Şemî, 19 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li sê bajaran bang: Girtiyên nexweş serbest berdin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan: Em ê ti carî dev ji têkoşîna xwe bernedin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê aqûbeta Cemîl Kirbayir pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurkçu: Tevgera Kurd wê berê serdema nû diyar bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    ATK’ê ji bo girtiyê ku 65 kîlo winda kirine got: ‘Dikare di girtîgehê de bimîne’!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îpek: Di mirina zarokên karker de tenê li encama dawî nêrîn şaş e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Şervanê armanca mezin: Armanc Xaçek

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê cejnên Êzî û Şêşims bi girseyî hatin pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amed, Êlih û Dîlokê meşa ziman: Ne waneya bijarte, statuya destûrî!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Êlihê dayik û du zarokên wê hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê daxwaza perwerdeya bi Kurdî: ‘Bi milyonan zarok ji zimanê dayikê bêpar têne hiştin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê 14 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Osmaniyeyê 4 mêr jinekî ducanî qetil kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Konferansa Jinan a KESK’ê: ‘Pêwîst e jin bibin kirdeyên avaker’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Muxafizên Şoreşê yên Îranê jineke Kurd revandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Mexmûrê banga xurtkirina yekîtiya jinan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma JÎNA’yê banga domandin û xurtkirina têkoşînê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Malbatên Dadxwaz û Rêxistinên Jinên Rojhilat serdana gorên şehîdan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Zimanê me hebûna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Kordu: Divê komîsyona lêkolîna a mafên mirovan rewşa Kaytan li cihê wê lêkolîn bike
Rojane

Kordu: Divê komîsyona lêkolîna a mafên mirovan rewşa Kaytan li cihê wê lêkolîn bike

Parlamentera DEM Partiyê ya Dêrsimê Ayten Kordû, bal kişand ser pirsgirêkên tenduristiyê yên Hayatî Denîz Kaytan ê ku li Girtîgeha Tîpa F ya Boluyê tê ragirtin, û xwest ku rewşa Kaytan di zûtirîn demê de were lêkolînkirin û ji bo tedawiyê were berdan.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Mijdar 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) ya Dêrsimê Ayten Kordû, serî li Serokatiya Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsê da û xwest ku rewşa Hayatî Denîz Kaytan ê li Girtîgeha Tîpa F ya Boluyê tê ragirtin di zûtirîn demê de were lêkolînkirin û ji bo tedawiyê were berdan.

‘DERFETÊN TENDURISTIYÊ YÊN LI BOLUYÊ JI BO VÊ TEDAWİYÊ KÊRHATÎ NÎN IN’

Ayten Kordû diyar kir ku Hayatî Denîz Kaytan girtiyekî nexweş e ku ji sedî 60 astengdar e, piştî tûmora mêjî bi nexweşiya epîlepsiyê dijî, du kîst di mêjiyê wî de hene û gelek pirsgirêkên wî yên giran ên tenduristiyê hene û wiha got:

“Di sala 2009’an de li Enqereyê emeliyata tûmora mêjî derbas kiriye, tevna tûmorê ya piştî emeliyatê mayî bi radyoterapiyê hatiye ziwa kirin, lê di pêvajoyê de nexweşiya epîlepsiyê pêş ketiye. Di krîza xwe ya epîleptîk a dawî de stûyê wî bi giranî birîndar bûye, di vekolînên hatine kirin de hat tespîtkirin ku di movikên stûyê wî de fitiq heye. Her wiha hat diyarkirin ku di bin guhê rastê û paş çeneyê de tûmor di nav xwîsyê de heye û divê eger ev tûmor mezin bibe, were emeliyatkirin. Pêwîst e di bin kontrola rêkûpêk de be û bi periyodîk li nexweşxaneyê were şopandin.

Kaytan, di heman demê de ji ber nexweşiya ortopedîk a lingê çepê, demeke dirêj e êşên giran dikişîne û daxwaza tedawiya bi şaneya kokê an jî veguhastina tevnê dike. Tevî ku ji Çileya 2024’an ve raporeke desteya tenduristiyê wergirtiye û serlêdanên cuda yên sewqkirinê kiriye, lê daxwazên wî yên sewqkirinê her tim hatine redkirin. Şert û mercên tenduristiyê yên heyî yên li Boluyê ji bo pêkanîna vê tedawiyê ne guncaw in.

Ev rewş ne tenê kêmasiyeke îdarî ye, di heman demê de binpêkirineke giran a mafê jiyanê û rûmeta mirov e. Li gorî xala 3. ya Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ‘kes nikare rastî îşkence, kiryareke nemirovane ye. Her wiha xala 17. ya Destûra Bingehîn a Komara Tirkiyeyê, mafê jiyanê û parastina hebûna madî û manewî misoger dike. Li ser dewletê erk e ku jiyana her kesê/a ku di girtîgehan de tê ragirtin biparêze û gihandina wî/ê ya xizmetên tenduristiyê pêk bîne.”

‘HEM JI ALIYÊ HIQÛQÎ VE HEM JÎ JI ALIYÊ WIJDANÎ VE REWŞEKE NAYÊ QEBÛLKIRIN E’

Kordû destnîşan kir ku rewşa tenduristî ya Hayatî Denîz Kaytan ji bo berdewamkirina jiyana wî di şert û mercên girtîgehê de ne guncaw e û got, “Eger destwerdanên tibî yên pêwîst neyên kirin, rîska pêşketina nexweşiyên wî û encamên bêveger hene. Di van şert û mercan de hebûna wî di girtîgehê de hem ji aliyê hiqûqî ve hem jî ji aliyê wijdanî ve rewşeke nayê qebûlkirin e.”

DAXWAZA BERDANA WÎ KIR

Ayten Kordû bal kişand ser wê yekê ku divê mafê jiyanê yê Hayatî Denîz Kaytan were parastin, rewşa tenduristiya wî di zûtirîn demê de ji aliyê desteyên tenduristiyê yên serbixwe ve were lêkolînkirin, sewqkirina wî ya nexweşxaneyeke tam-pêşkêşî ku dikare tedawiya wî ya tibî ya guncaw bike, demildest were dabînkirin û wekî girtiyekî nexweş were berdan.

Kordû anî ziman ku ji bo rewşa Hayatî Denîz Kaytan, girîng e ku Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê (TBMM) li cihê xwe lêkolîn bike û tedbîrên pêwîst bi lez bigire û got, “Girtiyê nexweş Hayatî Denîz Kaytan daxwaz dike ku ji bo tedawiya wî were sewqkirin ji Saziya Înfaza Cezayê ya Qirxlar a li parêzgeha Îzmîrê ku navendên tenduristiyê yên neqla hucreya kokê lê zêde ne. Di vê wateyê de, saziyên înfaza cezayê yên alternatîf jî di bin agahiya Rêveberiya Giştî ya Girtîgehan de ne.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Komên çekdar êrîşî herêma Dîmas a Şamê kirin
Nûçeya Pişt re ‘Bi civaka demokratîk re em hişmendiya jiyaneke bê tundî ji xwe re dikin esas’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Şirnexê 7 herêm hatin qedexekirin

Walîtiya Şirnexê di serî de çiyayên Besta, Cûdî û Gabarê li 7 herêman ketin û…

Ji aliyê Stêrk TV

Civîna bi rojeva ‘Komîsyon’ bi dawî bû

Civîna Serokê Meclîsê Numan Kurtuluş û partiyên siyasî ya bi rojeva “Komîsyon” bi dawî bû.…

Ji aliyê Stêrk TV

Hevdîtina Heyeta Îmraliyê û Devlet Bahçelî destpê kir

Hevdîtina navbera Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî destpê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Xelkê Dêrazorê bertek nîşanî girtina rêveberiyên perwerdehiyê da

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi parêzgarê Helebê re civiyan

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Jinan li Stenbolê ji bo Jîna Emînî çalakî li dar xistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li sê bajaran bang: Girtiyên nexweş serbest berdin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?