Endama Partiya Azadiya Jinên Kurdistan (PAJK) Viyan Leyla beşdarî bernameya Xwebûn a di Jin TV de bi pêşkêşvaniya Arjîn Baysal tê weşandin, bû û qala hevberdana bêdawî û teoriya qûtbûnê kir.
Viyan Leyla diyar kir ku sîstema desthilatdariya mêr, jinê yan weke taklîdê mêr yan jî vîtrînê wî derdixe pêş û destnîşan kir ku feraseta desthilatdariyê jinan ji cewherê wan qût dike.
Nirxandinên Endama PAJK’ê Viyan Leyla bi vî rengî ne:
Hevberdana bê dawî û teoriya qûtbûnê kengî û di kîjan şert û mercan de kete rojeva Tevgera Azadiyê?
Têgiha teoriya qûtbûnê di sala 1998’an de ket rojeva Tevgera Jina Azad. Ev şert û mercên wê demê di aliyê rêxistinbûna jinê de jîn pîvan bilindkirin, xwe rêxistinkirin û li gorî vê yekê bîrdoziyeke avakirin dixwest. Çima? Ji ber ku beriya wê hin bûyer hatibûn jiyîn. Bi şehadeta heval Bêrîtan re artêşbûna jinê ket rojeva tevgera me. Heman demê bi şehadeta Heval Zîlan re teoriya qûtbûnê ket rojeva me. Piştre pîvanê Bîrdoziya Rizgariya Jin ji aliyê Rêber APO ve hat diyarkirin. Lewma, Rêber APO di aliyê qûtbûnê de H. Zîlan wekî mînak nîşan da. H. Zîlan tevî ku nû beşdarî Tevgera Azadiyê bûbû, jiyaneke wê cuda hebû, zewacaweke klasîk hebû. Di pergalê de kar dikir. Di demeke kurt de Tevgera Azadiyê nas kir û ji vana hemûyan qût bû û piştî beşdar bû şûn de jî derketineke pir mezin kir. Tevî ku ew yek sal bû beşdar bûbû, komploya li ser Serokatî, di şexsê Serokatî de li ser Tevgera Jin, li ser Tevgera Azadiyê dihat meşandin dît û xwest bi çalakiyeke fedaî bibe bersiv. Weke şopdarê wê Sema Yûce derket. Dû re kesekî ku dixwaze jinan girêdayî xwe bike, di navenda xwe de jinan rêxistin bike. Îrade û serxwebûna jinan nas nake û li gorî meşa azadiya jinê sekn raber nake derket. H. Sema Yûce li dijî wî derket. Rêber APO got ji çi qûtbûyîn? Ji tevahî pergala desthilatdar a mêr qûtbûyîn. Notên hevdîtinê re têgiha hevberdana bêdawî ket rojeva me.
Di 2009’an de Serokatî vê tegihê xist rojeva me. Serokatî şaristaniya mêrsalarî ya 5 hezar salî yê ku taybet li ser jinê desthilatdarî dimeşînin weke pergala tecawizê pênase kir. Got divê hûn despêkê ji desthilatdariya mêr berdaneke bêdawî bikin. Bi vî şeklî ket rojeva me. Li gorî vê yekê nîqaşên wekî ’em ê ji vê pergalê bi çi şêwazî qût bibin, berdaneke bêdawî wê çawa pêş bikeve?’ hatin meşandin. Serokatî dema van nîqaşan xist rojeva me, bi taybetî berdana bêdawî; gelek fîlozof û lêkolîner li ser mijara berdanê xebat dimeşandin. Bi taybetî li Fransayê kesekî li ser pêkanînên desteserkirinên mêr li ser jinê lêkolîn dikir. Wî digot evîna bêdawî. Serokatî wekî alternatîf got ‘di van şert û mercan de evîn naye mjiyîn. Ji ber ku pergal pergala tecawizê ye. Ji bo vê yekê evîna heyî di bin şert û mercên tecawizê de nabe evînekî rast. Ger jin dixwaze xwe ji van pêkanînên mêr ên desthilatdar rizgar bike; ne evîna bê dawî divê berdana bê dawî çêbibe.’ Wê ji çi çêbibe? Ji pergala desthilatdariya mêr a pênc hezar salî xwe dide jiyîn berdan.
Yanî tenê ji hêla fizîkî ve behsa berdanê nedikir?
Na. Xwe ji her alî ve ji pergalê qûtkirin. Serokatî wê bêdawîbûnê wekî heta heta pênase nekir. Serokatî got çima ez dibêjim bêdawî. Bêdawîbûnê bi pênc hezar salî ve sînordar kir. Ew pergala 5 hezar sal a di pêşengiya mêrê fêlbaz û bi hêz ve li ser jinê ferzkirin ve sînordar kir. Ev pergal ne tenê fizîkî ye. Ferasetek ava dike, dixwaze çand, modernîteyek ava bike. Saziyên ku pergal pêş dixîne heye. Ji van hemûyan berdan pêwîst e.
Dema Rêber APO van têgihan û teoriya qûtbûnê danî holê; heta wê demê di nav Tevgera Azadiyê de rewşeke çawa dihat jiyîn?
Rêxistinbûyîna jin hebû jixwe. Girêdayî wê artêşbûna jinê hebû. Ev hemû li ser pêkhateya Tevgera Azadî jî, li ser gelê kurd jî kir. Lê hê jî ji hêza jinê tam bawernekirin hebû. Jin dikare çi ser bixîne, dikare şer bike, dikare çek hilgire, dikare li hemberî mêrsalarî bisekine, tena xwe dikare xwe rêxistin bike, şer bike, pêdîviyên xwe pêşwazî bike, bê mêr dikare bijî? Di van mijaran de guman hebûn. Jin bi giştî xweser be û qûtbûneke fîzîkî jî çêbike wê gelo karibe jiyana xwe dewam bike. Lê H. Zîlan van nîqaşan bi çalakiya xwe qedand. Hêza jinê tevahiya cîhanê da. Jineke xwe nas kiriye, xwe rêxistin kiriye, xwe ji pergala mêr qût kiriye û encameke çawa derxistiye. Kes ne li bendê bû ku jinek bi tena serê xwe ji malê derkeve. H. Zîlan ji malê derket, dev ji mêr û malbatê berda, derket serê çiya, li çiya şer kir, hebûna nasnameya jinê, hişmendî û zanista jinê derxist zanabûnê, bi felsefeya Rêber APO ya azadiya jinê ve xwe heland, di rastiya jin û civaka Kurd de bû yek, bû bombe û di dil û jiyana pergala mêrsalarî de teqîya. Jina ku xwedî hêz e dikare çi bike, H. Zîlan bû sembola wê. Lewma H. Zîlan wekî sembola ku li dijî jinê nêzîkatiyên çewt, nêzîkatiyên ku tenê aliyê fîzîkî, cînsî digre dest, nêzîkatiyên ku bêbawer in, jinê bê hêz digre narîn dibîne derdikeve bû. Di nav Tevgera Azadiyê de û di nav civakê de derketina H. Zîlan û H. Sema Yûce mûdaxeleyên şaş ên li ser jinê bûn. Di roja me îro de artêşbûn, partîbûna jinê cuda heye, konfederalîzma xwe pêş dixîne, hevpeymana wê ya civakî heye. Ev bi encamên teoriya qûtbûnê re pêş ketin. Jin çiqasî xwe ji feraset û pergala mêr qût kir; ewqasî pêş ket. Niha jina Kurd bû îlhama tevahî jinên ku têdikoşin. Ji asteke kole, bêbawerî, klasîk derket ber bi azadiyê ve dimeşe.
We got berdana bêdawî tenê fîzîkî nabe. Rehendên vê yên aborî, fikrî, çandî wê çawa bibe?
Modela me ya şênber pergala KJK’ê ye. Di her alî de rehendên wê hene. Weke rehendên konfederalîzma demokratîk pênase dikin. Lê divê ev qûtbûn merhale merhale pêş bikeve. Divê em xwe wekî fizîkî ji sazîbûnê mêr qût bikin. Li cihekî ku rengê mêr hebe, bandora mêr hebe, mêr serwer be, li wê derê jin nikare xwe azad îfade bike. Nikare îradeya xwe raber bike. Lewma eger dixwaze bibe ya xwe dibe di serî de xwe ji kesên ku dixwazin bibin xwediyê jinan xwe qût bike. Kî dixwaze bibe xwediyê jinê? Bav dixwaze, hezkirî dixwaze, bira dixwaze, dewlet dixwaze. Ger ji hêla fîzîkî ve xwe qût neke tehdîta kuştin, desteserkirin, êrîş wê her hebe. Piştî xwe ji vana qût kir divê di aliyê zîhnî de jî qût bike. Tenê fizîkî xwe qûtkirin têr nake. Divê em xwe ji vê zîhniyeta mêr xilas bikin. Bibin ya xwe. Em ne aîdî xwe ne. Fikir û hestên me hatine dizîn. Jin di roja me îro de bi çi şêwazî hebûna xwe diyar dikin? Taqlîdê mêr dike, dikevin nav artêşê wekî mêr li wan tê. Di siyasetê de jî; pergala kapîtalîst di bin navê azadiya jinê de pêşiya jinan vekir. Jin êdî dibin parlamenter, serokvezîr jî. Lê em binêrin yek Tansû Çîller du Angela Merkel. Çiqas jin in ev mijara nîqaşê ye. Di şekil de jin in lê naverok feraseta zilam e. Nirxandinekî desthilatdariyê yê Bakûnîn heye. Dibêje, “hûn mirovên herî baş jî li ser kûrsiya desthilatdar bidin rûnişkandin, wê di 24 saetan de bibe despot.” Rêber APO jî dibêje, “ger ev mirov jin be li ser kûrsiya desthilatdarê bidin rûniştandin ew ê rewşê ji despot xirabtir bike”. Desthilatdar tiştekî wisa ye. Di merhaleyên girîng de jinan bi cih dikin. Wekî vîtrîn hindek jinan derdixin pêş. Yanî jin yan taqlîda mêr e, yan vîtrîna mêr e. Modela din a ji jinê re hildibijêrin jî siya mêr bûyîn e. Siya mêr çi ye? Mêrên serkeftî, zana, pispor, zanist hene. Li pişt wan jî mêrekî sakîn, bêdeng heye. Mîna çenteyekî jina xwe jî dixin milê xwe. Modelekî jina mêr heye. Tu yê ji bo mêrê xwe zarokan mezin bikî, mîna sûsekî her tim li kêleka wî bisekinî. Kesên dîktator jî wekî sûsekî li kêleka xwe jinek girtiye da ku nîşan bide çiqasî desthilatdariya xwe baş bimeşîne ewqasî baş jî dikare li ser civakê bimeşîne. Ev feraseta desthilatdarî jinan ji eslê xwe derdixîne. Yan dibe sîber, yan dibe taqlîd. Jin hişmendiya zayend winda kiriye. Jin bûyîn çi ye, hişmendiya jin çi ye ev hemû hatine ji bîrkirin. Wekî ku pêvajoyeke girêdayî jinê qet nehatiye jiyîn, wekî ku civakeke exlaqî û polîtîk a bidestê jinê hatiye avikirin qet çênebûye, feraseta dayiksalarî qet pêş neketiye. Em çima mehkûmî vê ferasetê dibin? Çima li gorî vê ferasetê şekil digrin? Ev feraset ji me re çi başî aniye? Derveyî kuştin, tacîz, tecawiz, asîmîlasyon, helandin me çi başiya mêr dîtiye? Kesê ji xwe re dibêje herî demokrat jî dema tê gel jinê tecawizkarê herî mezin jê derdikeve. Karakterê têkiliya mêrsalarî bi vî şêwazî ye. Tu nikare wekî jineke azad bijî. Gotinên li ser te werin kirin jî amade ne. Tu yê wekî fahîşe, bênamûs, jirêderketî were binavkirin û encam jî kuştin e. Tu li cihê xwe nesekinî tu yê werî girtin. Tu li zindanê nesekinî tu yê bê rizandin. Tu bixwaze derkevî derveyî vê pergalê ji bo te dorpêç bikin, te di nav qafesê de bigrin her cure kiryarên xwe dikin. Ev ferasert ji me re hindek pîvanan daniye. Tu yê keçeke baş be, pora te xuya neke, serê te tewandî be, bi dengê bilind nekene, tu yê bi xortan re çawa, bi keçan re çawa hevaltî bikî, ji bo namûsa malê xira nekî tu yê çawa bijî van hemûyan fêrî me dikin. Piştre ji bo navê te, bedena te qirêj nebe tu yê parêzvanekî mêr bibînî. Ev mêr divê li te xwedî derkeve. Ji bo tu vî mêrî bibînî û qaşo jiyana xwe xilas bikî divê tu xwe çêbikî, bixemilînî.
Malbat û saziya zewacê roleke çawa dilîzin?
Malbat hîn di temenê biçûk de zaroka keç ji bo malbateke nû amade dike. Bê malbat û bê mêr ji jinê re qadekî jiyanê naye dîtin. Di roja me îro de hidek dixwazin bi polîtîkayên lîberal bi hin tiştan bilîzin, nerm bikin. Li ser navê azadiya cinsî hindek tiştan pêş bixin, di hêla exlaqî de êrîşî civakê dikin. Ew jî xirabiyeke cudatir e. Saziya malbatê di rûnişkandina feraseta mêrsalariya desthilatdar de mîna prototîp e, yekem e. Ji ber ku tu perwerdeya xwe ya yekemîn, terbiyeya xwe ya yekemîn ji malbatê digre. Qûral û qaîdeyên ku ji hêla bav û bira de tên danîn nayên îhlalkirin. Çawa dema yên dewletê tên îhlalkirin, bi xaz, cop, lêdan, girtin re êîrş dikin. Dema yên bav û bira jî tên îhlalkirin dîsa lêdan, girtin heman şêwe ye. Hindek jin ji bo ji vê zextê xilas bibin berê xwe didin zêwacê. Zêwac jî çêkirineke malbatê ye. Em binêrin hîn 3 meh 4 meh zewicî ne, dixwazin mêr berdin. Ji ber ku rastiya mêr nas kirine. Dawiyan wan çi ne? Tên kuştin. Jinên tên kuştin temaşe bikin, kesên dixwazin hevjinê xwe berdin in. Dewlet jî ji bo zewacê teşwîq dike. Ji bo ku eger zewac pêş bikeve ew ê ji bo dewletan nifûs zêde bibe. Polîtîkayên taybet dimeşîne. Bila kes nebêje têkiliyê min têkiliyeke azad e. Tu kes bila xwe nexapîne. Jin di bin serweriya mêr de mehkûmî jiyanê tê kirin. Mêr desthilatdariya xwe serweriya xwe li malê li ser jinê îspat dike. Ê ev tecawiz e. Li gel zewacê kesên ku li gorî azadiya sexte hindek peyven pêş dixînin hene. Ev peyvên ku herî zêde di têkiliya jin û mêr de li ser azadiya cînseltî pênase dikin û bi vî şêwazî dixwazin bixin rojeva jinan. Jin kîjan mêrî bixwaze û çiqas têkilî deyne azad e. Ev jî tecawiz e. Çi ferqa wî ji zewacê heye. Ha te bi dewletê re qaxizek îmza kiriye, ha te îmza nekir. Dema kaxiz nîne gelo feraseta mêr cuda ye? Çiqas jin ji hêla qaşo hezkiriyên xwe ve hatine kuştin? Ev derew û berevajikîrînên modernîteya kapîtalîst in. Divê em xwe ji malbat, kargeh, medya, saziya zewacê, akademî, eskertî, dibistanên dewlet xwe xilas bikin.
Feraset guhertin helbet zehmet e. Lê piştî ku Rêber APO vê têgihê danî holê şûn de we di nav Tevgera Azadiyê de wekî têkoşîn û rêxistinbûnê çawa jiyanî kir?
Di aliyê fizîkî de qadên xwe cuda kirin wekî rêbaz hat şixûlandin. Serokatî jî di noteke hevdîtinê de dipirse dibêje “gelo çiyayên wan ên cuda hene?” Piştî hevdîtina Serokatî me nîqaş kir, çiyayên me yên cuda hene. Dibe ku wekî proje di asta wê zanistê de tam rêxistinkirî nînin lê wekî mekanî me fizîkî vî tiştî kir. Ew fizîkî destpêkirin bixwe di jin de bawerî ava kir. Heta wê demê digorin jin lewaz e, ji aliyê fiîzkî ve zeyîf, narîn e. Nikare tena serê xwe pêdiviyên jiyanê pêşwazî bike û hwd. Lê niha em dev ji tiştên jiyanî jî berdin di destê jinê de çek li hemberî dagirkeran şer dike. Ji vê wêdetir heye gelo? Tilîliyê jinê niha van desthilatdaran ditirsîne. Akademiyên jinan çêbûn. Kesayetên xwe girtin dest, pergala mêrsalarî girtin dest, hişmendiyên nû nîqaş kirin. Ji bo xwebûnê van nîqaşan meşandin. Perwerdeyên xweser dibînin û di pêkhateya mêr de jî perwerde dan destpêkirin. Yanî li gel têkoşîna qûtbûnê ji bo mêr jî biguhere xebat dan destpêkirin. Di civakê de jî wiha ye. Guhertina mêr di civakê de hedef dikin û jiyanî jî dibe. Li tevahî Kurdistanê jin xwe xweser rêxistin dikin, ji ber ku hêza xwe dibînin.
Tevgera Azadiyê bû pêşeng. Piştî li Rojava şoreş çêbû bandora qûtbûnê çawa çêdibe?
Şoreşa Rojava ji bo tevahî têkoşînên dij pergalan dikin hêviyek e, balê dikişîne. Yên ku berê xwe didin Rojava destpêkê ji beşdarbûna jinan a şer, civak û şoreşê bandor bûne. Niha pergaleke demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê dimeşe û hemû sazî bi mêzekirineke jineolojî pêş dikeve. Di her qadê de xwerêxistinkirin pêş dikeve.