Akademîsyen Dr. Toros Korkmaz Qanûna Çarçoveyê nirxand û anî ziman ku li gel kêmasiyên sererastkirinê jî işaretê bi şikestineke siyasî ya girîng a dîroka Komara Tirkiyeyê dike. Dr. Korkmaz diyar kir ku girîngiya esasî ya qanûnê ew e ku dewlet ji dema damezrandinê û vir ve yekemcar neçar ma ku Tevgera Azadiyê ya Kurd muxatab bibîne.
Korkmaz ragihand ku li dora Qanûna Çarçoveyê di siyaseta Tirkiyeyê de sê nêzîkatiyên cuda derketin holê û diyar kir ku nêzîkatiya destpêkê ji derdorên neteweperest hat ku dibêjin qanûn PKK’ê rewa dike û Tirkiyeyê parçe dike, nêzîkatiya duyemîn jî wan derdoran hat ku Tevgera Azadiyê ya Kurd û DEM Partiyê bi teslîmbûna li dewletê sûcdar dike. Korkmaz anî ziman ku nêzîkatiya sêyemîn jî Qanûna Çarçoveyê weke zemîneke hiqûqî ji bo çareseriya li ser bingeha aştî, demokrasî û wekheviyê ya pirsgirêka Kurd dinirxîne.
Korkmaz diyar kir ku di nava van nêzîkatiyan de ya herî rasteqîn nêzîkatiya sêyemîn e û destnîşan kir ku sedema bingehîn a vê jî guherîna dîrokî ya dewletê di nêzîkatiya li pirsgirêka Kurd e.
Dr. Korkmaz destnîşan kir ku dewleta Tirk a ku ji damezrandina komarê û vir ve hebûn û nasnameya Kurdan red û înkar dike, di dîroka xwe de yekemcar neçar ma ku Tevgera Azadiyê ya Kurd muxatab bibîne û got, “Her çend di xalên Qanûna Çaçroveyê de têgeha ‘Tirkiyeya bê teror’ tê bikaranîn û rêxistiniyên PKK/KCK weke rêxistinên terorê tê pênasekirin û zimanê dewletê yê ewlekarîperest ê klasîk tê bikaranîn jî xalên heman qanûnê ferz dike ku di pratîka şênber de bi hezaran mehkûmên siyasî yên ji doza PKK û KCK’ê hikum li wan hatiye birîn, bi hezaran aktîvîst û siyasetmedarên ji mecbûriyetê çûne Ewropayê û bi hezaran kadroyên PKK’ê yên li Qendîlê dikarin bên Tirkiyeyê û siyasetê bikin.
Aliyê herî bi pirsgirêk ê metnê ew e ku beriya guherînên hiqûqî yên ku kadro vegerin û karibin siyasetê bikin, bi şertê fesixkirina PKK’ê û radestkirina çekan ve hatiye girêdan. Bi dîtina min ji bo pêkhatina vî şertî û herdu rewşan di heman demê de pêwîstî bi sererastkirineke qanûnî heye.
Di heman demê de metna Qanûna Çarçoveyê li ser statuya hiqûqî ya rêberê damezrîner ê PKK’ê û siyaseta li mercên azad tiştek nayê gotin. Divê ev jî bê guhertin.
Li gel van hemûyan, sererastkirina Qanûna Çarçoveyê ku pêşketina herî girîng a siyasî ya siyaseta Tirkiyeyê ye, ji dînamîkên polîtîk ên navneteweyî cuda nikare bê nirxandin. Şerê Rûsya-Ûkraynayê, Îsraîl-DYE û Îranê ku hêzên emperyalîst têkoşîna hegemon lê dimeşînin, weke ku di civîna dawî ya NATO’yê de ya li Tirkiyeyê meha Tîrmehê hate lidarxistin derkete holê, qîmetê jeopolîtîk ê Tirkiyeyê zêdetir kiriye û bûye sedem ku piştgiriya Serokê DYE’yê Donald Trump a li rejîma Tirkiyeyê ya antîdemokratîk zêde bibe.
Lewma di çarçoveya polîtîkaya navneteweyî de ya ku dewleta Tirk û rejîma Erdogan xurt dike, mayina li ser piyan a Tevgera Azadiyê ya Kurd serketineke ne biçûk e.”
Dr. Korkmaz destnîşan kir ku bicihanîna qanûna çarçoveyê û afirandina atmosfera aştî, azadî û wekheviyê bi hêza têkoşînê ve girêdayî ye.

