoya aştiyê ji bo çareseriya demokratîk derfeteke dîrokî ye. Çîgdem Kiliçgun Uçar, bal kişand ser mafên ziman, nasname û xwerêveberiyê yên Kurdan û destnîşan kir ku divê li dijî êrîşên li ser vê pêvajoyê helwesteke zelal bê girtin.
DAXWAZA GEL: DIVÊ RÊBER APO BI NÛNERÊN CUDA RE HEVDÎTIN BIKE
Welatiyên ku beşdarî civînê bûn, xwestin ku komîsyoneke çavdêrî û şopandinê ya navneteweyî bê avakirin. Her wiha welatiyan, daxwaz kirin ku rê li ber Rêber Apo bê vekirin da ku ew bikaribe bi rojnamevan, akademîsyen, siyasetmedar û nûnerên cuda yên civakê re hevdîtinan bike.

