Bi pêşengiya MEBYA-DER’ê ji bo şehîdên têkoşîna azadiyê li Salona Dawet û Konferansê ya Geterler a li navçeya Rezan a Amedê taziyeya komî hate danîn. Taziye wê 3 rojan bidome, wêneyên şehîdan û Rêber Apo di taziyeyê de hatin daliqandin.
Ji herêmên cuda yên bajêr bi hezaran welatiyan serdana taziyeyê kirin û sersaxî ji malbatan re xwestin. Welatiyên beşdarî taziyeyê bûn ji ANF’ê re axivîn, bal kişandin ser girîngiya xwedî derketina li bîranîna şehîdan û banga tevlîbûna taziyeyê kirin.
‘XWEDÎ DERKETINA LI ŞEHÎDAN WEZÎFEYA ME YE’

Emîn Kiliç ê serdana taziyeyê kir, diyar kir ku gelê Kurd di têkoşîna azadiyê de gihiştiye qonaxeke girîng û got, êdî têkoşîna siyasî derketiye pêş. Kiliç îfade kir ku ew bi saya sehîdan gihiştine vê qonaxê û anî ziman ku xwedî derketina li şehîdan wezîfeya her kesî ye.
‘GELÊ KURD NE TOLHILDANÊ, AŞTIYÊ DIXWAZE’
Kiliç bal kişand ser daxwaza aştiyê ya malbatên ku di têkoşîna azadiyê de xizmên xwe winda kirine û ev tişt got, “Em guhdarî dayikên ku di vê rêyê de zarokên xwe feda kirine, dikin. Dibêjin, ‘em aştiyê dixwazin’. Carna li aliyê hember, em bêjin aliyê dewletê, timî îfadeyên ‘tolhildan’, ‘em ê tola zarokên xwe hilînin’ tên karanîn. Li dijî vê yekê gelê Kurd dibêje, ‘bese, bese, bese; em tolhildanê jî naxwazin. Bese cigera me şewitî, zarokên me ji dest me çûn, êdî bila ti kes jiyana xwe ji dest nede. Em aştiyê dixwazin’. Bila êdî windayên me zêde nebin.”
‘HÊVÎDAR IM ÊDÎ DAYIK QET NEGIRÎN’

Mecît Yilmaz diyar kir ku şehîdên têkoşîna azadiyê hêviya jiyana azad ji bo gelê Kurd hiştiye û got, “Destpêkê serê tevahî gelê Kurdistanê û hemû malbatên me sax be. Ji bo jiyana azad diyarî me bikin, şehîd bûn. Ji bo Kurdistana azad diyarî me bikin, şehîd bûn. Ez li ber bîranîna wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînim, ji malbatên wan re sersaxiyê dixwazim. Hêvîdar im êdî dayik qet negirîn.”
‘ÇARESERÎ RÊBER APO YE’
Yilmaz bilêv kir ku ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bigihije çareseriyeke mayînde, azadiya Rêber Apo şert e û wiha got, “Birêz Abdullah Ocalan divê azad bibe û tevlî jiyana azad bibe. Hingî ku Birêz Ocalan azad be, em jî ewqasê azad in. Hingî ku Birêz Ocalan tevlî jiyana demokratîk bibe, em ê jî ewqasê tevlî bibin. Çareserî Birêz Ocalan e.”
‘EM BI SAYA TÊKOŞÎNA WAN HATIN VAN ROJAN’

Hacer Kurt anî ziman ku meha Îlonê ji bo wan hem hêvî hem jî xemgînî ye û ev tişt ragihand, “Em bi saya têkoşîna wan hatin van rojan. Li ser vê rêyê can, beden û di her warî de keda xwe danîn holê. Her tişt ji bo têkoşîn û azadiya gelê Kurd bû. Ez bang li gelê Kurd dikim ku xwedî li şehîdên xwe derbikevin.”

