Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rezan Sarica tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, helwesta saziyên hiqûqê ya navneteweyî û têkoşîna di asta navneteweyî de tê meşandin ji ANF’ê re nirxand.
Sarica anî ziman ku tecrîda bênavber a li Îmraliyê li gorî hiqûqa navxweyî û pîvanên hiqûqî yên navneteweyî bi ti awayî nikare bê vegotin û diyar kir, rejîme çaryek sedsalê ye ku li ser êşkence û tecrîdê hatiye avakirin. Sarica got, “Xuya ye ev rejîm ya têrê nekiriye yan jî negihîştiye armanca xwe ku her gavê hatiye girankirin. Li şûna misogerkirina mafên mirovan ên bi qanûnan û peymanên navneteweyî hatine destnîşankirin, em di pêvajoyeke welê de ne ku ji maf û azadiyan bêpar hatiye hiştin. Di nava 13 salan de rejîmeke ne ji rêzê hatiye danîn ku tenê 5 caran serdana parêzeran, di nava 10 salên dawî de jî tenê 5 caran serdana malbatê karîbûye bê kirin. 37 meh in em nikarin bi ti awayî agahiyê ji Birêz Ocalan werbigirin. Îmrali veguherandine herêmeke welê ku jiyana siyasî û civakî lê hatiye bidawîkirin.”
REWŞEKE WELÊ YE KU NAYÊ QEBÛLKIRIN
Sarica destnîşan kir ku bi qasî hukmê ji aliyê dadgehên serbixwe û bêalî ve hatiye dayin, her wiha şert û mercên girtinê jî divê li gorî rûmeta mirovahiyê û hiqûqê be û got, “Eger rewşa girtinê li dijî rûmeta mirovahiyê be, eger bi rêk û pêk êşkence tê kirin, hingî ev yek tê wê wateyê ku mafê ewlekarî û azadiyê tê binpêkirin. Hûn jî zanin di pêvajoya destpêkê ya darizandinê de mafê darizandina adîl bi cih nehatibû anîn. Di rewşa heyî de jî rewatiya girtina Birêz Ocalan nemaye. Agahînegirtina sê salên dawî ne tenê rewşa herî giran a êşkenceyê ye. Ev şert û mercên ku têkiliya wî bi temamî hatiye birîn, pêvajoyeke krîtîk e ku hemû potansiyelên binpêkirina mafan dihewîne. Ev rewşa agahîwernegirtinê ya demdirêj dişibe polîtîka û rejîmên windakirina bi zorê. Di mekanîzmayên di ser neteweyan re ev rewş bi vî rengî tê şîrovekirin û tespîtkirin. Em bi rewşeke welê re rû bi rû ne ku nayê qebûlkirin. Bi kurtasî sîstema Îmraliyê hem qedexeya êşkenceyê hem jî mafê azadiyê binpê dike, di heman demê de xwedî wê rîskê ye ku hemû mafên din binpê bike.”
TIRKIYE LI GORÎ PEYMANAN TEVNAGERE, PÊKANÎN NAYÊ FERZKIRIN
Sarica destnîşan kir ku têkildarî Abdullah Ocalan ne hiqûqa navxweyî ne jî peymanên navneteweyî bi cih nayên anîn û wiha dewam kir, “Ji CPT heta bi Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, bi rêk û pêk agahî têne dayin û daxwaz têne kirin. Hem bi rêya me hem jî bi rêya rêxistinên civakî yên sivîl, hiqûqnas û parlamenteran. Van saziyan di nava salan de biryarên ku tecrîda li Îmraliyê tespît dikin hatin wergirtin. Herî dawî me rejîma Îmraliyê xist rojeva Neteweyên Yekbûyî û ji wê derê jî ji bo bidawîkirina şert û mercên li Îmraliyê bi rengê ‘bila tavilê parêzer hevdîtinê bike’ biryara tedbîrê hate wergirtin. Ev biryar hîn derbasdar e, em li bendê ne ku bê pêkanîn. Tirkiye li gorî peymanên navneteweyî tevnagere ku aliyekî wê ye. Saziyên Ewropayê jî li gorî biryarên xwe tevnagerin. Ne Tirkiye guh dide pêşniyarên CPT, ne jî CPT li pişt tespîtên xwe disekine.”
GIRÎNG E KU CIVAK XWEDÎ LI TÊKOŞÎNA GIRTIYAN DERKEVE
Sarica bi bîr xist ku sîstema tecrîdê ya Îmraliyê û rewşa Abdullah Ocalan timî di rojeva girtîgehan de ye; têkoşîna mezin a sal a2019’an xwedî potansiyeleke welê bû ku bibe sedema veguherîneke civakî û siyasî, bandor li her kesî kir û anî ziman ku niha jî di çarçoveya kampanya ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re’ piştî greva birçîbûnê hevdîtina malbatê, axaftina bi telefonê û tevlîbûna li rûniştinên dadgehê têne boykotkirin. Sarica diyar kir ku ev yek di serî de mafê parastinê wê ji gelek aliyan ve mexdûriyetê biafirîne û got, “Ya rast, ev şert û merc 25 sal in li Îmraliyê tê pêkanîn. Girtî bi vî rengî nîşan didin ku rejîma tecrîdê ya li Îmraliyê çiqasî awarte û cihêkar e. Lewma divê şert û mercên Abdullah Ocalan tê girtin bêne fêhmkirin, empatî bê kirin û mexdûriyeta gengaz a girtiyan bê dîtin. Ya ku dawî li vê yekê bîne bidawîkirina kiryara tecrîdê ye û hevdîtina bi Birêz Ocalan re ye.”