Yekşem, 26 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Girtî Necdet Koç li gel metirsiya jiyanî jî nayê berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 26’Ê TÎRMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî bertek nîşanî êrîşa nijadperestî ya li Sariyerê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    DYE: Tirkiye şertên girtina F-35’an bicih nehaniye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Dayikên Şemiyê Emîne Ocak hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê lingê wî şkestî nabin nexweşxaneyê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Nobeta Mexmûrê koma nû dewr girt: Em bi hêvî li benda encamên pêvajoyê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîsan pankarta li dijî tiryakê daxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Înîsiyatîfa Gelê Şoreşger banga îstîfayê li Zeynî Îpek kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê nexweş ê ku xwînrijiya ser mejiyê wî dîsa birin girtîgehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Konferansa Pêşeroja Şengalê de banga statuya destûrî hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevpeymaniya Hêzên Rojhilat: Heta bidestxistina mafên gelê Kurd wê têkoşîna me bidome

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ayla Akat: Komîsyoneke jinan a şopandinê ji bo pêvajoyê pêwîst e

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partiyê li dijî bijîşkê ku derbarê ‘sunetkirina jinan’ de parvekirin kiribû nerazîbûn nîşan da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Malbata Gulistan Doku: Divê berpirsyar hesab bidin û edalet pêk bê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclisa Jinan a DBP’ê: Jin kirdeya damezrîner a aştî û civaka demokratîk in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Balîsanê jinek bi gumanbarî mir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di dema desthilatdariya AKP’ê de komkujî û dijberiya li jinan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Qamişloyê Konferansa Sînemaya Rojava destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND’ê Hozan Serhad bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Notên ji pênûsa jinan bû pirtûk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Di dilê çiya de ronahî heye’ ya nivîskar Medya Doz derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Hevra berhema bi navê ‘Pepûle’ jinûve got

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê şahiya gel

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir
PAK: Du fuzeyên balîstîk êrîşî bareha me ya Çemşarê kirin
2 çeteyên DAÎŞ’ê li Kerkûkê hatin girtin
Di nava hefteyekê de 20 kes li Îranê hatin darvekirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 9 kesan canê xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Sîstema ku gotin, raye û biryar di destê civakê de ye: Demokrasiya Muzakereyi
Rojane

Sîstema ku gotin, raye û biryar di destê civakê de ye: Demokrasiya Muzakereyi

Têgeha Demokrasiya Muzakereyî ya ku Rêber Apo di serdema nû de wekî çareseriya rojevî pêşkêş kir, di rastiyê de rêya ku xwe berdide bingeha pirsgirêkên ku li cîhanî têne jiyîn û ber bi têgihîştina sosyalîzmê ya Tevgera Azadiya Kurd ve diçe ye.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Cotmeh 2025 Dema xwendinê: 16 dq.
Parvekirin

Piştî banga dîrokî ya 27’ê Sibatê ya Rêber Apo bal kişand ser serdema nû ku paradîgmayek nû hewce dike û diyar kir ku Tevgera Azadiya Kurd divê êdî di çarçoveya vê paradîgmaya serdema nû de xwe birêxistin bike.

Piştî manîfestoya serdema nû ya bi navê ‘Paradîgmaya Aştî û Çareseriya Demokratîk’ a ku Rêber Apo di peyama ji bo meşa ku ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA) ve ji Amed heta Enqereyê hate lidarxistin şandibû de xeta serdema nû wekî “Demokrasiya Muzakereyî” pênase kir.

Her çiqas têgeha Demokrasiya Muzakereyî wekî yek ji bingehên serdema nû û pêvajoya têkoşîna nû hatibe bicihkirin jî, Rêber Apo diyar kir ku berevajî nîqaşan, bi rêya Demokrasiya Muzakereyî dikarin xwe bigihînin sosyalîzmê.

Piştî daxuyaniya Rêber Apo, bi taybetî di nav derdorên sosyalîst de nîqaşeke nû dest pê kir. Hinek kes têgeha Demokrasiya Muzakereyî wekî veguherînek ber bi lîberalîzmê ve şîrove kirin, hinên din jî îdîa kirin ku ev pênase sosyalîzmê red dike û qutbûna ji demokrasiya radîkal temsîl dike. Lê bêyî ku bi têra xwe li ser bingeh û pêşveçûna pênaseyê nîqaş bikin, ev rexne veguherîn êrîşên li ser têgihîştina Tevgera Azadiya Kurd a sosyalîzmê.

Rêber Apo çima têgeha demokrasiya muzakereyî bi kar anî?

Gelo bi rastî jî bi vê pênaseyê re ji sosyalîzmê qutbûnek heye?

Têgihîştina Tevgera Azadiya Kurd a li ser sosyalîzmê çi ye?

Demokrasiya muzakereyî di kudera vê têgihiştînê de cih digire?

TÊGEHA DEMOKRASIYA MUZAKEREYÎ KENGÎ DERKET HOLÊ?

Têgeha Demokrasiya Muzakereyî cara yekem ji hêla Joseph M. Bessette ve hatiye bikaranîn, lê pênaseya wê ya niha ji hêla Jurgen Habermas ve hatiye pêşxistin. Di serdema xwe de li dijî têgeha “demokrasiya lîberal” ji bo çareserkirina pirsgirêkên demokrasiya radîkal derktiye holê.

Demokrasiya Muzakereyî bi gotineke din demokrasiya diyalogê û têgeheke ku bi rêya modela konfederasyonê ji bo rêxistina pêvajoyên biryardanê tê bikaranîn.

Li welatên ku bi sîstema konfederal têne birêvebirin, demokrasiya Muzakereyî têgehek demokrasiyê ya li ser temsîliyeta rasterast jî pênase dike û beşdariya gel di nîqaşkirin û çareserkirina pirsgirêkên hemû platforman armanc dike. Ev sîstem nêzîkatiyek zelal – ku her tişt bi awayekî vekirî tê nîqaşkirin- esas digire.

Di vê pergalê de, redkirina pergala ku aliyek ji bo berjewendiya xwe hin agahiyan vedişêre yan jî hewl dide veşêre bi xwe re tîne. Her wiha di vê pergalê de tenê wekhevî û zelaliya di navbera aliyan de têrê nake; divê her alî bi awayekî azad xwe îfade bike, pîvana wekhevî û divê di pêvajoyên gotin, raye û biryardayînê de beşdarbûna hevpar bi xwe re bîne. Divê biryar ne bi piraniya dengan, bi rêya muzakereyan bên dayîn.

RÊGEZÊN DEMOKRASIYA MUZAKEREYÎ

Li gorî nûnerê ekola nifşê duyemîn ê Dibistana Frankfurtê J. Habermas ku afirînerê têgeha Demokrasiya Muzakereyî ye, lihevkirin yek ji bingehên herî girîng ji bo pêkanîna demokrasiyê ye. Li gorî vê, biryarên ku ji pêvajoyên muzakereyê derdikevin divê di dawiya pêvajoya nîqaşê ya ku tehakûm tê de tineye werin girtin û xwedî karekterek rasyonel a ku lihevkirinê misoger bike be.

Li gorî Habermas, nîqaşa demokratîk ji sê qonaxên bingehîn pêk tê:

Lihevkirin: Bi pênaseyeke din, destnîşankirina meylên çandî yên hevpar.

Pevçûn: Divê aliyên dijber bn pêşberî hev û nerînên xwe deynin holê.

Çarçoveya hiqûqî: Pevçûnên ku aliyan tîne dijberî hev, divê di çarçoveya hiqûqî de li jev bikin.

Li gorî Habermas, di muzakereyên demokrasiyê de, têgeha hemwelatiyê, li dijî têgihînên din ên îdeolojîk ne ‘mirovên ku çavgirtî tevdigerin’ e, kesên ku di mijarên wan eleqedar dikin de mafê wan heye ku bi awayekî azad û serbixwe beşdarî muzakereyan bibin.

Habermas tecrûbeyên din ên demokrasiyê red nake yan jî  biçûk nabîne, bi girtina aliyên rast ên ku di wan de têne dîtin, rêyek nû ji xwe re xêz kir.

Habermas Bi taybetî pênaseya qada cemaweriyê guhertiye û pênaseyeke nû pêşxistiye ku hemû beşên civakê di nav de dihewîne. Li gorî vê, ew wê wekî “qada ku kesên taybet li ser mijareke hevpar a ku wan eleqedar dike difikirin, nîqaşeke maqûl dikin û di encama vê nîqaşê de, ramaneke hevpar ava dikin û li ser wê mijarê raya giştî ava dikin” pênase dike.

Habermas di vê çarçoveyê de van rêgezan rêz dike:

– Li qada cemaweriyê, pêdivî bi formeke ku gelek mirov karibin xwe bigihîninê û tecrûbeyên civakî yên cûrbecûr bên parvekirin heye.

-Raman û nerînên cuda di nîqaşeke rasyonel de tên beramberî hev.

-Erka sereke ya qada giştî ew e ku polîtîkayên hikûmetê bi awayekî sîstematîk û rexnegir bişopîne.

Têgihîştina Habermas a qada giştî ji modelên din cuda ye. Sedema herî girîng a vê yekê hebûna qadeke giştî ye ku ji komeleyên dildarî yên derveyî aboriyê pêk tê.

Habermas di qada giştî de cih dide rêxistinên civakî, sendîka, rêxistinên jin û ciwanan, ew cih nade şîrket û partonên ku bingeha kapîtalîzm û demokrasiya lîberal pêk tînin.

CÛDAHIYA NAVBERA DEMOKRASIYA MUZAKEREYÎ Û DEMOKRASIYA LÎBERAL

Di nîqaşên ku piştî ku Rêber Apo têgeha Demokrasiya Muzakereyî bikar anî, destpê kirin de hin derdoran îdia kirin ku di navbera Demokrasiya Muzakereyî û demokrasiya lîberal de girêdan hene û pênaseya Rêber Apo xwe dispêre têgihîştineke lîberal a demokrasiyê. Hewceye ev xal hinekî were ravekirin.

Demokrasiya Muzakereyî ne berdewamiya demokrasiya lîberal an j”î rizgarkerê” wê ye. Têgeha demokrasiya lîberal piştî şoreşa pîşesaziyê û dema ku li seranserê cîhanê daxwazên azadiyê yên çîna karker û gel zêde bûn derket holê û ji bo çîna karker û gelên bindest ji ramana sosyalîzmê dûr bixe û li derdora têgihîştinek îzafî ya azadiyê, patronên netewe dewlet û kapîtalîzmê ku her gav biryaran didin bi gel bide qebûlkirin e.

Bi taybetî piştî sedsala 20’an ku sosyalîzma reel têk çû, lîberalîzm û demokrasiya lîberal bi propagandaya cidî wekî “bê alternatîf” hatin afirandin û krîzên ku ji hêla netewe dewlet û kapîtalîzma ku ew li ser wan ava bûn ve hatine jiyîn hatin asta ku nkarin çareser bikin û efsaneya “bê alternatîf” jî ji holê rabû.

Di vê pêvajoyê de, tevî têkçûna sosyalîzma reel, nîqaşên li ser sîstemeke nû ku dikare alternatîfek ji bo demokrasiya lîberal û sîstema çîn û kastê ya ku wê afirandî ketibû rojevê. Ji ber polîtîkayên şaş ên welat û avaniyan, ew baweriya bi sosyalîstre hêdî hêdî hat asta ku tine bibe, di cîhana îroyîn de têgeha ku ji hêla Besette ve hatî destnîşankirin û jê re “Demokrasiya Muzakereyî” an “Demokrasiya Diyalogê” tê gotin, pênaseya Habermas di roja me de gihîştiye asta tê qebûlkirin.

Di vir de em navberekê bidinê û behsa pirtûka M. Albert, “Aboriya Beşdar – Jiyanên Piştî Kapîtalîzmê” ku Rêber Apo bi taybetî dema ku li Îmraliyê hate girtin, daxwaz kir ku xwendin, bikin. M. Albert vê pirtûkê di serdemeke ku sosyalîzma reel hilweşiya û civakan difikirîn ku hilweşîna kapîtalîzmê çênabe de nivîsand. M. Albert tezên derbarê pêvajoyên derbasbûna sosyalîzmê wê bi rengekî ji kapîtalîzmê cuda, ferd bên xurtkirin û di jiyanê de wê hêza wê hebe, parve kir.

Pirtûka ku Rêber Apo di destpêka salên 2000’an de dixwest were xwendin nîşan dide ku têgeha Demokrasiya Muzakereyî ya ku îro di ramana Rêber Apo de ji nû ve teşe girtiye ji nişkê ve derneketiye holê; berhema xebat û lêhûrbûna demdirêj e.

Em dîsa vegerin ser mijara xwe: Taybetmendiya bingehîn a ku Demokrasiya Muzakereyî ji demokrasiya lîberal cuda dike, nirxa ku ew dide beşdariya gel û hemû beşên civakê ye. Demokrasiya Muzakereyî berhema hevparbûna gel e. Tevî ku hin derdor xelet fêm dikin û wê berevajî dikin jî Demokrasiya Muzakereyî xitmandinên nava demokrasiya radîkal derbas dike û pênaseya ku wê gavek din pêşdetir dibe ye.

Di pênaseya ku Habermas pêşengiya wê dike, gel bi awayekî bibandor beşdarî rêveberiyê dibe. Di Demokrasiya Muzakereyî de -dibe ku di nav federasyon an netewe dewletê de be û her wiha di nava rêxistinek an jî sendîkayekê de be- hemû beşên civakê bêyî astengî beşdarî pêvajoya biryardanê dibin.

Ferd di pêvajoya gotin, raye û biryarê de bêyî ku were bî sînorkirin beşdarî pêvajoyê dibin; ew di rewşa damezrîner, rêveber û beralîkirina pêvajoyê ne. Ev tê vê wateyê ku civakên ku hemû civakê pêk tînin (bêyî ol, nijad an zayendê) beşdarî pêvajoyê dibin.

Ferqa herî bingehîn di navbera demokrasiya lîberal û Demokrasiya Muzakereyî de ew e ku demokrasiya lîberal takekesîtiyê derdixe, lê Demokrasiya Muzakereyî rizgariya civakê derdixe pêş.

Lîberal balê dikşînin ser girîngiya azadiya takekesî û dibêjin ku takekes wekî temsîlê vê azadiyê, divê di dengdayînê de azad be. Di Demokrasiya Muzakereyî de, çareseriya pirsgirêkan ne di qezenckirina piraniya dengan de ye, di havparbûnê de ye.

DEMOKRASIYA MUZAKEREYÎ SÎSTEMA LI DIJÎ SÎSTEMA KASTÊ YE

Ev cudahiya ku em dikarin wê wekî nêrîneke li ser rêxistinbûnê pênase bikin, di rastiyê de nîşan dide kuDemokrasiya Muzakereyî ji bo fêdeya civakan e. Demokrasiya Muzakereyî, berevajî demokrasiya lîberal, rêxistiniya berwarî esas digire. Li vir, kasta “hilbijartî” ya ku ji hêla demokrasiya lîberal ve tê ferzkirin nabe; li şûna wê, pergalek ku gel rasterast beşdar duibe derdikeve holê.

Kasta “hilbijartî” di nav têgihîştina lîberal demokratîk de cih digire, piştî demekê ji xwe re çînek û îmtiyazên cuda çêdike, gelê ku li şûna wê biryarê dide biçûk dibîne, rêxistiniya civakî qebûl nake. Ev nêzîkatî di rastiyê de, ji avahiyek îdeolojîk a ku ji bo dirêjkirina temenê kapîtalîzmê ya ku di krîzê de ye û ji bo pergala çînî hîn bêhtir li ser lingan bimîne hatiye çêkirin pêvtir ne tiştek din e.

Tevî vê têgihîştina demokrasiya lîberal a ku li şûna ferd, takekesiyê derdixe pêş û kesên ji civakî qut û ji bo berjewendiyên xwe dikarin her tiştî bikin diafirîne.

Di têgihîştina demokrasiya lîberal de hilbijartinên ku tevahiya civakêeleqedar dikin, ne ji bo têgihîştina civakê li ser berjewendiyên takekesî şekil digire û li gorî wê nêzîk dibe. Nîşaneya herî girîng a vê yekê ew e ku kesê ku di hilbijartinan de herî zêde dengan werdigire biryarê dide û mafê ku kesên dengê xwe nedane wan ceza bike, di xwe de dibîne. Ji ber ku ew dizanin ku piştî wergirtina dengên zêde, têgehên darizandin an hesabdayînê ji bo wan tineye.

Ev rewş bi giranî rê li ber sîstemeke kastê vedike. Êdî cudahiyek di navbera “hilbijartî”, yên ku piştgiriyê didin wan û yên ku piştgirî nadin wan de derdikeve holê. Hilbijartî têgeha “demokrasiya lîberal” ji bo ewlehî û berjewendiyên xwe bi kar tîne û dibe xwediyê rayeya ku her tiştî bike.

Di têgihîna demokrasiya lîberal a ku veguheriye sîstemek ku li ser hilbijartinê disekine, partiyên siyasî ji bo serketina hilbijartinan bi mantiqa perwerdekirina ‘kadroyên pispor’ re hêzê di destê hin kesan de hiştine, bi vî awayî rê li ber beşdariya bi bandor a gel digirin.

Li gel vê, pirsgirêkek din ku ji ber nêzîkatiya demokrasiya lîberal derket holê, bi armanca ku netewe dewlet werin parastin û li ser lingan bimînin modela yektîp mirov li ser civskê ferz dike. Di vê hawîrdora ku takekesîtî zêde tê pêşxistin û civakîbûn wekî xerabî tê nîşandan de cihê têgehên wekî azadiya rêxistinbûnê yan azadiya derbirîne tineye; li şûna wê, çend vebijarkan datîne pêşiya civakê û di nava van vebijarkan de hilbijartina çend ji wan ferz dikin.

Gava piştî vê hewldana ji bo yektîpkirinê jixwe faşîzm e. Di bingeha demokrasiya lîberal de têgihîştineke din ku rê li ber faşîzmê vedike, tineye.

Demokrasiya Muzakereyî tam di vir de, di hawîrdoreke ku ev krîz kûrtir dibû de derket holê. Di serdemeke ku pratîkên sosyalîzma rastîn têk diçûn û demokrasiya lîberal û kapîtalîzma netewe dewletê ku wê bingeha wê ava kiriye xwe têkneçûyî dihesiband de, Demokrasiya Muzakereyî li hemberî demokrasiya lîberal û nêzkatiya wê ya li hemberî gelan, weke seknekê derket holê.

Pênaseya ku Rêber Apo îro bi kar tîne ji bo krîza netewe dewlete û kapîtalîzmê alternatîfek e û weke qonaxa navîn a ji bo derbasbûna sosyalîzmê girîng e.

Têgeha Demokrasiya Muzakereyî modelek rêxistinî ya berwarî ye. Berevajî çîna “bijartî” ya ku ji hêla demokrasiya lîberal û kapîtalîzma netewe dewletê ve hatî afirandin û pergala kastê ya ku ev çîn diafirînin, ew qet hêza biryardan û qanûndanînê nade civakê.

Li şûna wê ew modelek rêxistinî ya berwarî pêşkêş dike ku dihêle hemû beşên civakê bêyî ku were sînorkirin beşdar bibin. Sedema vê ya herî girîng  ew e ku pêvajoyên ku hemû beşên civakê beşdar dibin şefaf bin û xurtkirina demokrasiyê te.

Di modela rêxistinî ya berwarî de, hemû beşên civakê di her astê de cihê xwe digirin, her dem xwedî gotine û hewl tê dayîn ku hemû nerazîbûn bi rêya lihevkirinê werin çareserkirin. Ger ev yek biqewime, pergala kastê ya ku di sosyalîzma reel û demokrasiya lîberal wê ji holê rabin; heke em sosyalîzmê bi dirûşmeyekê rave bikin, “Wê gotin, raye û biryar ên hemû civakê be.”

WÊ BIDOME..

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Prof. McLaren: Tecrîta li ser Ocalan hêza girtîbûna xeyalê ya kolektîf diteyîsîne
Nûçeya Pişt re Salvegera 33’yan a artêşbûyîna jin li qadên gerîla hat pîrozkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Bakirhan: Desthilatdarî hewldanên diyalogê sabote dike

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan anî ziman ku desthilatdariya AKP'ê bi êrîşên dagirkeriyê,…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Çînê di êrîşa dibistanê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li Çînê kesekî li dibistana xwe ya kevn êrîşa bi kêrê pêk anî. Di êrîşê…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 16’Ê ÎLONA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Girtî Necdet Koç li gel metirsiya jiyanî jî nayê berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 26’Ê TÎRMEHA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partî bertek nîşanî êrîşa nijadperestî ya li Sariyerê da

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DYE: Tirkiye şertên girtina F-35’an bicih nehaniye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?