Tevgera Azadiyê ev meheke, dest bi eşkerekirina kesên ku di şerê 10- 15 salên dawî de jiyana xwe ji dest dane, kiriye. Bi eşkerekirina şehadetan re li gelek bajarên Tirkiye û Kurdistanê gelek taziye û bîranîn hatin lidarxistin.
Hewl hat dayîn ku taziye û bîranînên girseyî, bi taybet ji aliyê kesên dijberê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ve were krîmînalîze kirin. Di vî mijarê de daxuyanî hatin dayîn.
Endama Înîsiyatîfa Rêzgirtina li Miriyan û Edaletê Derya Aydin, mafê taziyeyê ya di pêvajoyên çareseriyê de û mînakên wê yên di cîhanê de ji ajansa me re nirxand.
Ez destpêkê vê bipirsim; mafê taziyeyê çi ye û tê çi wateyê?
Dema ku derket holê ku ji goristana Garzanê ya li Bedlîsê cenazeyên endamên PKK’ê ji bo Stenbolê hatine şandin, binpêkirin û heqaretên hem li hemberî vê bûyerê hem jî li hemberê cenazeyên polîtîk, piranî di çarçoveta qanûnî de dihat destgirtin. Sala 2018’an bû, min fikirî ku tundiya ku li hemberî bedena mirî ya polîtîk nabe ku bikeve çarçoveya hiqûqê û divê ev wekî mijarekî polîtîk û etîk were destgirtin. Ji ber vê yekê, ez di wê baweriyê de me ku ji bo taziye, şîn, bîranîn; ango awayên pêşwazîkirin û oxirkirina cenazeyan, rêbazên veguhestina cenazeyan bi awayekî herî guncaw, peyva ‘maf’ were bikaranîn.
Ji dîrokê heta îro, şandina mirî ji bo cîhana din, ji bo dem û rîtuelan ve,, tevlîhev û cihêreng e. Nimûne; hûn dikarin bi nêzîkatiyeke pozîtîvîst mirina biyolojîk wekî dawiyekî bibînin û ‘mafê’ li ser vê bingehê ava bikin, lê dibe ku ev ji bo kesên din wiha nebe. Dibe ku ew bêjin, ‘yê ku diçe laş e’ û bi miriyên xwe jiyan bikin. Her wiha, ne pêwîste ku ev nêzîkatî bibe teolojîk, dibe ku çandî yan jî siyasî jî be. Antropolojî du sedsal in, vê yekê bi awayekî berbiçav dîtbar kir. Ez di wê baweriyê de me ku têgihiştina mirina polîtîk a ji ber şerên li Kurdistanê, vê yekê di nava xwe de dihewîne; ji ber vê ez vê xalê pir girîng dibînim. Bêguman, ez nabêjim ku em ‘mafê’ nîqaş nekin, lê ez qala zehmetiya nirxandina ‘mafê’ bêyî ku mirina biyolojîk û sembolîk ku di çarçoveyên polîtîk-etîk de teşe digre were paştguhkirin, dikim.
Qanûnên parastina rûmeta mirî û kesên li pey xwe hiştine, hene. Ev verastkirinên ku bi rengê pêvajoyên pevçûnê jî di nava xwe de bihewîne, hatine amadekirin. Wekî nimûne; Peymana Lahey û Cenevreyê verastkirinên bingehîn ên wekî lêgerîn û dîtina cenazeyên alîyên şer, parastina cenazeyên wan, tomarkirina hemû agahiyên derbarê miriyan û tiştên wan ên madî û manewî û radestkirina wan ji bo zimên wan, veşartina miriyan li gorî rûmeta mirovahiyê, ger pêkan be veşartina wan a li gorî olên wan, nîşankirin û parastina goran e. Projeya gelek ji van qanûnan, di mewzûata hundir de heye û ji ber ku Tirkiye jî aligirê wî ye, ji pêkanîna wan berpirsyar e.
‘DIXWAZIN KURDAN DI SÎNORÊ TIRSÊ DE BIGRIN’
Baş e, çima ev qas qanûn rûmeta miriyan naparêze. Ji ber ku li gorî min mijar ne tenê ‘maf’ e. Raste ku wate û rîtuelên li ser bingeha têgihiştina civakê, ji aliyê bawerî û hiqûqê ve bi esasgirtina ji aliyên diyar kategorizasyona ‘sûc’ û ‘ceza’ ji nû ve tê şîrovekirin. Pirsgirêk ne ew e ku tundiya li dijî cenazeyan vê sînorê derbas dike yan ne, kokên wê yên kûrtir hene. Di civaka kevneşopî ya Kurd de, mînak di civaka Êzidî de, şîn pêvajoyeke hêjîner e. Jin pora xwe dibirin ku ev çalakî ji derveyî herikîna asayî ya jiyanê ye. Gelo, di zemînekî ku Êzidîtî tê înkarkirin de, hûn dikarin şîna wan di çarçoveya kijan ‘mafê’ de bigrin dest? Bêyî fêmkirina nêzîkatiya qedîm, exlaqî û polîtîk ya Kurdan a ‘cenaze li erdê nayê hiştin’, mirov nikare israra xwedîderketina Kurdan a ji bo şînên polîtîk fêm bike. Dema ku ez li pêkanînên derbatê şînên polîtîk ên Kurdan dinêrim, ne tenê binpêkirina mafê taziyeyê, di heman demê de Kurdan hiştina di sînorê tirsê de dibînim.
‘DI PÊVAJOYÊN AŞTIYÊ DE ŞÎN TÊ GIRTIN, EV LI HER DERÊ CÎHANÊ WIHA YE’
Tirkiye, di hevdîtinên bi Tevgera Azadiya Kurd re de kete serdemekî nû. Di vê pêvajoyê de Tevgera Azadiya Kurd, lîsteya şehîdan ku heta îro nehatibû ragihandin, eşkere kir û li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê taziyeyên giştî hatin danîn. Ev taziye tên çi wateyê?
Di pêvajoyên aştiyê de şîn tê girtin, ev xwezayî ye. Cenaze tên komkirin. Ev li her derê cîhanê bi vî rengî ye. Ji ber ku dema ku şer dewam dike, mirov nikare li ser cenazeyan zêde biaxive, dem tune ye, ya duyem mirov nikare bi giraniya mirinê jiyan bike, ya sêyemîn jî hûn neçar in ku di jiyanê de bimînin. Ev piranî dimînin piştî şer. Her çiqas Tevgera Azadiyê, di mijara bîranîna endamên PKK’ê de xwedî poîltîkayekî biîstîkrar û sazî ye jî, rêveberê Tevgerê Murat Karayilan diyar kir ku ew ji ber zehmetiyên şer, nekarîne agahiyên nasnameyê yên kesên jiyana xwe ji dest dane, ragihînin. Bêguman, di gelek pevçûnan de, pêvajoyên wiha tên jiyîn; dibe ku di dema pevçûnan de ne pêkan be ku nav bên zelalkirin, cenaze werin veşartin û kesên jiyana xwe ji dest dane werin bibîranîn.
‘ÎRO ŞÎNÊN BÊ MIRÎ TÊN GIRTIN’
Merasîmên sersaxiyê yên îro di aliyekî de hem dişibin pêvajoya çareserkirina pevçûnê ya berê û hem jî cudahiyên girîng jî di navbera wan de hene. Fêmkirina wê demê jî wekî îro kolektîf bû, li goristan û malên sersaxiyê bi hev re şîn dihat girtin. Nasname zelal bibûya yan jî nebûye ferq nedikir şîn dibû aîdî civakê. Li goristanan bi cenaze re merasîmên kolektîf dihatin kirin. Min lêkolîna xwe di sala 2014’an de bi partîkên şîn girtinê û bê çawa bandor li ser bîra kolektîf dikir, destpê kir. Ew mihwera kolektîf a li ser mirin û jiyana PKK’iyek lê niha di canezeyan de tineye. Ev şînên bê mirî ne. Ya herî girîng jî şînên îro pir alî ye. Her çiqasî navên ku tên ragihandin piraniya wan di pevçûnên piştî 2015’an de bin jî, ev şîn ji salên 90’î ve heta niha qut bûbe û şîn nehatibe girtin jî, şîn wan tê girtin. Navên ku 31 sal in nehatibûn zelalkirin, niha tên eşkerekirin. Ji aliyekê ve ji salên 90’î heta salên 2000’î; mirinên di pevçûnên bajar ên sala 2016’an de û heta kesên li Rojava jiyana xwe ji dest dane, şîna wan tên girtin. Bi taybetî ji ber girtina şîna wan hatibû qedexekirin, êşa wan ketibû ser hev û bi şînên nehatin girtin re tên girtin. Ev merasîmên sersaxiyê tîne rewşa pir alî û giran.
‘ME DIZANIBÛ KU EW Ê BI ME RE NEJÎ, LÊ ZANÎNA ÊDÎ NAJÎ TIŞTEKÎ DIN E’
Watekirina sersaxiyan zehmet e, malbat û xizmên wan her roj diaxivin. Herî zêde ew dikarinvê wateyê bînin ziman û tînin ziman jî. Lê wekî antropologekî ku bi taybetî li Kurdistan û Tirkiyeyê bala xwe dide ser mirina polîtîk, dikarim derbarê sersaxiyan de hin çavdêriyên xwe parve bikim. Di bingeh de ne şaş e ku mirov wan wekî hewldana Kurdan a ji bo xwedîderketina li miriyên xwe û parastina rûmeta wan pênase bike. Bêguman malbatan nizanibû ku zarokên wan mirine; bi fikar û hêvî li benda agahiyan bûn, hevdîtinên ku ev du sal bûn berdewam dikin hêviya wan a ku wê vegerin mezin dikir. Di vî alî de hejandineke mezin e… Ciwanekî ku xwişka xwe ya mezin winda kiriye ji min re got: “Me dizanibû ku ew ê êdî bi me re nejî ,me ev yek qebûl kiribû, lê zanîna ew êdî ne sax e, tiştekî din e.” Di vî alî de bi taybetî piştî 2016’an kesên din erdê de jiyana xwe ji dest dan, di dawiyê de derfeta şîngirtinê da xizmên wan. Ev di heman demê de destpêka pêvajoyeke başbûn û saxbûnê ye. Lê bi vî awayî têrê nake, ji ber ku cenaze tine ne…
Ev sersaxî di heman demê de rewşa ku heqîqeta têkildarî pevçûnan li qada cemaweriyê bînin ziman e. Ev yek rêya îtîraza li hemberî dabeşkirina cudakariya şînê ya qada cemaweriyê ye. Şîn nîşaneya rastiya pevçûnên ku nêzîkî nîv sedsalê berdewam kiriye… Dema mirov li vegotinan dinêre, mirov dikare bibêje ku ev yek veguheriye beyankirina îradeyê. Tê dîtin ku şîngir hem bîranîna xizmên xwe yên windakirî û hem jî îradeya aştiyê diparêzin. Di vir de bi taybetî fêmkirina ji aliyê civaka Tirkiyeyê gelekî girîng e: mirovên ku windahiyeke ewqas mezin jiyane, bi sebreke mezin piştgiriyê didin vê pêvajoyê. Îradeya aştiyê û jiyana bi hev re di hema hema hemû vegotinan de derdikeve pêş. Ev yek pir biqîmet e. Hevpeyvînên ku rojnamevan Tugçe Tatarî li Cizîrê pêk aniye vê yekê bi zelalî nîşan nîşan dide.
Sibê: Dewlet naxwaze şîn veguherin bîranîneke rewa

