Koçberên Efrînî ji sala 2018’an û vir ve li Kantona Şehba-Efrînê bi giranî li pênc kampan dimînin. Li kampa destpêkê li Kampa Berxwedan 702 malbat, 2 hezar û 772 kes, li Kampa Serdemê 904 malbat, 3 hezar û 774 kes, li Kampa Efrînê 122 malbat, 498 kes, li Kampa Vegerê 145 malbat, 584 kes û li Kampa Şehbayê jî 104 malbat, 466 kes dimînin. Li Kampa Berxwedanê ji bo çareserkirina pirsgirêkên tenduristiyê yên gel navenda Heyva Sor, 2 park, sûkek, pirtûkxaneyek, dibistaneke seretayî, dibistana navîn, dibistanek ji bo xwendekarên lîseyê hene. Li van dibistanan hem mirovên li kampê hem jî yên li gund û navçeyên derdorê tevlî perwerdeyê dibin. Li Kampa Serdemê 2 park, navenda Heyva Sor, pirtûkxane, sûk û dibistanek ji bo xwendekarên dibistana seretayî hene. Tevî van her wiha gelek çalakiyên li kantonê li Kampa Serdemê têne lidarxistin.
Kampa Efrînê li gorî kampên din hinekî biçûk e, lewma ser bi Kampa Serdemê ve ye. Lê sîstema xwe ya rêxistiniyê mîna kampên din tê meşandin. Kampên Veger û Şehbayê ku li aliyê navçeya Şêrewayê ne, ji aliyê Meclîsa Şêrewa ve têne birêxistinkirin. Hemû saziyên li Kantona Efrîn-Şehbayê navendeke xwe li pênc kampan heye. Her wiha kamp xwe bi sîstema komun û meclîsan bi rêxistin dikin.
Hevserokê Desteya Karên Civakî ya Kantona Efrîn-Şehbayê Mistefa Hesen têkildarî zor û zehmetiyên li pênc kampên li Kantona Efrîn-Şehbayê axivî.
Mistefa Hesen anî ziman ku sala 2018’an piştî ku dewleta Tirk êrîşî Efrînê kir û gel ji neçarî koçî Şehbayê kir wan 5 kamp ava kirin û got, “Wê demê gelê me li derve li nava zeviyan jiyana xwe dewam dikir. Gel perîşan bûbû. Di nava şert û mercên giran de me biryar dan ku kampan ava bikin. Destpêkê me bang li saziyan kir ku alîkariyê didin mirovên koçber. Bêguman ji ber polîtîkaya qirkirinê xelkê Efrînê ji dagirkeriyê koçî Şehbayê kir. Bangên me yên li hemberî planên bêmirovhiştina Şehbayê bê encam man û Rêveberiya Xweser bi derfetên xwe kete nava liv û tevgerê. Lê belê şert û mercên cografî yê Şehbayê guncaw nebû. Li aliyekî ambargoya hikumeta Şamê, li aliyê din jî êrîşên çeteyên dewleta Tirk dewam dikirin. Birêxistinbûyîna di bin ambargo û êrîşê de ne karekî hêsan bû. Me destpêkê komun û meclîs ji bo kampan ava kir. Hejmara malbatan hate diyarkirin û li gorî nifûsê jî me hewl da lojîstîkê peyda bikin.”
BERXWEDANA LI DIJÎ ÊRÎŞ Û AMBARGOYÊ
Mistefa Hesen ragihand ku wan şert û mercên kampan bi du rengî nirxandin û got, ev yek bi rengê berxwedana gel, xwedîderketina li warê xwe û dewamkirina polîtîkayên komkujiyê yên li dijî vê yekê bû. Mistefa Hesen got, “Eger em pênc kampên heyî li gorî kampên din binirxînin, rêxistiniya me ya kampan gelekî xurt e. Eger mirov ji aliyê peydakirina pêwîstiyên jiyanî yên rojane ve binirxînin, kanton qadeke berfireh nîne, derfetên kar kêm in. Ji aliyê peydakirina pêwîstiyên rojane ve ji bilî piştgiriya Rêveberiya Xweser alternatîfeke me ya cuda nîne. Ti saziyeke alîkariyê piştgiriyê nake. Rêveberiya Xweser bi derfetên xwe yên kêm, her wiha hin mirovên dilxwaz ên welatparêz alîkariyê dikin, jiyan bi vî rengî dewam dike. Weke Desteya Karên Civakî ji bo malbatên li kampan mehê carekê piştgiriya lojîstîkî tê pêşkêşkirin. Lê belê ev têrê nake.
Divê em derfetên kar pêşkêşî gel bikin. Kanton ji bo bicihanîna projeyên nû qadeke guncaw e lê belê ji ber ambargoyê em nikarin têkiliyê bi kantonên din re dînin. Ji ber ambargoyê em nikarin xwedî amûrên pêwîst ên bicihanîna projeyê bin. Lewma bêkarî heye. Ji zivistana 2023’an û vir ve destûr nayê dayin ku mazot bê peydakirin. Mazot ji bo kantonê çavkaniyeke girîng a enerjiyê ye. Bi astengkirina mazotê dixwazin kaosekê biafirînin. Bi hiştina gel a di nava sermayê de, bi terbiyekirina gel bi birçîbûnê û astengkirina alavên tenduristiyê û dermanan dixwazin zextê bikin.”
DI DEMEKÊ DE KU KRÎZA AVÊ HEBÛ, ÛNÎCEFÊ AV BIRÎ
Mistefa Hesen bal kişand ser mijara ewlekarî, av, elektrîk û paqijiya li kampan û bal kişand ser êrîş û ambargoyê. Mistefa Hesen got, “Sîstema me ya ewlekariya hundirîn gelekî xurt e, lê belê dewleta Tirk a dagirker rojane êrîşî derdora kampan dike. Ji ber ku kamp bi sîstema konan hatiye avakirin, ewlekariya jiyanê ya gelê me di xetereyê de ye. Topên ku li sînoran dikevin zerareke cidî didin gel. Konên ji naylon nikarin ji gel re bibin stargeh. Di encama êrîşan de parçeyên topan li nava kampan belav dibin. Zerara madî û manewî rû dide, zarok birîndar dibin, extiyar birîndar dibin. Em rojê sê saetan dikarin elektrîkê bidin kampan. Ji bo karibin hîn bêhtir elektrîkê bidin kampan derfet guncaw nîne.
ÛNÎCEF’ê av dida kampan. ÛNÎCEF’ê fînansmanî kir hincet û belavkirina avê rawestand. Pêwîstiya avê ya kantonê ji bîrên avê têne peydakirin. Ev av bi rêya tankeran li gel dihate belavkirin. Bîrên avê li derveyî kampan e, di demekê de ku pirsgirêka avê hebû ev biryara ÛNÎCEF’ê kir ku şêniyên kampan hîn bêhtir zehmetiyê bikişînin. Lewma em seferber bûn, lê tevî vê jî pêwîstiya avê nehatiye çareserkirin. Li kantoneke ku av lê kêm e bivê nevê pirsgirêka paqijiyê rû dide. Kêmaniya avê û destpêkirina payîzê wê bibe sedema nexweşiyan. Wê hîn bêhtir pêwîstî bi dermanan hebe. Negihiştina dermanan li kantonê bi tena serê xwe pirsgirêkeke cidî ye.”
Mistefa Hesen bang li saziyên alîkariyê yên ji bo koçberan kir û got, “Divê xwedî li xelkê Efrînê derkevin ku xaka wan hatiye dagirkirin. Saziyên ku îdîa dikin alîkariyê bi koçberan re dikin, divê xwedî li xelkê Efrînê yê li Şehbayê derkevin. Xelkê Efrînê heta rizgarkirina warê xwe wê li binê konan be. Şert û merc çi dibe bila bibe em ê li ber xwe bidin.”