Şandeya ku di 7’ê Cotmehê de ji Bakurê Kurdistanê derbasî Rojava bû, îro jî serdana Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya li bajarê Kobanê kir. Şande li navenda Partiya Yekîtiya Demokratîk hate pêşwazîkirin. di pêşwaziyê de ji berdevkên saziyên jin jî amade bûn.
Şande ji hevşaredara Mêrdînê û hevberdevka Komîteya Dîplomasiyê ya Rêveberiyên Xwecihî Devrîm Demîr, hevşaredara navçeya Yenîşehîr a Amedê Safiya Aladag, hevşaredara navçeya Farqîn a Amedê Sevîm Bîçîçî, hevşaredara Tetwanê Belkîze Beştaş Epozdemîr û endama Komîteya Dîplomasî Rûken Demîr pêk tê.

