Li gorî agahiyên ANHA’yê belav kirine, leşkerên Tirk li ser rêyên şaxî yên gundewarên Serêkaniyê 2 bend rakirin.
Bendên kontrolê yên hatine rakirin yek li gundê Um Uşba yê rojavayê navçeya Zirganê ye û yê din jî li gundê Sefehê yê bakurê rojhilatê Serêkaniyê ye.
Çavkaniyan ANHA’yê dane zanîn ku rêyên sereke yên rojhilat ên diçin navenda bajarê Serêkaniyê hîna girtîne.
Li gorî çavkaniyan, bendên li ser rêya sereke ya Dirbêsiyê –Serêkaniyê, Til Temir-Serêkaniyê ji aliyê leşkerên Tirk ve hatine girtîne. Benda Alya ya li ser rêya navneteweyî ya diçe bajêr ku ji aliyê hêzên Tirk ve tê birêvebirin, li pêşiya çûn û hatine sivîlan vekirî ye.

